Komeleya Nebras xwe gihand hemî jinên gundevarên Şerîda Xezayê

Çalakvan Azîza Salem ji bo xwe bigihîjîne hemû jinên ku sazî û komeleyên jinan nas nakin li herêma Heker Al-Jame komeleya bi navê Nebras ava kir. Di vê komeleyê de bi dehan jinan perwerde dît û xwe pêş xist.

RAFIF ESLEEM

Xeza- Li Xezayê gelek sazî û komeleyên jinan hene ku li dijî tundijiya li ser jin tedîkoşîn û deriyên xwe ji bo pêşwazîkirina jinan vedikin. Lê li gelek gundewaran agahiya jinan ji wan saziyan nîn e. Çalakvan Azîza Salem bi komeleya ku bi nave Nebras ava kir dikaribû xwe bigihîjîne hemî jinên li gundewaran.

Azîza Salem weke çalakvaneke jin û civakî rêvebera saziyên cuda yên der barê alîkariya jinan û gihandina xizmetan zêdetirî 27 salan ve kar kiriye. Azîza Salem got ku wê xwendina xwe zanîngehê neqedandiye lê baweriya wê bi girîngiya karê civakî heye û ji wir de dest pê kir, alîkara da dehan jinan. Sedema tevlîbûna Azîza Salem di nava van karan de ku ew li herêmeke paşguhxistî li malbateke gund bi urf û adetên eşîrtî serwer de hatiye dinyayê û gelek pirsgirêkên wê hebûn. Ew jî wek jinek dixwaze alîkariya jinên heremê bike.

Ji bo jinan gelek projeyan pêşkêş kir

Azîza Salem di destpêka axaftina xwe de diyar kir ku gelek perwerde dîtine û derfet dîtiye ku bibe kordînatora projeya bi nave ‘Rêbaza ji zarokekî heta zarokekî din’ û pisporiya rêveberiya projeyan wergirt û wiha gotina xwe berdevam dike: “Her wiha min gelek perwerdeyên jenderî û regeza civakî, danûstandin û peywendiyan, nivîsandina projeyan, raporên rêveberî û darayî yên saziyan dîtine. Piştî pêvajoya perwerdeyan bûm perwerdekar di gelek waran de û min dest bi alîkariya jinan kir. Bi taybet keçên herêmê ku dixwazin xwendina xwe berdewam bikin û jinên têgeha beşdariya jinan siyasî têgihîştine, di eynê wextê de min wê demê  de karê çandiniyê dikir ji bo malbata xwe xwedî bikim.”

‘Di encama perwerdeyan de rêjeya tundiyê bi awayekî balkêş kêm bûye’

Azîza Salem ji bo jinên herêma xwe ê Heker Al-Jame hemû xizmetên civakî, çandî, hawarçûnî û pêşveçûnî pêşkêşkirine û pêşxistine bi damezirandina komeleya Nebras di kêliya yekem de hewil dide jinan di warê aborî de xurt bike wan fêrî pêşeyên destan û keleporî cuda bike, û derfetên kar ji bo projeyên biçûk peyda bike û wiha qal dike:”Di encama perwerdeyên hişyariyê yên ku komele pêşkêş kir rêjeya tundûtujiyê bi awayekî balkêş kêmbûye ji ber ku êdî jin baş maf û erkên xwe nas dikin. Her wiha nêrîna civakê ji xwediyên pêdiviyên taybet re hate guhertin, berê malbata ku keçek xwe astengdar hebûya deriyê odeyê li ser digiritin û wê keçê ronahî nedidît û weke sucek ditînin, lê niha wan keçan dişînin zanîngehan û piştgiriya derûnî dibînin û di warê aborî de tên xurtkirin.

‘Ji bo guhertina zagonan divê em zextê li hikumetê bikin’

Azîza Salem destnîşan kir ku wê cihê komeleyê ji Heker Al-Jame derbasî bajarê Dêr Beleh kiriye ji bo ku hejmareke zêde ji jinan bên û ji bo hemû jin nasbikin ji ber ku jinên wan herêman derfeta wan xwendinê nine û wiha axaftina xwe bi dawî dike: “Ez li ser zelakirina têgeha beşdariya siyasî teqez dikim ji bo amadebûna werşeyan heta beşdariya di hilbijartina nûneran daku bighêjin navendên biryardayînê. Destpêka di komeleyê de jin zêde nîn bû heta ku jin bi xwe ji hev du re behs kirin û girîngiya tevlî çalakiyan bibin dîtin. Ez tevlî bi dehan hemleyan û xwepêşandanên rakirina zordariyê ser jinan û dawîkirina hemû cureyên tundûtujiyê û zextê bûm. Dive em  zextê li hikumetê bikin daku zagonan biguhêrin û rewşa jinan li Şirîda Xezayê biguhêrin. Banga min ji bo hemû keçan ewe ku xwendina xwe berdewam bikin û ji bo jiyaneke ewle ava bikin her tim hewil bidin xwe pêşbixin.”