Ji dîroka hezar salan bigire heya getoyên Naziyê: Sûr

Piştî pevçûn dest pê kir li şûna xaniyên hilweşiyayî avahiyên nû yên li navçeya Sûra dîrokî ya Amedê hatine çêkirin, merasîma miftedayîna xaniyan dest pê kir. Hevseroka Odeya Plansazên Bajar a Amedê Bêrîvan Guneş diyar kir ku xaniyên ku dişibin girtîgehan, tu têkiliya wan bi mîmariya Sûrê re tune ye û got, "Van pêkanînên li ser navê guhertin û veguherandina avahiyan ji aliyê fîzikî, civakî û çandî ve, ji bo tunekirina dîroka hezaran salan hatine kirin.

 

MEDÎNE MAMEDOGLU
Amed-  Qedexeya derketina kolanan a ku piştî pevçûnên li navçeya Sûra Amedê di 2’ê Kanûna 2015’an de hatibûn îlankirin vê dawiyê li du taxan bi awayek beşek hat rakirin. Fatîhpaşa, Hasirli, Dabanoglu û Taxên din ên li Sûrê ku di lîsteya Mîrata Cîhanê ya UNESCO’yê de ne, bi biryara "Qedexekirina Bilez" a di 21’ê Adara 2016’an de ku piştî pevçûnan hat girtin, yek bi yek hatin rûxandin. Li navçeya ku bi hezaran xaniyên dîrokî û tomarkirî hatin hilweşandin bi tevahî 24 hezar kes neçar man koç bikin.
Hilweşandîn 6 sal in didome
Piştî biryara desteserkirinê ya ku ji hêla Wezareta Hawirdor û Bajarvaniyê ve li navçeya ku xanî bi kebçeyan hatin hilweşandin, kolan bi bariyerên polîsan hatin girtin. Ji 2016’an ve, li navçeyê dema qedexeya derketina derve û li şûna xaniyên ku dema hilweşîn berdewam dikir, hilweşiyan li gorî gotinên wezaretê “xaniyên nûjen" hatine çêkirin. Xaniyên ku tê îdiakirin li gorî mîmariya Amedê hatine çêkirin, bi kevirên bazaltê yên du qatî yên ji derve anîne hatine çêkirin. Ji bilî xanî, avahiyên ku wekî xwaringeh, otêlên bûtîk û cihên şahiyê hatine avakirin ji hêla mîmar û plansazên bajar ve wekî "Getoyên Naziyê" tên binavkirin.
Xwedî mafan hatin mexdûrkirin
Ji bo wan avahiyên ku ji derve ve dişibiyan girtîgehan û tu eleqeya wan bi xaniyên Sûrê yên kevn re tunebû, merasîma miftedayînê dest pê kir. Bihayê xaniyên ku li ser malperê ji bo firotanê hatine danîn di navbera 750-800 hezar TL. de ye. Lê lê gorî nûçeyan xwedan maf tên mexdûrkirin û ji hêla wezaretê ve tên tawanbarkirin. Hin welatiyan tevî mexdûriyeta xwe jî ji bo bertek nîşan bidin mifteyên malên xwe negirtin..
Hevseroka dîwana Şûbeya Plansazên Bajêr ê Amedê Bêrîvan Guneş, pêvajoya ku piştî pevçûnan, li ser avahiyên dîrokî û çandî-civakî yên li navçeyê hat destpêkirin ji ajansa me re nirxand. Bêrîvan Guneş diyar kir ku piştî pevçûnan avahiyên dîrokî bi biryara herêma metirsîdar hatine hilweşandin û da zanîn ku piraniya xaniyên ji ber desteserkirinê hatine hilweşandin wêran bûne.
"UNESCO li hember pêvajoyê bêdeng û bêbersiv ma" 
Bêrîvan Guneş diyar kir ku UNESCO di vê pêvajoyê de pasîf maye û bi bîr xist ku wan gelek caran ji bo parastina Sûrê wan bang li UNESCO’yê kirine. Bêrîvan Guneş diyar dike ku digel bang kirine jî berpirsyarî di wexta xwe de nehatiye bicihanîn û wiha balê dikşîne:
