Dasa hevgirtinê: Demsala çinîna ceh destpê kir
Di bin germahiya tavê de bi cilê xwe yê reşî qehweyî Henan Ebdullah a ku ji gundê Fiwêda ya girêdayî çiyayê Kizwanan e, bi dasa dapîra xwe ceh diçine kevneşopiyên xwe yên çandî diparêze.

SORGUL ŞÊXO
Til Temir – Piştî ku genim hêdî hêdî dest bi zerbûnê kir, cotkar bi hemû hûrgiliyên xwe ji bo meheke xebatên dijwar, xwe amade dikin. Di vê beşa xebatê de urf û edetên kevnar hene ku mirov hatine pratîkê.
Genim çandinek stratejîk e û bingehek ji ewlehiya xwarinê ya cîhanî ye, ji hemû yên din zêdêtir tê çandin. Genim bi şert û mercên avhewa yên cihêreng re xweş tê adaptekirin û çandiniya wê ya bazirganî di aboriyên gelek welatan de rolek bingehîn dilîze. Heta vê kêliyê, li gundan bi awayên cûda kevneşopiyên civakî tên parastin, parazvanên wê jî jin û dayîkên extiyar in.
Das navnîşana kedê û kevneşopiyê ye
Das yek ji kevintirîn amûrên ku di pêvajoya çinîna berhemên çandiniyê de tê bikaranîn e. Ew ji kelekek metalî, bi gelemperî bi şiklê xêzkirî, bi destek darek kurt ve girêdayî ye. Das ji hêla sêwiranek hêsan û lêçûnek kêm ve tê diyarkirin û heya roja îro jî li seranserê dinyayê tê bikaranîn. Das, yek ji amûrên çandiniyê yên kevneşopî ye û mînaka hêz û kedê ye. Berî destpêkirina teknolojiya nûjen a wekî patos, di çinînê de di demên nûjen de dihat bikaranîn.
Xwêdana eniya wê û westîna wê û xwarkirina pişta xwe, nîşana gelek tiştan e. Yek jê, parastina kevneşopiyên xwe yên çandî, pêşxistina çandiniyê, parastin û kûrkirina têkiliya bi axê re û ya din jî, hewceyî mêr nebe. Henan Ebdullah a ji gundê Fiwêda ya çiyayê Kizwanan e, tevî keç û dotmamên xwe dest bi çinîna ceh kiriye. Henan, ji ajansa me re li ser çinîna ceh û jiyana xwe axivî.
‘Nebarîna baranê û ava kêm berhem lawaz kirin’
Henan Ebdullah a ku di nav erdekî 8 donim de ceh çandiye, ji ber ku îsal baran baş nebariya û girêdayî wê jî ceh baş berhem neda, cehê xwe bi dasê diçine. Henan a ji hişkesaliyê bi gilî û gazinc e, wiha dibêje: “Sala ku xêr zêde be, zevî baş berhem bidin, em bi patosê diçinin. Lê îsal ji ber ku baran baş nebariya û berhema erdê kêm e, em bi dasê diçinin. Tevî ku me zevî avda jî, ava me jî kêm bû. Lewra tiştê ku jê hatiye, em radikin.”
Das hevgirtinek civakî çêdike
Henan Ebdullah da zanîn ku alîkarî reng dide vê çandê û kevneşopiya wê diparêze û wiha dirêjî da gotina xwe: “Bi vê dasê dapîrên me ev ax ji dehan salan ve, diçinî. Komek ji mêr, jin, cîran, xizm û dostên xwe ji serê sibê ve ji bo alîkariya xwediyê axê derdikevin derve. Ji vê yekê re "el-Faz'ah" tê gotin. Ji ber ku bê pere ye û girêdanên xurt di navbera xelkê de nîşan dide.”
Henan Ebdullah dibêje ku çinîna bi dasê têkiliyên civakî û jinan xurt dike û wiha pêl da gotinên xwe: “Her wiha çinîna bi dasê ya bi stranên gelêrî, hîn xweştir dibe. Her çiqas westandin hebe jî, ken û kêfxweşî wê vedişêre. Ji lewra ev dem dema çinîna ceh e, ger ku neyê çandin wê libên wê biweşin. Ji lewra çinîna bi das ji patosê baştir e ji bo me, ji ber ku hem em ceh hem jî ka ji bo pez dabîn dikin.”
Sedsaleke kevneşop bi sedsaleke nûjen re, bi bikaranîna dasê tê beramberî hev û jin vê çandê li gorî pêwîstiyên demê diparêze.