Ji ber şer hê jî zarok û jin li Idlibê jiyana xwe ji dest didin

Li Idlibê ji ber rewşa aborî ya xirab, xizanî û koçberiyê gelek zarok û jinên Idlibê li hawirdorên xeternak ji bo lêgerîna li xwarinê û cilan di nava çopan de û di nava zeviyên çandiniyê yên ku bombe û mayinên neteqandî li wan hene, dixebitin û ev jî dibe sedem ku gelek kes jiyana xwe ji dest bidin.

Li Idlibê ji ber rewşa aborî ya xirab, xizanî û koçberiyê gelek zarok û jinên Idlibê li hawirdorên xeternak ji bo lêgerîna li xwarinê û cilan di nava çopan de û di nava zeviyên çandiniyê yên ku bombe û mayinên neteqandî li wan hene,  dixebitin û ev jî dibe sedem ku gelek kes jiyana xwe ji dest bidin.
SUHÊR EL-IDLIBÎ
Idlib- Li Idlibê gelek hemwelatî di warê aborî de êşê dikşînin bi taybetî yên ku di rewşa koçberiyê de dijîn. Gelek zarok û jin ji bo peydakirina debara jiyanê diçin cihên bermahiyên şer lê mane kar dikin û rastî zerarê tên û jiyana xwe ji dest didin. Ji van kesên ku ji bo debara jiyana xwe dabîn bike, zarokê bi navê Husam El-Şayib ê 12 salî ye û lingekî wî jêbûye. Ew bi malbata xwe re li kampa Maara Mesrîn dijî, beriya sê salan ji gundê xwe yê Maara Herma koçber bûn û li kampa Maara Mesrîn niştecih bûn. Di dema ku ew di nava çopên li nêzî kampa Maara Mesrîn digeriya lingê xwe yê çepê winda kiriye, li ser wê demê dibije: “Her roj ez bi hejmarek zarokan re em diçûm cihê çopê ji bo lêgerîna xwarin û cilan û metalên wekî hesin û plastîk me dianî ji bo firotinê. Di nava çopê de min perçeyek metal dît û dema ku min xwest hilgirim di cih de teqiya û min dît ku lingê min çawa bi giranî birîndar bûye heman bêje qut bûye. Di wê kêliyê de min digot ez nêzî mirinê me, dema min çavên xwe li nexweşxaneyê vekir dît ku lingê min ê çepê jêbûye.”
Bûyerên bi vî rengî hatine serê gelek zarokên din li deverên din Idlibê û ev bûyer û qeza her dem dubare dibin bi taybetî li deverên ku berê şer û topbaran lê qewimîne.
"Xeyalên me yên bi hêviyê dagirtî bûn kabûs" 
Jina bi navê Serab El-Zatot a 40 salî di sala 2020'an de dema ku hêjîr berhev dikirin, hevjîn û kurê wê li ber çavên wê jiyana xwe ji dest didin. Serab El-Zatot bi êş û hesret behsa hûrgiliyên wê bûyerê dike û wiha dibêje: “Em bi hev re ketin rê, ji bo ku demsala hêjîranê em li bendê bûn ku em berhev bikin û kêliyên herî kêfxweş bibin. Em di wê hêviyê de bûn ku ji bo îsal malzemeyên germkirinê, cilên zivistanê û xwarinê bînin lê xewn û xeyalên me yên ku bi hêvî di rastiyê de bûn kabûsek. Mayînek nêzî me teqiya û di encama vê teqînê de hevjîn û kurê min ê 10 salî yê bi navê Raed jiyana xwe ji dest dan.”
Serab El-Zetot li gundê Ablîn li Cebel El-Zawiyê dijî, tevî metirsiyên jiyanê di wî gundî de hene û ji ber ku ew gund nêzî eniyên şer e wê dev ji gundê xwe berneda, tişta herî zêde ku wê bi gundê wê ve girêdide erdê çandiniyê û hejîr in. Ew erdê ku salane berhem jê digrin çavkaniya jiyana wan e ku debara mala xwe pê dikin lê ev zevî di encama şeran de veguheriye zeviyê mayinkirî yê xeternak û gelek kes di nav de jiyana xwe ji dest didin. 
"Herî zêde jin û zarok ji bermahiyên şer zerarê dibînin"
Hemşîre Rawan El-Omer a 30 salî ku di beşa lezgîn a Nexweşxaneya Navendî ya Idlibê de dixebite dibêje: “Piraniya qurbaniyên bermahiyên şer zarok û jin in û gelek endamên heman malbatê dibin qurbanî. Piranî bûyerên bi vî rengî di dema werzên çandiniyê de zêde dibin ji ber ku di nava zevî û erdan de bermahiyên şer wekî roketên hawanê, bombe û mayinên kevin hene, dibin sedem ku gelek kes jiyana xwe ji dest bidin an jî dest an lingên xwe winda bikin.”
"Li  parêzgehên Sûriyeyê di encama bermahiyên şer de jin û zarok dibin qurbanî"
Çavdêriya Sûriyeyê ya mafên mirovan aşkere kir ku 19 kesên sivîl di encama teqînên bermahiyên şer de di meha Mijdarê de ku di nava wan de zarok jî hebûn jiyana xwe ji dest dane û diyar kir ku kesên jiyana xwe ji dest dane ji tevahiya parêzgehên Sûriyeyê ne û di nav de Idlib heye. 
Teqemenî di nav dosyayên herî girîng ên girêdayî şerê Sûriyeyê ku ji sala 2011'an ve berdewam dike de ne. Di sala borî de Sûriye li gorî rapora salane ya çavdêriya mayinan diyar bûye ku hejmara kesên ji ber mayinan jiyana xwe ji dest didin pir zêde bûye.