Şîdeta dîjîtal li Cezayîrê yek ji cureyên herî xeternak ên şîdeta li dijî jinan e

Komcivîna ku ji aliyê Saziya Jina Nû ve hatiye sazkirin, armanc ew bû ku awayê zextê ji bo rêgirtina li vê diyardeyê bi riya qanûnek bergiriyê were sepandin ku di encama nîqaşa li ser awayê herî baş ji bo sûcdarkirina kiryarên bi vî rengî derketiye. Bi taybetî rewşa dê ûb avan di nav komên ku dê bên cezakirin de zehmetiya meseleyê zêde dike û pêwîstî bi hizirkirina li ser riyan sepandin û cîbicîkirina zagonan heye.

Komcivîna ku ji aliyê Saziya Jina Nû ve hatiye sazkirin, armanc ew bû ku awayê zextê ji bo rêgirtina li vê diyardeyê bi riya qanûnek bergiriyê were sepandin ku di encama nîqaşa li ser awayê herî baş ji bo sûcdarkirina kiryarên bi vî rengî derketiye. Bi taybetî rewşa dê ûb avan  di nav komên ku dê bên cezakirin de zehmetiya meseleyê zêde dike û pêwîstî bi hizirkirina li ser riyan sepandin û cîbicîkirina zagonan heye.
NECWA RAHÎM
Cezayîr- Dibe ku zehmet be mirov li hember gelek şêweyên tundîtûjiya elektronîk û destdirêjiya li ser jinan li ber xwe bide. Bi taybetî dema ku ew di qada sîber de be ku kontrolkirina belavkirina agahî, wêne û danûstandinan pir dijwar dibe. Ev yek dibe sedem ku rêjeya destdirêjî û tundiyê li dinyayê zêde bibe.
Li gorî daneyên Tîma Salamat ku li Cezayîrê ji Çileya 2022'an vir ve jimareyên li ser şîdeta li dijî jinan li ser înternetê pêşkêş dike, ji pênc jinan herî kêm yek ji wan hesabê wê ji ser platformên medyaya civakî tê jêbirin an jî tê rawestandin piştî ku rastî tacîz an şîdetê tê. Her wiha yek ji sê mêrên di navbera 18 û 24 salî de hinek şîdeta zayendî li dijî jinan dikin ku ji sedî 49 jin ji ber tacîzê li ser înternetê xwe ewle nabînin.
“Şîdeta li ser hesabên dîjîtal tê kirin ji ya fizîkî zêdetir bandorê çêdike”
Pispor, derûnînas û perwerdekar Dr. Celîla Rehalî ji ajansa me re axivî û diyar kir ku tundiya dîjîtal û çewisandin, ji tundiya fizîkî bi xetertir e ji ber ku bandorê li derûniya mirovan dike û wiha domand: "Şîdeta dîjîtal her cure ye ku zirarê dide kesên di hawirdora sîber de, nemaze jinan. Dema ku şîdet bi riya platformên medyaya civakî yan malperan be. Ev yek jî derfetê dide sûcdaran ku  tacîz û destdirêjiyê li ser mexdûran bikin, çi bi riya gefên rasterast an nerasterast û her wiha agahiyên taybet belav bikin.”
Li ser giraniya encamên tundîtûjiyê û destdirêjiya elektronîkî, Celîla Rehalî diyar kir ku pirsgirêka rastî di nezanîn û nehişyariya jinan de ye ku çawa bi tundiyê re rûbirû dibin û wiha lê zêde kir: "Nemaze ji ber ku jin pir caran ferqê naxin navbera nepeniya cîhana sîber û rastiyê û ev yek e ku dihêle jin nikaribin bi rewşên bi îhtîmala zirarê bidin wan re rû bi rû bimînin. Divê mirov hişyar be li ser metirsiya jîngeha sîber, bi taybetî dema ku ew bi awayekî şaş bê bikaranîn ku encamên nebaş derdixe holê û zêdetir ziyanê digihîjîne jinan.
“Divê jin di warê jiyana sanal de hişyar bin”
Celîla Rehalî bal kişand ser çareserî û şîretan der barê îmkana xweparastina jin û keçên ciwan bi xwe û malbatên xwe ji kampanyayên şîdeta elektronîk an destdirêjiyê ku bi riya cudahiya di navbera cîhana sanal û rastîn de pêk tê û got: “Divê mirov bi şîroveyên neyînî neyên kişandin û bi kesê re têkilî çênekin, ji ber ku têkiliya sanal ne wekî têkiliya rastîn e, di heman demê de divê mirov li nasnameya axêverê bigere û agahiyên tekakesî û tirs û lawazbûnê jê re eşkere neke. Ji ber ku tirs di pir rewşan de dihêle jin bi gelemperî hemû tehdîd û zextên ku ji hêla tacîzkar an zordar ve di qada sîber de rû bi rû dimînin qebûl bikin ji ber ku hemû ev pêvajo li pişt ekranê ye.”
“Bila serî li cihên fermî bidin”
Dr. Celîla Rehalî şîret li jin û keçên ciwan û hemû bikarhênerên malperên tora civakî kir ku ger rastî pirsgirêkek an tacîzê ji hêla hesabek an kesekî ve hatin, rapor bikin û jinan teşwîq bikin ku danûstandinên çêdibin agahdar bikin, an serî li cihên parastinê yên fermî û belgekirî yên li ser Google Play bidin, wek Allo Police an PPGN ji Cendirmeyên Neteweyî.
Pispora derûnas a sîberê, li ser encam û cezayên ku sûcdar dikarin di qada sîber de rû bi rû bimînin diyar kir ku ew jî bi riya rêgirtina li her kesê ku bêyî agahiya wî wêneyek biweşîne yan agahdariya kesane li ser kesek din ragihîne yan raporkirina agahdariya kesane ya li ser kesek din bêyî agahiya wan e. Desthilatdarên ewlehiyê riyên pêşketinê girtine ji bo vegerandina hemû axaftinên ku ji hêla sûcdaran ve hatine jêbirin û ev e ya ku jinan bi qanûnî ewletir dike.
Celîla Rehalî teqez kir ku pêwîst e zêdetir kar bê kirin ji bo zêdekirina hişyariya jin û keçên ciwan di warê bikaranîna qada sîber de bi awayekî rast û bi aqilane bêyî ku bikevin nav kêmasî û destdirêjiyan ku bandoreke neyînî li jiyana wan bike. Her wiha bang li jin û keçên ciwan kir ku bêyî tesbîtkirina nasnameya wan kesan agahî û wêneyên taybet ji tu aliyê re neşînin.