'Banga dîrokî kilîta pêkanîna aştî û ewlehiyê ye'

Endama Însiyatîfa Azadiya Fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Fehîma El-Casêm da zanîn ku banga dîrokî kilîta aştî û avakirina ewlehiya li dinyayê ye.

NÛR EL-EHMED

Reqa- Ji destpêka vê salê ve, gelek civîn û serdan di navbera şandeyeke Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de li Îmraliyê pêk hatin. Di encamê de banga dîrokî ya Rêberê Gelê kurd Abdullah Ocalan ji bo aştiyê, ji gelan re hat kirin. Piştî van hevdîtinan ji aliyê rayedarên Tirkiyeyê ve civîn hatin lidarxistin, daxuyanî hatin dayîn û daxwaz hatin kirin ku mafê hêviyê ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re bê dayîn. Hatibû piştrastkirin ku ev yek dê di demeke nêz de pêk were. Lê daxuyanî ji ser kaxiz wêdatir nebûn û nehatin pratîkkirin. Ev jî gelek pirs bi xwe re anîn hişê mirovan. Gelo rayedarên Tirkiyeyê vê carê dê cidî bin û helwesta xwe ya li ser mijarê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û gelê Kurd biguherînin?

'Ramanên wî ji bo hemû gelên cîhanê ye'

Di vê çarçoveyê de endama Însiyatîfa Azadiya Fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Fehîma El-Casêm diyar kir ku ramanên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bûne platformek ji bo azadî û demokrasiyê. Fehîma wiha got: "Raman û argumanên Rêber Ocalan bingeha siyasî û civakî ya giştî ji bo avakirina welatekî azad û demokratîk pêk tînin ku tê de edalet û wekhevî serdest e. Ew hewl dide ku di nivîsên xwe de hêmanên ku mafên mirovan, bi taybetî mafên jinan diparêzin, bicîh bike. Fikrên wî ne tenê ji bo pêkhateya Kurd bûn, ji bo hemû pêkhateyên li her deverê cîhanê jî bûn. Armanca wî ew e ku bingehên rêxistinî û yasayî yên ku civak li ser wan ava dibin, ava bike. Ew platformek bû ji bo destpêkirina projeya neteweya demokratîk û biratiya gelan ku li herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hat pêkanîn. Niha herêmên din ên Sûriyeyê û welatên Rojhilata Navîn ber bi wê ve diçin."

'Çareseriya guncav peyamên aştî û demokrasiyê ye'

Derbarê hevdîtinên dawî yên di navbera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de Fehîma El-Casêm nirxandinek wiha kir: “Di van demên dawî de çend hevdîtin bi Rêber Ocalan re pêk hatin. Piştî salan ji tecrîda giran, destûr hat dayîn ku ew malbata xwe bibîne. Ev ji bo me wek gelên herêmê gaveke erênî ye. Înîsiyatîfa dewleta Tirk a derbarê doza Rêber Ocalan de, gaveke erênî ye ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd. Ev yek qebûlkirina kaos û aloziya siyasî ya li Tirkiyeyê û ne aramiya wê ye. Çareseriya herî guncav ji bo aramkirina rewşê ji derve ew bû ku rê bidin Rêber Ocalan peyamekê bişîne cîhanê."

'Ramanên Rêber Ocalan gefek li ser siyaseta netewperest e'

Fehîma El-Casêm bal kişand ser daxuyaniya endama şanda Îmraliyê ya Partiya Demokratîk a Gelan Pervîn Buldan ku gotibû divê gavên hatine avêtin û hevdîtinên ku tên lidarxistin di zûtirîn demê de berhem bidin. Fehîma El-Casêm wiha axivî: "Heta niha dewleta Tirk ti gaveke cidî ber bi pêş ve neavêtiye, tevî ku hêvî mafekî rewa yê Rêber Ocalan e. Lê ew çavên xwe ji vê mijarê re digire, ji ber ku ramanên Rêber Ocalan gefên rastîn li ser siyaseta neteweperest a ku ji hêla gelek welatan ve tê meşandin, çêdikin."

'Banga dîrokî kilîta aştî û ewlehiyê ye'

Derbarê girîngiya banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de, Fehîma El-Casêm tekez kir ku ew gelek girîng e, ji ber ku banga aştî û demokrasiyê dike. Fehîma vê bangê wiha nirxand: “Ew bangek dîrokî ye ku wek bersivek awarte ji bo nakokî û krîzên ku cîhan dibîne hat. Banga Rêber Ocalan kiltîa avakirina aştî û ewlehiyê, bidestxistina aramiyê, bidawîanîna şeran û rawestandina xwînrijandinê ye. Her wiha garantiyek ji bo jiyana hevbeş, ji bo hemû pêkhateyên gelê Sûriyeyê ye, bi taybetî piştî komkujiyên ku di hundurê Sûriyeyê de qewimîn da ku Sûriyeyê bighîne pirrengî û nenavendiyê."

'Bingeha serkeftina şoreşa jinê ramana Rêber Ocalan e'

Fehîma El-Casêm derbarê şoreşa jinê ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku bingeha wê fikir û felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e de, nêrînên xwe bi van gotinan anî ziman: "Jinan para herî mezin ji ramanên Rêber Ocalan girtine û di hemû aliyan de roleke pêşeng lîstine. Wan gelek destkeftî bi dest xistine û bi ezmûna xwe ya şoreşgerî îspat kirine ku rêya avakirina civakek dadperwer û demokratîk bi hebûna jinan e û bi azadiya jinan civak dê azad bibin. Li gelek welatên cîhanê, jin rastî zext û bêparkirina nasnameya xwe tên. Ji ber vê divê ezmûna jinên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi hemû welatên cîhanê re were parvekirin, da ku bigihêje her jina ku hesreta azadiyê dike û civakek dadmend ava bike."

'Bi slogana 'Jin Jiyan Azad' rabin ser piyan'

Fehîma El-Casêm di dawiya axaftina xwe de bang li jinên cîhanê û jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir ku bi dirûşmeya "Jin, Jiyan, Azadî" rabin ser piyan û refên jinan bikin yek. Fehîma destnîşan kir ku hêz û îradeya jineke azad, dê azadiya fîzîkî ya Ocalan misoger bike.