Li Îranê ji ber xizaniyê jin organên xwe difiroşin

Kûrbûna xizanî û qeyrana aborî bi taybetî li Rojhilata Navîn, li gelek erdnîgariyên cîhanê destpêke li ser jinan bandorên gelek xirab çêdike. Şêwirmenda Malbatê Kaziweh Kosiuri Anamaghi têkildarî mijarê bersiva pirsên me da.

MOJGAN KERMASHANÎ

Navenda Nûçeyan – Xizanî yek ji qeyranên girîng ên cîhanê ye. Ev têgeh ji ber ku di wateya xwe ya aborî de xerabker e bandorên xwe yên ‘herî dijwar’ li ser malbat, civak û di serî de jî jinan dike, dikare civakên ku em tê de dijîn, ber bi tunekirinê ve bibe.

Bi taybetî xizaniya jinan yek ji mjarên civakî ye ku di encama newekheviya civakî, zayendî û cihêkariyê de derdikeve holê û bandorê li ser debar û dahata jinan, bi taybetî jinên ku serpereştiya malê dikin, çêdike. Her ku cudahiya rewşa kesan a dahatê zêde dibe û xizanî kûr dibe, di qeyrana civakî û pirsgirêka jinan de jî kûrbûn bi awayekî paralel diçe. Şêwirmenda Malbatê Kaziweh Kosiuri Anamaghi ji me re behsa xizaniya di civaka Îranê de kir û bersiva pirsên me da.

"Li Îranê cihê xizaniyê di pîvanên cîhanî de tune ye”

Li gorî ku zanyarên civakî, analîz kirine, di deh salên dawî de xizaniya jinan kûrtir bûye. Ger hûn bi taybetî di warê civaka Îranê de lê binêrin, hûn li ser vê mijarê çi difikirin, hûn dikarin ji me re bibêjin?

Di rastiyê de, tabloyek xizaniyê ku li gorî pênaseyên civakên navneteweyî hatiye diyarkirin heye. Lê belê hin pirsgirêk hene ku em nikanin lihevanîna vê yekê li gorî civakên ku em tê de dijîn encamek bi dest bixin. Pêdiviyên bingehîn xwarin, cil û berg, xwendin, xanî û hwd... in. Li Îranê li gorî îstatîstîkan, tê diyarkirin ku ji sedî 65’ê gel di bin sînorê xizaniyê de ye. Gelê Îranê ne xwediyê aboriya berfireh e ku ji malbatên xwe re xanî, cil, berg û xwarinên bingehîn dabîn bikin. Pênaseya xizaniya nisbî jî heye. Li gorî vê ger hûn ji 30 hezar dolar û 15 hezar dolaran kêmtir pere qezenc bikin, ji we re dibêjin "xizan." Li gorî Neteweyên Yekbûyî ger dahata we ya salane ji 18,000 dolar kêmtir be, hûn "xizan" in.

Li Îranê tabloyeke xizaniyê ku ne li gorî pîvanên cîhanê ye heye. Li gorî îstatîstîkên navneteweyî zêdetirî nîvê welat ji xwe di bin sînorê xizaniyê de jiyana xwe didomîne. Bi rastî di mijara xizaniya jinan de tesbîta cîhanê jî di vî alî de ye. Yanî tê texmînkirin ku jin ji mêran hîn zêdetir xizantir in û ev rêje zêdetir e. Lê belê li Îranê tu îstatîstîk li ser xizaniya jinan nîn e.

"Xizanî li ser jinan zêdetir bandorê çêdike"

Ne şaş e ku mirov bibêje bi taybetî civaka Îranê li Rojhilata Navîn bandora xizaniya îzafî bi taybetî li ser jinan zêdetir e. Em li Îranê jineke telaqbûyî bigrin dest ger bêkar be, vedigere mala bavê xwe, li vir  di tabloya xizaniyê de tu guhertin çênabe. Em behsa beşeke ku ji mafên xwe yên bingehîn jî tên bêparhiştin dikin û divê ev yek bi serê xwe li ber çavan bê girtin. Her wiha divê faktorên wekî nexwendina zarokên keç, ger bidin xwendin jî newekheviya derfetên kar li ber çavan divê bên girtin.

“Jin wekî xebatkarên karê erzan tên dîtin”

We behsa perwerdeyê kir lê ger em ji vir bidomin, hûn dikarin der barê xizaniya mirovên ku ji xwendina bingehîn bêpar in û wekî “bêwesf" tên binavkirin de çi bibêjin?

