Komeleya Emel ji bo jin û zarokan hêviyên jiyanê ava dike

Rêvebera Komeleya Emel Lîlav Hisên der barê Komeleya Emel de wiha got: “Komeleya Emel ji bo jin û zarokên ku bûne mexdûrên şer perwerde û alîkariyê pêşkêş dike.

VIYAN AMED

Qamişlo - Jinên Bakur û Rojhilata Sûriyeyê bi teyisandina şoreşa jinan re jiyana xwe bi rexistin dikin û bi re vê dibin. Lê dewleta tirk a dagirker û hevkarên wê rojane êrîşî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dikin. Di encama van êrîşan de herî zedê zirar digihîje jin û zarokên ku li herêmê dijîn. Di bin sîwana şoreşa jinan de, jin ji bo ku bandora şer li ser jiyan û civakê kêm bikin, gelek sazî û dezgeh ava dikin. Yek ji wan projeyan Komeleya Emel e ku bi armanca xwedîderketina li jin û zarokên ji ber şer bi bandor bûne, ava bûye. Rêvebera Komeleya Emel Lîlav Hisên bandora şer li ser jin û zarokan di heman demê de li ser armanca komeleyê axivî.

‘Ji ber êrişan zirarên mezin digihîjin jin û zarokan’

Lîlav Hisên armanca avakirina komeleya Emel anî ziman û got: “Armanca me ya sereke xwedîderketina li  jin û zarokên ku bûne mexdûrên şer e. Di encama êrîşên dewleta tirk û DAIŞ'ê de gelek kesan jiyana xwe ji dest dane her wiha bi sedan kesên jin û zarok jî di nav de rastî gelek zirarên bedenî hatine. Li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bandoreke mezin li ser jiyana ev jin û zarokên mexdûrên şer çêbûye, herî zêde jî li ser derûniya wan ku di pêşerojê de dibe bingeheke ji civakeke nexweş re. Ji ber vê yekê me girîngî da vê mijarê û dest bi projeya xwe kir.”

‘Komeleya Emel bi vîna jinan hatiye avakirin’

Lîlav Hisên di berdewamiya axaftina xwe de da zanîn ku ji ber feraseta mêr hêza jinan hatiye tepisandin lê jin bi hêza xwe dikare her tiştî bike û wiha axaftina xwe bi lêv kir: “Ji encamên din ên şer de zirarên ji milê aborî ve derdikeve lewma me wek Komeleya Emel hewl da ku em alîkariya jinan ji vî alî ve jî bikin da ku debara jiyana xwe bikin. Heta roja îro hinek jin hene ku di bin bandora feraseta baviksalariyê de ne. Ev yek dibe sedem ku bêbawerî û şikandineke mezin di kesayeta jinan de ava bike. Ji ber feraseta civakê û kevneperestiyê gelek jin ji qadên jiyanê bêpar dimîne. Em hewl didin  xwe bigihîjînin hemû jinên ku bûne mexdûrên şer û derfetên jiyanê ji wan re çêbikin. Komeleya Emel bi vîna jinan hatiye avakirin û sazkirin dê ji bo bihêzkirina jinan têbikoşe.”

‘Pêwîst e jin bi hêz bin û bikaribin jiyana xwe bi rê ve bibin’

Lîlav Hisên destnîşan kir ku dema jin hêza xwe ya veşartî derxin û bikaribin ji bo birêvebirina jiyana xwe bi kar bînin dê serkeftinê misoger bike û wiha pê de çû: “Dema ku jin bi xwe kar bikin, bikaribin debara xwe bikin, biryarên xwe bidin wê bawerî û hêzeke mezin ji wan re ava bibe. Di nava Komeleya Emel de hevaltî û hêzeke jinan a xurt derketiye pêş û dibe moralek ku me li ser piyan bihêle. Hêza jinan a xurt û veşartî heye. Dema ku jin xwedî îrade bin, wê bikaribin her tiştî bi dest bixin.”

'Zehmetiyên jiyanê ji me re bûn tecrube'

Lîlav Hisên di dawiya axaftina xwe de projeyên pêşerojê yên ji bo jin û zarokan wiha rêz kirin: “Komeleya Emel hem ji bo jinan, hem jî ji bo zarokan navendên perwerdeyê ava kirine. Ji bo zarokan perwerdeyên ziman û komputerê hatine vekirin. Her wiha ji bo jinan jî cihê dirûtina cil û bergan û karên destan vekiriye. Her çiqasî destpêkê di komaleya me de zehmetî çêdibûn lê ew hemû zehmetî veguherîn tecrubeyên jiyanê. Weke Komeleya  Emel em ê ji bo jin û zarokên ku bûne mexdûrên şer, projeyên nû biafirînin. Daxwaza me ji sazî û rexistinên mirovî û kesên xêrxwaz ew e ku ji bo zarok û jinên mexdur destek bidin.”