‘Jin dîroka xwe dinivîsînin’

Hevseroka Tevgera Azadî ya Civaka Kurdistanê Tara Huseyîn diyar kir ku jinên Kurd li dijî desthilatdariya mêr berxwedaneke mezin nîşan didin û bang li jinên Başûrê Kurdistanê kir ku li dijî van êrîş û tundiyê bibin yek.

ŞÎRÎN SALIH

Silêmanî- 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê li gelek bajarên Başûrê Kurdistanê bi xwepêşandan û çalakiyan hate pêşwazîkirin. Jinên ku tevlî meşa 8’ê Adarê ya bi pêşengtiya Tevgera Azadiya Jinên Kurdistanê (RJAK) a li Silêmaniyê bûn, dirûşmeya bingehîn a sedsala şoreşa jinê ya bi navê “Jin Jiyan Azadî” qîriyan.

Jinên li Başûrê Kurdistanê bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê hê jî bi çalakiyên curbecur daxwazên xwe tînin ziman.

‘Têkoşîna jinan bi sedan salan e didome’

Tara Hisên di destpêka axaftina xwe de 8’ê Adarê li dayikên şehîdan û hemû jinên têkoşer û azadîxwaz ku li çiyayên Kurdistanê li hemberî hemû cureyên çeken qedexekirî li ber xwe didin û li jinên ku di girtîgehehên dewletên dagirker de berxwedaniyê dikin û yên pêşengiya şoreşa bi nave, Jin jiyan Azadî dikin pîroz kir û got: “Ev sedsal e 8’ê Adarê tê pîrozkirin, ew bûyera ku ev roj hatiye diyarkirin lê mixabin tundîtûjî û binpêkirina mafan li hemberî jinan di hemû sîsteman de berdewam dike. Em li Kurdistanê du caran dibin qurbanî, carekê weke qurbaniyên zayendî û carek jî weke qurbaniyên neteweyî ku her dem dagirker êrîşî nasnameya gelê Kurd dikin. Hemû cureyên êrîşên çandî, siyasî û leşkeri li hemberî jinên Kurd tên meşandin. Lê belê îro jinên Kurd dîrokek nû nivîsandine û sedsalek nû bi navê xwe tomar dikin, ji ber pêşketinên mezin di kesayeta jinên Kurd de îro li cîhanê heye.”

‘Divê em çanda xwe ya resen a ji dayikên me maye biparêzin’

Tara Hisên di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Cihê kêfxweşiyê ye îro jinên Kurd di qada dîplomasî, çandî, hunerî, siyasî û parastinê de nûnertiya azadiyê ji bo tevahî jinên cîhanê dikin. Peşengiyê ji bo azadiyê dikin, ne tenê ji bo azadiya zayendî ji bo azadiya netewî têdikoşin. Bangawaziya me ji bo jinên Başûrê Kurdistanê ew e ku xwe bi rêxistin bikin û biçin cem hev ji bo kar û çalakiyên xwe li gel hev bikin. Bila çavên me li çanda me be ne li çanda biyanî be. Bila çavên me li dîroka me ya resen be ku ji dayikên me ji bo me maye. Divê em xwedî li mafên jina derbikevin, bi vî awayî em dikarin serkeftinê bi dest bixin.”