“Çeteyên DAIŞ’ê bi keviran xwişka min qetilkirin”

Sûad El-Elî ya Hecîn a Dêrezorê ye dema herêma wan di destê çetan de gelek bûyerên bi êş jiya ye. Sûad da zanîn ku yek ji wan bûyeran jî recimkirina xwişka wê Hesna El-Elî ya dayîka 4 zarokan bûye û got: “Weke zebaniyan bi keviran xwişka min qetil kirin. Tişta ku me bi çavên xwe dît bila tu çav nebînin.”

Sûad El-Elî ya Hecîn a Dêrezorê ye dema herêma wan di destê çetan de gelek bûyerên bi êş jiya ye. Sûad da zanîn ku yek ji wan bûyeran jî recimkirina xwişka wê Hesna El-Elî ya dayîka 4 zarokan bûye û got: "Weke zebaniyan bi keviran xwişka min qetil kirin. Tişta ku me bi çavên xwe dît bila tu çav nebînin."
Dêrezorê - Dema ku DAIŞ'ê di navbera salên 2014 -2019'an de herêma Dêrezorê ya  Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dagir kirin, di encamê de gelek jin û zarok hatin qetilkirin. Heya niha jî jinên wê h erêmê wan bûyerên bi êş bi bîr tînin. Sûad El-Elî ya ku xwişka wê bi destê çeteyên DAIŞ'ê hat recimkirin got ku eşîran nikaribûn binpêkirinên çeteyên DAIŞ'ê yên li ser zarokên xwe rawestînin. Diya çar zarokan Hesna El-Elî ya 35 salî ku ji bajarokê Hecîn ê dikeve rojhilatê Dêrezorê bû, bi sûceke derexlaqî hat sûcdarkirin û di girtîgeha çeteyan de 15 rojan di bin îşkenceyê de ma, neçar ma ku derew bike bibêje ku wê sûcê derexlaqî kiriye.
"Piştî dagirkirina çeteyên DAIŞ’ê li Sûriyeyê jiyan veguherî dojehê"
Der barê wê bûyerê de xwişka Hesna, Sûad El-Elî ya ku hewl dide şûna xwişka xwe di mezinkirina zarokên wê de bigre wiha got: "Di sala 2014'an de çeteyên DAIŞ'ê herêma me dagir kirin. Wê demê xwişka min bi tena xwe dima. Hesna bi nexweşiya penceşêrê ketibû û ji bo dermankirina xwe diçû Şamê. Dema çûbû Şamê malbatek ku kurê wan li Dêrezorê jiyan dijiya, mîqdareke pere bi Hesna re ji kurê xwe re şandin. Piştî ku xwişka min vegeriya Hecînê bi kurê wê malbatê re axivî da ku were emanetê xwe bigre. Dema ku ew xort hat mala Hesnayê, agahî gihîşt çeteyên DAIŞ'ê, hîn bûn ku xortekî derbasî mala wan bûye, bêyî ku mêr di wê malê de hebin, çeteyan derdora malê dorpêç kirin, hin jinên ku bi wan re kar dikirin bi xwe re anînbûn, bi dengekî bilind pirsa xwediyê malê dikirin û derbasî mala Hesnayê bûn."
Sûad da zanîn ku dema herêm di bin dagirkeriya çeteyên DAIŞ'ê de bû qedexe bû ku jinek bi tena xwe derkeve, pêwîst bû mêrek an jî zarokeke kur pê re hebe û wiha berdewam kir: "Qet nedihat qebûlkirin ku jin bi mêran re biaxivin. Çete derbasî mala Hesnayê bûn û Hesna bi sûcdariya ku bi mêrekî re têkilî daniye û destûr daye wî ku derbasî mala wê bibe bêyî ku mêrek di malê de hebe, ew girtin."
"Ji bo ji îşkenceyê xilas bibe sûcên ku nekiribû girt ser xwe"
Suad diyar kir ku ji ber 15 rojan xwişka wê rastî îşkenceyê hat wê sûcên ku qet nekiribû girt ser xwe da ku ji îşkenceyê xilas bibe û wiha axivî: "Tevî ku xwişka min bi nexweşiya penceşêrê ketibû jî çeteyan qet guh nedan rewşa wê ya tenduristiyê û ew rastî îşkence, lêdan û şîdeta derûnî hat. Heya ku ew gihîşt astekê ku ne rast biaxive û sûcên ku qet nekiriye bigre ser xwe ji ber ku nema tehemul dikir. Malbatê jî nikaribû tiştekî ji xwişka min re bikin ji ber ku ditirsiyan çeteyên DAIŞ'ê komkujiyek li ser wan  pêk bînin. Piştî ku ji ber îşkenceyê Hesnayê sûcên ku qet nekiribû girt ser xwe, çeteyan cezayê recmandina bi keviran lê birîn. Daxwaza wê ya dawî ew bû ku beriya were recimkirin dîtina zarokên xwe bibîne. Beriya ku were recimkirin bi rojekê zarokên wê jê re anîn. Piştî 15 rojan ji cejina Remzanê di sala 2015'an de li ber avahiya ku niha bûye Meclisa Gel, Hesna hat recimkirin. "
Keça wê Fatima El-Reed a 11 salî der barê hevdîtina xwe ya dawî bi dayika xwe re axivî û wiha  got: "Dayika min bi tena xwe di odeyeke biçûk de bû, wê demê ji ber germa zêde em tî bibûn, diya min ji çeteyan av xwest lê wan hindik av anîn, têra me nekir. Diya min av da me û ew tî ma, dîsa ji wan av xwest, yekî ji çeteyan jê re got: 'Tê çi bikî ji avê berê te li mirinê ye.' Diya min mir bêyî ku dilopek av vexwe. Li ber çavên min û birayên min ên biçûk diya me dan ber keviran."
"Zebaniyan xwişka min bi keviran qetil kirin"
Sûad eşkere kir ku çeteyan gel neçar kirin ku ew jî beşdarî recimkirina Hesnayê bibin û wiha got: "Erd kolan û xwişka min xistin hundirê wê û tenê serê wê ji derve hiştibûn û gel neçar kirin ku xwişka min bi keviran recim bikin. Ew zebaniyên dojehê bûn û bi hovîtî xwişka min qetil kirin. Hesnayê bi dengekî bilind qîrîn dikir û ji wan dixwest ku rehmê lê bikin lê tu kesî guh neda qîrînên wê, heya ku xwîn ji hemû deverên bedena wê herikî û jiyana xwe ji dest da. Cenazeyê wê teslîmî malbatê hat kirin. Me bi zehmetî ew defin kir ji ber ku dîmenê wê nayê gotin, tişta ku me bi çavên xwe dît bila tu çav nebînin."