Çalakvanan: Li pişt biryara dadgehê rojevek siyasî heye

Jinên çalakvan nerazîbûna xwe li dijî biryara dadgeha fedaral ya Îraqê ku mafê jinan binpê dike anîn ziman û diyarkirin ku li pişt biryara dadgeha federal acindeyek siyasî heye.

MÎHRÎBAN SELAM KAKAYÎ

Helepce – Piştî ku dadgeha federal ya Îraqê yasaya jimare 15 di sala 2008’an de (Yasaya di aliyê keseyetî jimara 188 sala 1909’a hate erê kirin) karkirina bi xala pêncem ya madeya 40 ya heman yasaya Îraqê hate rewastandin û li cihê wê hinek xalê din hate danîn; ‘Ger mêrek zewaca dûyem bike, mafê jin heye ku daxwaza hevberdanê bike.’ Lê belê di 30’ê Mijdarê de dadgeha fedaral ya Îraqê biryar da ku ew yasaya ku mafê jinê diparêze were rûxandin û êdî mafê jinê nebe ku daxwaza mafê hevberdanê bike. Ev biryar li Başûrê Kurdistanê bû sedemê nerazîbûnên jinan. Jinan helwestên tund li beramberî vê biryarê nîşan dan û diyar kirin ku Îraq bi aqlê mêrsalarî yasayan derdixin.

‘Li pişt biryarê rojevek siyasî heye’

Berpirsa beşa pêşîlêgirtina tundîtûjiyê di rêxistina geşepêdana miroyî Hana Şiwan wiha got: “Me li pişt derxistina vê biryarê çend civîn li darxist, em hemû gihan wê qeneatê ku li pişt vê biryarê rojevek siyasî heye û armanca wan ne aramiya civakê ye.”

‘Bi yasayê zilm li jinê tê kirin’

Hana Şiwan destnîşan kir ku di nava metna yasayan de zilm li jinê tê kirin û wiha dom kir: “Ji nefeqe, zarok girtin, hevberdan û niştecihbûnê bigre bi dehan pirsgirêkên din wê bikevin ber destê jinê, dane jî destnîşan dikin ji ber ne aramiya di aliyê siyasî, civakî û aborî de rêjeya pirzewacê zêde zêde kiriye. Biryara dadgehê ji bo piştgirîkirina pirzewaciyê ye. Lê belê em hemû li dijî vê biryarê ne û bi hewla me hemûyan rêgiriya li vê biryarê ye.”

‘Em bi yek dengê li dijî vê biryarê ne’

Çalakvana mafê jina Çiya Yasîn bi bîr xist ku ev yasaye dengek mezin bi xwe re anî, ji ber Şîratê pêşî rê li ber pircewaziyê vekir û niha vê bi yasayî dikin û wiha got: “Ya ku niha dadgeha federal dikin li gor planên wan e, da ku li gora yasayê bersiv bidin. Ji ber nabe biryara di nava Îraq û herêmê de têkel bibin. Em bi hev re biryar didin û bi yek helwestî em yek deng in, ji ber wê nikarin li Kurdistanê vê yasayê bi hêsanî derbas bikin.”