“Li Başûrê Kurdistanê di nava du mehan de 10 jin hatine qetilkirin”

Endama Desteya Damezrandina Pirojeya “Jin jiyane nekujin” Kejal Abdulqadir têkildarî kuştinên jinan ên her roja diçe li Başûrê Kurdistanê zêde dibe got: “Di dema xebata ji bo pirsa jinê de pêwistî bi azadî, yekrêzî û yek dengiya jinan heye. Ne tenê çalakî divê ji ber kuştina jinekê tenê, hemû jin dakevin qadan û daxwaza azadiyê bikin. Li herêma Kurdistanê tû tiştek nabe sembol, diviyabû dema Sêwan bi zarokên xwe ve hatî şewitandin jin dabiketan qadan.”

ŞÎNYAR BAYÎZ 
Silêmanî - Ji destpêka sala nû ve li herêma Kurdistanê her roja diçe rêjeya kuştina jinan zêde dibe. Bi destpêkirina sala nû re tenê di nava dû mehan de 10 jin di cih û demên cûda de hatine kuştin yan jî ji ber sedemên nayên zanîn xwe kuştine. 
Bûyerên kuştinên jinan yên di nava van dû mehan de wihaye; Di 2’ê Çileyê de li sînorê Germiyan jinek ciwan a 15 salî bi guleyekê dawî li jiyana xwe anî, 1’ê Sibatê li bajaroka Pêncewîn jina ciwan Şenge Ebdulxaliq a 20 salî bi guleyê dawî li jiyana xwe anî, 6’ê Sibatê cenazeyê jinek ciwan a 17 salî gihandin beşa lezgîn a nexweşxaneya giştî ya Xaneqînê ku di mala xwe de daleqandî hatibû ditîn. 7’ê Sibatê li bajaroka Kelarê dayika du zarokan Şîlan Hesen a di sala 1981’an de ji dayik bûye, ji ber rêjeya zêde ya şewatê jiyana xwe ji dest da, 9’ê Sibatê li ber deriyê dibistanek Koyê jina bi navê Serwîn ku di sala 1996’an ji dayik bûye bi guleyê jiyana xwe ji dest da, 13’ê Sibatê jinek 35 salî ji aliyê birayê xwe ve bi guleyê hat kuştin, 15’ê Sibatê li Behrika girêdayî bajarê Hewlêrê Hemîn Abdula ya 70 salî ji aliyê kurê xwe yê 36 salî ve bi kêrê hat kuştin, di heman rojê de li navçeya Çarqorne ya ser bi bajaroka Ranya nêzî pêşangeha otomobîlan di buyerekê de guleyek bi jinek a runiştvana Hewlêr ku di sala 1971’an de ji dayik bûye ket û jiyana xwe ji dest da, 16’ê Sibatê li taxa Kurdsat a bajarê Silêmaniyê Meryem Yeqûb ku mamosteya beşê zanistî li zanîngeha bajarê Silêmaniyê ji aliyê hevjînê xwe ve bi guleyê hat kuştin. Li gora zanyariyan piştî ku kujer Zîko hevjîna xwe Meryem kuştiye guleyek li xwe daye û xwe jî kuştiye. Li heman taxê 19’ê Sibatê jina bi navê Şînyar Huner ji aliyê hevjînê xwe ve hate şewitandin û piştî 5 rojan di nexweşxaneyê de ji ber sedemê rêjeya zêde ya şewatê jiyana xwe ji dest da. 
“Li Başûrê Kurdistanê ne zagon serwere ne jî dadgeh serbixweye”
Endama Desteya Damezrandina Pirojeya “Jin jiyane nekujin” Kejal Abdulqadir di derbarê daneyên kuştinên jinan ên di meha Sibatê de ji ajansa me re axivî û got: “Li Başûrê Kurdistanê asta kuştina jinan sal bi sal zêde bûye. Sedemê vê yekê ji ber nebûna sezayê kesê tewanbare, gelek ji wan piştî ku tewan dikin desthilat wan di parêze yan dibin zilamê desthilatê yan jî direvin diçin ji derveyî welat. Dadgeh ne serbixweye li wê derê mafê jinan tê xwarin, ji derveyî wê jî hebûna aqlê mêrsalarî bûye sedemê tunditujiya beramberî jinê zêde bibe. Di nava van 30 salên derbaz bûne de hinek rêxistin hatine avakirin ku ji aliyê partiyan ve tên rêvebirin û heta asta wan a axaftinê jî partiya wan diyar dike, azadî nine. Di dema xebata ji bo pirsa jinê de pêwistî bi azadî, yekrêzî û yek dengiya jinan heye. Ne tenê çalakî divê ji ber kuştina jinekê tenê, hemû jin û tevahiya civakê dakevin qadan û daxwaza azadiyê bikin. Li herêma Kurdistanê tû tiştek nabe sembol, diviyabû dema Sêwan bi zarokên xwe ve hatî şewitandin jin dabiketan qadan. Daxwaza min ewe ku ew mêrên ku tewanan dikin û jinan dikujin sezayê xwe bikêşin, daku rêjeya kuştinên jinan kêm bibe. Bi semîner û şiyarkirinê divê hemû kes werin hişyarkirin. Mêr bi taybet divê wisa têbigihin ku kuştina jinan dibe sedemê hilweşandina malbatê.”