Jinên xwedî cesaret tevî nêrîna civakê jî biryara jiyana xwe didin

Çend jinên ku hevserên xwe berdane diyar dikin ku ew ne mecbûr in jiyana xwe bi mehkûmiyet û bê daxwaza xwe derbas bikin. Ehlam El-Kokî ya 26 salî diyar dike ku şaşîtiya herî mezin ew e jin bi mêrê nexwendî re bizewice. Ev yek piştî zewacê zêdetir aşkere dibe lewre piştî çendekê ew digihîjin asteke wisa ku tu carî nikarin ji hev fêm bikin.

ZIHÛR EL-MEŞRIQÎ
Tûnis- Gelek jinan ji me re çîrokên xwe yên berdanê, çawa li hemberî nêrîna civakê li ber xwe dane vegotin û dan zanîn ku ew dixwazin êdî êş û janên xwe bi dawî bikin û rê li pêşiya zîhniyeta desthilatdar bigrin. Jinên Tûnisê êdî bûne xwedî kesayetiya bi hêz, roleke wan a sereke di civakê de heye.
Em timî pirs dikin gelo jiyana me bêyî hevser xweş e yan xirab e? Gelo em jin hewceyî hebûna mêrekî ku me biparêze û ji me re hestên xwe yên baş bibêje ne?
Li gorî îstatîstîkên fermî, rêjeya berdanê li Tûnisê bi awayekî berbiçav her diçe zêdetir dibe. Di  daxuyaniya herî dawî ya wezareta dadê de diyar bûye ku di vê salê de dadgehên Tûnisê rojane bêtirî 46 rewşên berdanê û 13 dozên berdanê qeyd kiriye.
Li gorî nêrîna hin jinên Tûnisê berdan çareserî ye
Samiya. N. ku nexwest navê xwe tam aşkere bike dibêje ku bi lez xwestiye pêwendiya xwe ji hevserê xwe yê ku pênc salan beriya zewacê ji hev hez dikirin bibire. Sedem jî ew bûye ku timî îxanetê lê kiriye.
Her wiha dibêje: “Wî li pêş çavên zarokên min ez îşkence dikirim, hem di aliyê bedenî de hem jî di aliyê derûnî de, bêyî ku hesabê hestên me bike ji min re digot, ez xiyanetê bi te re dikim. Ez dizanim ku jiyana zarokên min li gel bavê wan pêwîst e lê ew bavekî ku berpirsyariyê paşguh dike.”
Samiya bi çavên tijî hêsir ku êşa bi salan di nava xwe de hewandiye wiha axaftina xwe domand: “Rojek şahiyek me hebû, min jî dê fistanê xwe li xwe bikira dema ku min alîkariya wî xwest qêrîn bi zarokên min ket ew fikrî ku dê li min bide, tu carî ez wê bûyerê ji bîr nakim, jixwe ya ku hişt ez vê biryarê bidim ew bûyer bû tevî ku ez dizanibûm dê zarokên min çiqas astengiyan bikşînin jî. Piştî ku ez û hevserê xwe ji hev cuda bûn min wateya azadî û bihêzbûnê zanî, roja 12’ê Nîsana 2019’an, ji bo min bû roja xilasbûnê. Ez niha mamostehiyê dikim û li bajarekî dijîm ku mafên jinan diparêze. Li gorî bajarên din ên Ereb gelekî bi pêş ketiye ew pêşketin jî dema ku kovara EL-Ehwal EL-Şexsiye derket çêbû lê ez teqez dikim ku nêrîna civakê ji jina ku xwe hevserê xwe berdaye re, nêrîneke inê biçûk dixe ye wekî ku wê sûcek herî mezin kiribe.”
Dorra X. li pêşiya navenda nivîsgeha xwecihî ya kar û barên civakî li herêma Bardo li paytexta Tûnisê rûniştîbû û li bendê bû. Ez ber wê ve çûm û li ser karên rojane û rewşên giştî axivîm lê wê di cih de gazin kir û wiha got; “Piştî ku min xwest hevserê xwe yê bi roj û şev kohûl vedixwar berdim rewşa min a civakî zehmet bû.
Min nedizanî ku dê piştî zewaca sê salan berdan qedera min be. Heta niha jî ez di wê şoqê de me, ji ber ku min bawer nedikir ew hezkirina dê dawiya xwe berdan û qutbûn be, bi rastî berdan di aliyê derûnî û civakî de gelekî bi zirar e.