"Sûr di dawiya xebat û hewldanên mezin de, di Tîrmeha 2015’an de di nav lîsteya Mîrata Çandî ya Cîhanê de cihê xwe girt. Bajarê ku piştî pevçûn û wêraniyê ziyanek mezin dît, tu kesê ji bo navçeyê tiştek nekir. UNESCO di vê mijarê de pir bêdeng û bêbersiv ma. Dihat xwestin ku wêrankirin û hilweşîna li navçeya Sûrê di 40’emîn civîna Komîteya Mîrata Cîhanê ya Rêxistina Perwerde, Zanist û Çandê ya Neteweyên Yekbûyî (UNESCO) ya sala 2016’an de li Stenbolê were nîqaşkirin. Lê belê zirara ku li Sûrê çêbû di civînê de ji derveyî nîqaşê hat hiştin. Vê helwesta UNESCO’yê hem pir zirarê da tomarkirina objektîf a rûxandina li Sûrê û hem jî pêbaweriya bi UNESCO’yê şikand."
"Piştî sê salan, li navçeyê çavdêrî hat kirin" 
Bêrîvan Guneş destnîşan kir ku piştî hilweşîna xaniyan lêpirsîn hatine destpêkirin, teqez kir ku UNESCO di vê pêvajoyê de nebes û pasîf maye. Diyar kir ku avahiyên dişibin getoyên Naziyan li şûna xaniyên dîrokî,yên hatine rûxandin, yên yektîp hatine çêkirin. Bêrîvan Guneş got; "Gava ku em li xaniyên nû hatine çêkirin dinêrin, dibînin ku hewl dane, bajarekî bi navê 'nûjen' ku dûrî resenî û mîmariya Sûrê ye çêbikin. Gelek kolanên ku 7 metre dirêj bûn, veguherandine cadeyek 15 metre dirêj gelek kolanên ne li gorî mîmariya Sûrê hatine çêkirin. Di encama vê de jî gelek avahiyên tomarkirî yên ku hewce bû bihatana parastin hatin hilweşandin. Ên ku îdia kirin ew ê Sûrê bikin Toledo van avahiyan çêkirin."
Diyar kir ku wan nameyek vexwendinê şandine ji bo rûniştina ku piştre hat kirin, Bêrîvan Guneş diyar kir ku bi nameya ku wan şandiye, UNESCO’yê biryar da ku ji Tirkiyeyê ji bo danişîna din raporek nûvekirî û dirêjkirî û ji bo serdana şandeya şopandina Reaktiv a ICOMOS’ê dîrokek diyar bikin. 
"Heyetek, UNESCO û TMMOB jî tê de, li taxên Dabanoglu, Fatîhpaşa, Savaş û Hasirli ku pevçûn lê qewimîn, digel 17 36 avahiyên tomarkirî yên di 17’ê Çileya 2019’an de muayenekirin. Zirarên ku li qadê rû da piştî lêkolînan bi raporekê pêşkêşî raya giştî hat kirin.
"Xaniyên hatine çêkirin eleqeya wan bi mîmariya Sûrê re tune ye" 
Bêrîvan Guneş di dawiya axaftina xwe de wiha got: "Van pêkanînan tevna kolanê ya resen a vî bajarî bi tevahî hilweşand. Me didît ku avahiyên nû yên li herêmê bi tevahî avahiyên beton-bermayî yên di binê bazaltê de ne û li dijî avahiya kevneşopiya mîmariya Amedê ne. Xaniyên hatine çêkirin xwediyê taybetmendiyên xas ên xaniyên mîmarî yên kevneşopî yên Sûrê nîn in wekî pencereyên bendavê, kevirê bazalt, hewşên mezin, derî û pencereyê yên ber bi detayên dîwarê kolan û hewşê ve. Di heman demê de, hat dîtin ku kevirê bazaltê bi rêbaza girêdanê re li ser eniyên avahiyên nû tê bikaranîn ne kevirê bingehîn ê Amedê ye. Em dikarin bi zelalî bibînin ku hilweşîna li Sûrê ne tenê fizîkî bû di heman demê de destwerdanek bû di avahiya wê ya civakî-çandî de. "
Hevserokê dîwana Şûbe ya Plansazên Bajêr ê Amedê Berivan Guneş diyar kir ku li Sûrê dîroka bi hezaran salan hatiye rûxandin.
"Ev pêkanînên bi armanc veguherîna avahiya fîzîkî û sosyo-çandî, bingeha wêrankirina dîroka hezaran salan a li Sûrê ye. Gava ku em di dawiya çar salan de ketin herêmê, me dît ku ji Sûra kevn tiştek nemaye. Jixwe malan nadin xwediyên wan. Xwediyên rast ên ku peymanên wan bi yekalî tên betalkirin ne xwediyên wan derfetan in ku bihayê ji hêla wezaretê ve hatiye ragihandin bikaribin bidin.”