Li Idlibê ji bo dermankirina zarokên nexweş saleke kampanya didome

Li Idlibê, ji ber zehmetî û kêmbûna lênêrîn û paşguhkirinê, kategoriya zarokên astengdar êşên mezin dikşînin. Ji ber vê rewşê hejmarek jin û mêrên li Idlibê bi armanca pêşkêşkirina karûbaren bijîşkî û dermankirina fizîkî ji bo vê kategoriya paşguhkirî, di 13'ê Îlona 2021'ê de dest bi kampanyayeke bi navê "Lemset Şîfa" kiribûn. Ev kampanya heta roja îro jî didome her wiha cara yekem e ku ev kampanye li herêmê tê destpêkirin.

SUHÊR EL-IDLIBÎ
Idlib- Li Idlibê kategoriya zarokên astengdar pir hatiye paşguhkirin, ji bo destekdayîna vê kategoriyê di warê bijîjkî û dermankirina fizîkî de komeke jin û mêran di 13'ê Îlona 2021'ê de dest bi kampanyaya bi navê "Lemset Şîfa" ku wateya wê bi Kurdî dermankirin e, kirin û bi  zarokên astengdar ên ku temenê wan di bin 18 salî de ye re mejûl dibe. Armanca sereke ya vê kampanyayê ew e ku ji bo zarokên astengdar, derfetên dermankirina bijîşkî û fizîkî hebin û barê dermankirina wan li ser dê û bavê wan hinekî kêm bibe. Ji ber ku malbat ji ber rewşa aborî ya xirab nikarin zarokên xwe yên astengdar derman bikin. 
Cumana El-Mohamed a 35 salî kurekî wê yê 3 salî heye, bi nexweşiya atrofiya mêjî ketiye, dûrbûna wê ji navendên dermankirinê û buhabûna lêçûnên dermankirina fizîkî nahêle ku ew rewşa zarokê xwe bişopîne ji ber nebûna derfetên aborî û lêçûnên çûnhatinê.
Cûmana El-Mihemed diyar kir ku endamên kampanyayê ji bo dermankirina kurê wê piştgirî pêşkêş kirine û wiha got: "Endamên kampanyayê dikaribûn xwe bigihîjînin kurê min, dermankirina bêpere pêşkêşî wî kirin û her hefte du caran rewşa wî ya tenduristiyê dişopînin, rewşa tendurustiya kurê min bi vê yekê pir baş bû."
"Pêdiviya herêmê bi însiyatîfên mirovî yên weke kampanya Lemset Şîfa heye"
Cûmana El-Mihemed destnîşan kir ku pêdiviya herêmê bi însiyatîfek mirovî ya wiha heye ku dê alîkariya zarokên astengdar bike û piştgiriya malbatên ku zarokên wan astengdar in di dabînkirina hewcedariyên bijîjkî yên zarokên xwe de ku ew kêm dikarin ji wan re peyda bikin ji ber rewşa aborî ya xirab ku gelek malbat jê êşê dikşînin.
Tîmên kampanyayê di gelek waran de piştgiriyê didin
Xizmetên tîmê ne tenê bi peydakirina dermankirin, şopandina bijîşkî û tedawiya fizîkî ya ji bo zêdetirî 30 zarokan sînordar e, di heman demê de bernameyên şahiyê û piştgiriya derûnî pêşkêş dikin, pêlîstok li zarokan belav dikin û danişînên hişyarkirinê ji malbatan re li ser çawaniya mijûlkirinê bi zarokên xwe yên nexweş re li dar dixin.
Tîma pampanyaya "Lemset Şîfa" perwerde da malbatên zarokên astengdar
Walaa El-Hallaq a 30 salî, yek ji endamên tîma kampanyayê ye, dibêje ku wê di gera xwe ya li ser beşek ji zarokên astengdar ên li herêmê de, dîtiye ku ev kom bi awayekî pir mezin hatine paşguhkirin. Heta ku ji aliyê dê û bavên xwe yên nizanin çawa bi wan re mejûl bibin ve jî hatine paşguhkirin. Wisa bûye ku malbat di navbera zarokên xwe yên astengdar û yên bi tendirust de cudakariyê dikin û ev yek şaşîtiyeke mezin e, pêwîst e malbat di vê mijarê de baldar bin, li ser vê yekê malbat hatine perwerdekirin.
Walaa El-Hallaq teqez kir ku rola dê û bav di dermankirin zarokên wan ên astengdar de pir heye ku malbat dikarin piştgirî, baldarî, lênêrînê pêşkêş bikin û dan û standina bi wan re bi awayekî baş bikin. Bi vê yekê dikarin bibin sedem ku ew zarok hîs bikin pir jêhatî ne, ev ji bo dermankirina zarokan pir hewce ye.
"Ez amûrek ji bo lingên xwe dixwazim"
Zaroka keç Yaqût El-Ehmed 4 salî ye, yek ji waa zarokên ku ji însiyatîfê sûd girtiye ye ji endamên tîmê xwest ku alîkariya wê bikin da ku amûrekê ji lingên wê yên astengdar re peyda bikin ew jî bikare bimeşe û biçe dibistanê.  Yaqût El-Ehmed wiha got: "Ez amûrek (cîhazek) ji lingên xwe re dixwazim, ez dixwazim biçim dibistanê."
Rêjeya zêde ya astengdaran û nebûna piştgirî û derfetan, rê li pêşiya însiyatîfê vekiriye. Bi vê mebestê ew xebatên xwe di bajarên Idlibê de berfirehtir dikin.
Li Sûriyeyê ji sedî 75 kesên astengdar piştgiriyê nagirin
Li gorî bernameya Neteweyên Yekbûyî ya nirxandina astengdaran, 10 sal in ji ber karesatên mirovî yên berdewam gelek kesên birîndar û kêmendam hene her wiha bernameyê diyar kir ku ji sedî 75 ji astengdaran li Sûriyeyê piştgiriya aborî, civakî û bijîşkî nagirin.