Bêguman perwerde di xizanîkirina jinan de faktoreke girîng e. Rastiya ku jin xwediyên pîşe ne, faktoreke girîng û diyarker e ku dikare pêşî li xizaniya jinan bigre. Ger jin di yek ji pîşeyan de ne xwedî perwerde û jêhatî bin, di civaka baviksalar a Îranê de rastî gelek pirsgirêkan tên. Jinên ku wek karker di asteke bêwesf, neperwerdekirî de dixebitin, bifikirin, dema ku karsazên wan ên hewl didin hejmara karkeran kêm bikin, ên yekemîn tên terikandin jin in. Ev nêrîn hem di ruhê kapîtalîzmê de hem jî di zîhniyeta baviksalarî ya civaka Îranê de heye. Lê jinên kedkar ên bêwesf tên xebitandin, helbet weke hêza kar a erzan tên dîtin.

“Jin organên xwe difiroşin”

Tê diyarkirin ku li Îranê jin li hemberî zêdebûna xizaniyê organên xwe difroşin. Porê jinan ku pir tê firotin, bi dirêjî di vîtrînan de tê nîşandan. Hûn vê rewşê çawa dinirxînin? Hûn ji bo pirsgirêkên civakî yên wiha çi çareseriyê pêşniyar dikin?

Helbet çareserî di guherîna pergalê de ye. Avahiyeke baviksalarî ya di nava hemû pêkhateyên civakê de belav kiriye û kapîtalîzmek ku îstîsmara xwe ya aborî didomîne heye. Divê ev herdu feraset bên guhertin. Her wiha hûn li Îranê di navbera van her du pergalan de asê dimînin û divê hûn zextên rejîma Îslamî ya Îranê ji bîr nekin. Di nava pergalê de jî divê ev qeyran bi awayê mezinkirina sermayeguzarî, nirxandina polîtîkayên jinan, vekirina qadên karsaziyê û beşdarkirina qadên perwerdeyî be.

Yekane şeklê ku jin di pergala heyî de cih digrin, fizîkî ye. Jin bi tenê tişta ku di destê wan de ye yanî bi fizîka xwe hewl didin jiyana xwe bidomînin. Por mînakek hêsan e lê pir belavkar e. Firotina organan her çendî xeternak e jî zêde ye. Jin bi hêsanî ji aliyê çeteyên organfiroş ve tên xapandin. Jinên Îranî yên ku dixwazin serkeftin û asteke jiyanî ji jiyana xwe re bidin qezenckirin, mixabin neçar tên hiştin ku bi bedenên xwe yên perçebûyî jiyana xwe bidomînin. Pêwîst e ji tenduristiyê bigre heta pirsgirêkên civakî bi awayekî giştî li mijarê were rawestandin. Rejîma Îslamî ya Îranê li ser jinan siyaseta cudakariya zayendî dimeşîne û zexta aborî çêdike.

Hûn alîkariyên saziyên hikûmetê çawa dinirxînin? Li gorî we ew dikarin alîkariya jinan bikin û birînên jinên Îranê derman bikin?

Em li Tehrana paytexta Îranê binêrin, beşeke mezin a bajêr, bi derfetên xwe ne ji bo gel, ji aliyê hêzên leşkerî ve tê bikaranîn. Ev jî bi rastî wek mînakek eşkere derdikeve pêşberî me. Rola saziyên alîkariyê girîng û pêwîst e. Lê belê di destpêka karekî ku ji aliyê rejîma Îranê ve tê paşguhkirin de jî xebatên alîkarî û piştgiriyê tên. Divê neyê jibîrkirin ku tişta aîde gel e divê ji gel re bê dayîn.

Hin rêxistinên alîkariyê û xebatên wan hene lê divê neyê qebûlkirin ku heqaret li jinên Îranê dike, paşguhkirin û ev yek bi parçekirina nasnameya wan bê kirin. Jinên Îranê yên ku pêwîstiya wan bi alîkarî û piştevaniyê heye, ji ber van heqaretan zêdetir di nava xizaniyê de êşê dikşînin. Lê divê neyê jibîrkirin ku îro li Îranê xizanî, bi bihabûnê zêdetir kûrtir dibe. 3 milyon Tûmenê Îranê jî ku divê bibe dahata malbatek 3 kesî, têra dabînkirina pêdiviyên bingehîn jî nake divê rayedar demildest tedbîran bigrin.

Kûrbûna xizaniyê di nav malbatan de qeyranek civakî ya kûrtir ava dike û hema niha zehmet e ku meriv malbatek xizan bêyî jiyana bi tundî nîşan bide. Yên ku barê xizaniyê di nava malan de dikşînin jin û zarok in. Zarokên ku bi tundiyê mezin dibin, neçar dimînin hemû jiyana xwe bi çerxa tundiyê bijîn...