Dorra di berdewamiya axaftina xwe de wiha got; “Hevserê min wateya nîqaşê ji bo çareserkirina pirsgirêkên biçûk qet nedizanî zêdebarî ji ber ku ez rojane 8 seatan li kargeha tevnê kar dikim, di dawiya mehê de pereyê min ji min digirt da ku kêfa xwe pê bike. Min pir sebir kir di wê hêviyê de bûm ku vegere ser hişê xwe lê her ku çû zêde kir, min fam kir ku hebûna min li gel wî, ji bo min û rûmeta min zulm e. Tevî hemû zextên malbatê yên li hemberî min çêbûn jî dîsa min ew jiyan ji bo xwe qebûl nekir.”
Min axaftina xwe bi Ehlam EL-Kokî ya 26 salî, re bi vê hevoka gelêrî ya ku li Tûnisê navdar e; “Di havînê de li eywanê û di zivistanê de li qesra edaletê” dest pê kir.
Ehlam El-Kokî ya 26 salî dibêje ku şaşîtiya herî mezin ew e jin bi mêrê nexwendî re bizewice. Ev yek piştî zewacê zêdetir aşkere dibe lewre piştî çendekê ew têdigihîjin asteke wisa ku tu carî nikarin ji hev fêm bikin.
Ehlam bawrnameya qiqûqê wergirtiye, ew dibêje dema ku em li şahiyekê bûn min û hevserê xwe yê berê hev nas kir û me evînek jiya, wê evînê hişt ku ez kêmasiyên wî nebînim lê piştî zewaca me her tişt aşkere bû.
Ji bo ku ez xwe ji îşkence û tundiyê biparêzim berdan çareseriya herî guncaw bû
Samiya, Dorra û Ehlam û ji xeynî wan bi hezaran jinên Tûnisê hene ku ji êşa jiyanê û zehmetiyên wê reviyane. Sedema piraniya rewşên berdanê li Tûnisê îşkence xiyanet e.
Li gorî gelek raporan isbat bûye ku diyardeya berdanê dê zêdetir bibe jixwe piraniya rewşên berdanê sedema xwe pirsgirêkên zayendî ne û hin ji wan madî ne her wiha ji sedî 20 jî ji ber işkence û tundiya ku jin rû bi rû pê re dimînin çêdibin.
Lêkolînera zanista civakê Sebrîn Icrodî ji ajansa me re dibêje ku gelek lêkolîner di civaka Tûnisî de li ser bilindbûna rêjeya berdanê lêkolîn kirine jixwe ev mijareke ku divê lêkolîn li ser were kirin e ji ber ku li ser civakê diyardeyeke bi xeter e û bingeha malbatê hildiweşîne. Jixwe sedema sereke ew e ku jin êdî bi awayekî aktîf difikirin û asta xwe ya xwendinê bilind dikin, hişyarî û asoyên mêjiyê wan li gorî salên berê firehtir dibe, ev yek dihêle ku jin êdî zîhniyeta desthilatdar qebûl nekin û parastina mafên xwe bikin.
Jina Tûnisê êdî bi awayekî aktîf di civakê de kar dike, ew ne hewce ye ku kes wê bi rêve bibe her wiha ew êdî ne mecbûr e ku di warê binpêkirina mafên xwe de bêdeng bimîne.
Civaka Tûnisê ne ew civaka berê ye ku jin di bin navê dilovanî û desthilatdarî û adatên ku jin ji biçûktirîn mafên wê bê par kiriye bimînin, malbata ku bav ji dayikê re hurmet neke û tundiyê li ser bimeşîne dê tu nifşên hevseng û xwendevan jê dernekeve.
Jina Tûnisê bi awayekî baş maf û tişta ku di hundirê malbatê de jê tê xwestin dizane ger ku hevsengî di navbera xwe û hevserê xwe de nedît dikare bi rehetî wê jiyanê qebûl neke.
Zagona berdanê ya Tûnisê tu cudahiyê naxe navbera jin û mêr
Pisporê zanista civakî Muhemed EL-Maknî dibêje ku jinên berê bi berdanê bandor dibûn lê jinên niha cuda ne ji ber ku berdanê ji xwe re wekî çareserî dibînin.
Pir jin hene ku serdana nexweşxaneya min dikin da ku ji wê rewşa damayî derbikevin, ev jî di encama hişyariya wan û pêşketina raman û fikrên wan de çêbûye.