Çîrokek tekoşînê: Ji kêmendamiyê ber bi avakirina komeleyê ve
Suad Reşîd Riza ya ku çavên wê nabînin, bi gotinên; “Divê jin di nava sînorên diyarkirî de nemînin û zincîrên kevneperest ên civak li ser wan ferz dike bişkînin” peyam da hemû jinên ku ji ber astengiyan qels û bêhêz mane.
FADIYA CUMA
Lubnan – Jin ji bo ku bikaribin li dijî zoriyên jiyanê li ber xwe bidin, li ser piyên xwe bimînin û karên xwe bi xwe bikin. Di civakeke ku mafên wan hatine girtin, jinên kêmendam, ji ber tunebûna komeleyên ku wan biparêzin zehmetiyan dikşînin.
Îradeya jinan, ne tenê ji bo wan, ji bo kesên din jî hêviyê diafirîne û dibe hêzeke daîmî. Yek ji wan jinan jî damezrînera Komeleya Koran a li başûrê Lubnanê, Suad Reşîd Riza ye. Korbûna çavên wê, nebû astengî li pêşiya jiyana wê û alîkariya ji bo kesên çavên wan nabînin. Dijberî wê têkoşiya, perwerdeya xwe domand û azmûnên zehmet derbas kir.
Suad Reşîd Riza, ya heftê salî, di bîstsaliya xwe de çavên wê kor bûne. Suada ku li bajarê Nebatiya yê Lubnanê hatiye cîhanê, li herêma ku ji aliyê erdnîgarî ve muhafezekar e, xwe bi sînor nekir. Malbata wê ya ku hîn bû çavên keça wan dê bi temamî nebînin, bi wê zanînê xwe amade kir, wê jî bi heman rengî xwe amade kir û dest ji jiyanê berneda. Di warê civakî, aborî û tendirustî de bi gelek zoriyan re derket serî û têkoşîneke ku bibe mînak meşand.
Suad Reşid Rıza, ji dibistana Nebatiyeyê derbasî Dibistana Ker û Koran a Lubnanê ya li herêma Babdaya Beyrûdê bû û perwerdeya xwe temam kir. Di sala 1986’an de piştî ku perwerdeya xwe temam kir, li Wezareta Tendirustiyê ya Nebatiyeyê ku saziyeke giştî bû ji bo kar serlêdan kir. Li ser wê demê wiha got:
“Piştî serlêdana kar, ez ketim azmûna Lijneya Xizmetên Giştî û li welat bû duyem. Dûre li Wezareta Tendirustiyê ya Nebatiyeyê, min weke operatora telefonê dest bi peywirê kir. Piştî biryara tayînkirinê, ez derbasî Serokatiya Telekomunîkasyonê bûm û min xebata xwe domand.”
Suad Riza, tevî rewşa xwe ya tendirusiyê û zoriyên di warê xebatê de 37 salan li daîreyên dewletê xebitî, diyar kir ku heta malnişîn bûye, li dijî zoriyan têkoşiyaya û wiha domand:
“Ez bi salan di daîreyên dewletê de xebitîm. Min gelek zoriyan dît lê bi wan re têkoşiyam. Ji bo karê xwe temam bikim û jiyana xwe bi îrade bidomînim ez her dem têkoşiyam.”
Piştî malnişîniyê destpêkeke nû
Suad Riza, diyar kir ku kesek di tevahiya jiyana xwe de hînî xebatê bûbe, nikare bi kesên din ve girêdayî be, got ku piştî malnişîniyê ji bo jiyana xwe bidomîne ji xwe re bufeyek vekiriye û wiha got:
“Ji bo ku di jiyanê de girêdayî kesek nebim, piştî malnişîniyê min ji xwe re bufeyek vekir. Di bufeyê de min vexwarin û berhemên ji şekir firot. Di bufeyê de min makîneya nivîsyariyê bi cih kir û ji bo belgeyên fermî min pûl firotin. Ji ber ku bufeya min li cihekî nêzî saziyên fermî bû, karê min rehet bû.”
Ji bo kesên kor komeleyek ava kir
Suad Rıza diyar dike ku lê herêma lê dijiya, ji bo kesên kor, komele tunebûn, ji aliyê hikumetê ve dihatin îhmalkirin loma pêdivî dîtiye komeleyek ava bike û wiha didomîne:
“Li tevahiya başûrê Lubnanê, tu komeleyek ku girîngî bide karûbarên koran tune ye. Ev kom ji aliyê civakê ve tên vederkirin loma pêdiviya wan bi destekê heye. Bi alîkariya aktivîsta civakê Heyat Asayran, min Komeleya Korên Başûr ava kir. Heyatê ji doza me bawer kir û îro jî ya herî zêde destekê dide komeleyê ew e.”
Suad Riza da zanîn ku jinên li herêma Nebatiyeyê piştgiriyek mezin didin wê û komeleya wê û got ku ger ji alîkariya wan nebe dê nikaribin ji kesên kor re alîkariyê bikin.
Suad Riza wiha behsa armancên avakirina komeleyê kir:
“Ji bo ku ji kesên kor re mafên wan vebêjin, wan perwerde bikin û di civake de wan bikin xwedî rolek çalak, em dixebitin. Her wiha bi alîkariyên ku ji çavkaniyên heyî yên komeleyê tên, em alîkariya madî didin wan.”
Hêz û peyama jinan
Suad Riza, diyar kir ku jin xwedî îradeyek mezin in, li dijî zoriyan bi têkoşînê dikarin serkeftî bin û got: “Jin xwedî îradeyek mezin in û divê ji bo bigihîjin armancên xwe têbikoşin.”
Suad Riza bi peyama ji bo jinên kêmendam wiha dawî li axaftina xwe anî:
“Divê jin sînorên hatine danîn derbas bikin û qalibên ku civak li ser wan ferz dike bişkînin. Divê bi îradeyek mezin bixebitin û behremendiyên xwe bi pêş bixin, girêdayî kesan nemînin, tenê bi xwe bawer bin.”