Kakayi û Misilman bi hev re cejna Remezanê pîroz dikin

Helepçe hertim weke cihek yê bi hev re jiyanê tê nasîn. Di demê kevin de ji welatiyên ji baweriyên cuda bi hev re jiyane, niha jî Kakayî û Misilman bi hev re merasimên civakê pêşwazî dikin.

MÎHRÎBAN SELAM KAKAYÎ
Silêmanî - Li Kurdistanê bi avabûna civakê re, timî mirovên ji nijad û baweriyên cuda bi hev re jiyane. Sîstem û desthilatdar her tim hewil dane bi rêya olî civakê li dijî hevdû rakin, dîsan jî nekarîne têkiliyên mirovan ên civakî xirabikin û wan li hemberî hev bidin karanîn. Li navçeya Helepçe ev bi sedsalane cihê niştecihên Kakayî û Misilman bi hev re jiyane ye. Niha jî bi hev re cejna Remezanê pêşwazî dikin, jinên Kakayî û Misilman di derbarê bi hev re jiyana xwe de ji ajansa me re axivin.
Ez gelek bi cîrantiya Kakayiyan keyfxweşim”
Dilxwaz Heme Ezîz li Helepçe Mamostayek Dêrine û Misilmane dide diyarkirin ku ew ferqê naxin nava cîranên xwe yên ji baweriyên cuda û wiha domand: “Ev bi salane ez li navçeya Helepçe dijîm û gelek xwendevanên min yên Kakayî hebûn lê belê qet cerekê jî ez rastî bê rêziya wan nehatim. Mala me li taxa Kakayiyane û ji bi cirantiya wan ez gelek keyfxweşim.”
“Bi hev re em merasîmên civakî pêşwazî dikin”
Kuwêstan Osman keçek Misilmane dide zanin ku her çendî olê wan û Kakayîyan ji hev cûdaye jî lê belê ya herî giring mirovatiye û wiha got: “Helepçe cihek biçûke, em hemû hevdû nas dikin. Di dema merasîmên civakê de jî em bi hev re bejdar dibin.  Dîrok jî bûye şahidê vê rastiyê, heta niha jî di nava mede buyerek nexweş çênebûye.”
“Li Helepçe em mirovên hevin” 
Misrî Heme Basim jinek Kakayî ye û rûniştvanê navçeya Helepçeye dibêje: “Cejna Remezanê ser seran û serçavan em pêşwazî dikin. Her tim di meha Remezanê de ji ber rêzê li ber çavê Misilmanan em tiştekê naxwin. Di demên kevin de jî wek niha her tim me rêz li Misilmana girtiye. Roja cejnê her çend ji di kevin de çikolata nebûn jî me xwarin di gerand. Her cejin xwarina min amadeye, siharê saet pênc ez deriyê mala xwe vedkim ji bo pêşwazîkirina mêhvan û ez bi xwe ji diçim cejna ciranên xwe yên Misilman.”
Ji dîrokê heta niha Helepçe weke cihê bi hev re jiyana olên cuda tê zanîn. Di demê berê de jî Kakayî û Misilman bi hev re jiyan dikirin. Lê belê pîştî sala 1948’an dema vegeran Israîl tenê taxa wan maye. Niha jî Kakayî li Helepçe bi Misilmanan re jiyan dikin û piraniya wan niştecihên Helepçene. Herwiha li bajarên din yên weke Silêmanî, Hewlêr, Kerkuk, û Germiyan belav bûne.