Ji Shirabadê li jiyanê niherîn: Jiyana dijwar a jinan û tabûya reglê

Herêma Shirabad a Îranê yek ji herêmên xizan e ku gelek koçber lê dijîn. Zarokên keç ên ku rastî cudakariya zayendî tên, ji ber tirsa reglbûyin e û nebûna malzemeyên hîjyenê, perwerdeya xwe nîvço dihêlin.

SÎMA VALÎNEJAD

Dezap - Shîrabad û berbajerên wê (Nematabad, Hematabad, Hacîabad, Kamoziya), Belûc, Afgan, Ozbek, Tacîk û hwd, xwedî nifûsa 35 hezar e ku ji kesên netew û çandên cûda lê dijîn. Ev der yek ji deverên xîzan û koçber ên bajarê Dezapê ya Îranê ye.

Beşeke girîng a nifûsa Shirabadê, Îranî û Afganî yên belgeyên nasnameya van nîne pêk tînin. Shirabadê ku cîhê kesk, rêyên asfaltkirî û navendên bijîşkî jî di nav de ji binesaziya asgarî bêpar e, di heman demê de bi mirovên parsek, tiryakên madeya hişbir û bêmal re tijî ye. Çop û karîzên bajêr jî bûne qadên lîstika zarokan.

Jin rastî tundiyê tên

Jinên li vê herêmê bi gelek pirsgirêkan re rû bi rû ne. Jin ji bilî pirsgirêkên aborî yên ku rasterast bandorê li ser kalîteya jiyana wan dike, neçar in ku bi pirsgirêkên girîng ên derûnî yên wekî depresiyon, fikar, meylên xwekujiyê û nexweşiyên din ên derûnî re mijûl bibin. Jin bi keda destan tevlî hilberîne dibin û hewil didin bi karên biçûk debara xwe bikin. Jinên ku di malbatê de di plana duyemîn û heta plana seyêmin de ne, bi taybetî hevjînên rastî tundiya mêran tên.

Regl wek tabûyek tê dîtin

Jinên rastî cudakariya zayendî tên ji bilî gelek pirsgirêkan dijîn, dema regl dibin nikarin xwe bigihînin amûrên hîjyenik. Piraniya jinên li Shirabad û deverên derdora wê nikaribin xwe bigihînin amûrên hîjneyik ên regl e û regl wek tabûyek tê dîtin. Li gorî îfadeyên jinan, di pêvajoya regil e de li şûna pedên hîjyenik, paçên qirêj, pîs û ne guncaw tê bikaranîn. Li gorî yek ji jinên li Herêma Nematabadê dijî, jin her cure qumaşê, heta qumaşên neqiş û bi neqşa bi derzî jî bi kar tînin.

Pirsgirêkên tenduristiyê zêde dibin

Pirsgirêka regl e, di mijara regl û hîjyena regl de kêmbûna hişmendiyê bandor li tenduristiya jinan dike û binpêkirina mafên mirovan li qadan pir zêde ye. Kêmbûna çavkaniyên tenduristiyê, ava paqij, malzemeyên hîjyenê ya regl e û nebûna perwerdehiya gel a têkildarî regl e, her wiha cihêkariya zayendî, kêmbûna perwerdeyê ya li dibistanên zarokên keç, zewaca zarokan, tundiya li ser bingeha zayendî dibe sedem ku pirsgirêkên kronîk ên tenduristiyê zêde bibin.

Li gorî gotina yek ji wan jinên bi navê Gergij ku li navçeya Hematabadê dijî, gelek zarokên keç ên di pêvajoya balîxbûnê de, ji ber tabûyên çandî yên derbarê reglê de, nikarin êş û nerehetiya heyama xwe ya regle diyar bikin û alîkariyê ji kesên din dixwazin. Jin diyar dike ku yek ji van zarokan paç bikar aniye û ji ber paça wê ketiye erdê rastî tundiyê hatiye.

Nikarin xwe bigihîjin xizmet û malzemeyên tenduristiyê

Pirsgirêkeke din a ku jin pê re rû bi rû dibînin jî pirsgirêka şuştin û ji nû ve bikaranîna qumaşên hatine bikaranîn e. Ji ber nebûna avê jin nikarin cilên xwe bi rêkûpêk bişûn. Li gorî jinan piraniya wan di heyama xwe de regilê de heman paç bikar tînin. Li gorî bûyerên hatine behskirin, gelek jin di malzarokê de rastî nexweşiyên curbecur ên enfeksiyonên mantar ên cuda, genital sigiler, nexweşiyên bi rêya têkiliya zayendî tujî dibin dijîn. Her wiha ji ber ku mamografi û testa pap smîrê ji ber buhabûna wan nayê kirin, dibe sedem ku li van herêman rêjeya hysterectomy û penceşêra pêsîrê zêde bibe. Her wiha ji ber baweriyên çandî yên li van herêman jin nikarin hebên kontrolkirina ducaniyê bikar bînin. Jin ditirsin ku eger zarokên wan nebin ji aliyê hevjînên xwe ve bên berdan an jî hevjinên wan ji nû ve bizewicin, nemaze Her wiha xelkê vê herêmê di wê baweriyê de ne ku bikaranîna hebên kontrolkirina ducaniyê guneh e û dibe sedema penceşêrên cuda.

Naçin dibistanê

Regl û nehevsengiya têkildarî vê bandorek mezin li ser jinên Shirabad û herêmên derdorê vê dike. Gelek ciwan ji ber tirsa dîtina regl û nebûna malzemeyên hîjyenê ên reglê naçin dibistanê. Gelek kes êşa regi, dysmenorrhoea an jî êşa giran a regl dikişînin û ji ber ku dîtimna regle tabûyek e, nikarin bi kesî re der barê vê mijarê de biaxivîn.

Malbata Grigij berê li Navçeya Hematabadê diman. Malbat ji ber ku nikarin kirêya malê bidin niha bê mal mane û xwe spartine mala xizmekî xwe yê li Taxa Malik Eşter e. Jin dibêjin ku ew cil û bergên kevin an jî çi dikeve destên wan bi kar tînin û ji ber ku ava wan tune ye di şûştina wan de jî zehmetî dikişînin û heman cil û bergên xwe dubare û dubare bi kar tînin. Pirsgirêkeke din a girîng a ku dijîn jî dive zarok û endamên malbatê hewce ne bi rêkûpêk biçin hemam û tûwaletê, lê nikaribin xwe bigihînin van pêdiviyan.