“Ez hem bi hesreta kurê xwe hem jî bi hesreta tunebûna gora wî mam”

Ji Dayikên Şemiyê dayika Mûrat Yildiz, Hanîfe Yildiz a 27 sal in li kurê xwe digere careke dinê pirsa kurê xwe kir û got: “Ez hem bi hesreta kurê xwe me hem jî bi hesreta tunebûna gora wî mam.”

Stenbol - Dayikên Şemiyê di hefteya 882’emîn de jî li ser online çalakiya xwe li dar xistin û daxwaza darizandina kujerên zarokên xwe kirin. Dayikan vê hefteyê li aqûbeta Mûrat Yildiz ê 19 salî ku di 23’yê sibata 1995’an de li Îzmîrê hat windakirin, pirsîn. 
“Yên lawê min winda kirin diyar in”
Di çalakiya online de dayika Mûrat Yildiz, Hanîfe Yildiz lêgerîna li pey windabûna kurê xwe ya 27 salan wiha anî ziman: “Bayê min neanî vir. Bêedaletiyê min avêt vir. Min lawê xwe yê 19 salî bi saxî teslîmî wan kir. Lê min neçarî parçeyek hestî kirin! Yên ku lawê min winda kirin, diyar in. Mafê jiyan û gorê yê lawê min desteser kirin. Ev bêwijdanî ye. Li meydana me qereqol danîne. Ev pandemî bi dawî bibe, em ê dîsa biçin wê meydanê û li hemberî wan bisekinin. Ez ê her dem ji bo lawê xwe hesab bixwazim.” 
“Heta Mûrat neyê dîtin dê ev têkoşîn bidome”
Seroka ÎHD'a Stenbolê Gulseren Yolerî ya di heman demê de parêzera malbatê ye jî bi bîr xist ku Murat Yildiz di sala 1995'an de bi dayik û parêzerê xwe re ji bo îfadedayînê çûye midûriyeta polîsan a Îzmîrê. Gulseren Yolerî bi bîr xist ku dihat gotin Murat dema dibirin Stenbolê ji ferîbotê xwe avêtiye xwarê. Gulseren Yolerî bi lêv kir ku dayika Hanîfe Yildiz serî li Serdozgeriya Komarê daye û xwestiye kurê wê bê dîtin û wiha got: “Bi salan difikirî ku doz ji aliyê dozgeriyê ve hatiye destpêkirin lê tenê der barê 2 polîsan de doz hatibû vekirin. Doza bi îdiaya ‘binpêkirina wezîfeyê’ hat vekirin û bi cezayê pere hat girtin. Lê heta ku Murat were dîtin dê ev têkoşîn berdewam bike.”
Keçapa Murat Yildiz, Ezgî Yildiz jî metna daxuyaniyê ya vê hefteyê xwend û xwest cenazeyê Mûrat Yildiz were dîtin û kujer jî werin cezakirin.