Hind Shalakany: Rêxistina Jinên Ereb di dema krîza koronayê de berê xwe da xebatên lêkolînê

Rêxistina Jinên Ereb dest ji xebatên xwe yên lêkolînê bernedaye, berovajî ew girîngiyeke mezin dide wê, bi taybetî di sala borî de, xebateke lêkolînî ya mezin ku di navbera pirtûkên zanistî, lêkolîn û gotarên siyasî yên giştî de li ser jinan cuda bû, pêk anî.

ASMAA FATHÎ
Qahîre- Krîza koronayê bi giştî bandorê li rewşê kiriye û bertekên wê karên gelek sazî û rêxistinan asteng kiriye, vê krîzê siya xwe daye ser jinan û bûye sedem ku jin rastî rêjeya herî mezin a tundiyê bên. Rêxistina Jinên Ereb jî ji bo xurtkirina xebatên xwe di warê lêkolînê de xebitî, lewre di heyama nexweşiyê de gelek weşan û xebatên lêkolînê weşandin û bi riya wê dikaribû hejmareke mezin ji dane û lêkolînên girêdayî jinan berdest bike û weşana wê ya dawî ew bû, "Bandora krîz û karesatên mezin li ser jin û zarokên keçik di cîhana Ereb de.
Di çarçoveya semînera ku rêxistinê di çarçoveya çalakiyên pêşengeha Qahîrê ya navdeweletî  ji bo pirtûkan di dewreya 23'an de organîz kir, ajansa me bi Rêvebera Yekîneya Lêkolîn, Weşan û Ragihandinê ya Rêxistina Jinên Ereb Hind Shalakany re hevpeyvînek pêk anî ku di wir de bêtir xebatên lêkolînê yên rêxistinê di sala derbasbûyî de her wiha pêşkêşkirina hin hûrgiliyên weşanên wê yên dawî bi me da nasîn.
 Di semînera ku li pêşangeha pirtûkan hat lidarxistin de, we şaxên weşanên xwe yên dawî ku bandora karesatan li ser jin û keçên welatên Ereban dinirxîne, nîqaş kir. Sedema amadekirina vê lêkolînê û şaxên wê yên sereke çi ye?
Me dît ku çawa krîza koronayê bandorê li aliyên curbecur ên jiyanê kir û guhertina herî dawî ji îlhama wê qeyranê û bertekên wê yên li ser herêma Ereb nemaze jin û zarokê keçik hat, bi taybetî ew kategoriya herî mezin in ku rastî bargiranî û windahiyan hatin.
Tiştê ku di encama vê qeyranê de bala me kişand ew bû ku jin bi wan re rûbirû bûn, vê yekê jî hişt ku ji bo lêkolînkirina van rewşan û pîvanên wan û gihandina mekanîzmayên ji bo bihêzkirina wan, xebat lazim be. Vê kêmasiyê kir ku ew pir li ber xwe nedin.
Der barê lêkolîna dawî de, ew behsa bandora qeyranên mezin ên cîhanî li serjin û zarokên keç li herêmên Ereb dike û ew krîz di nav karesatên aborî û xwezayî de hatine dabeşkirin. Di nav de krîza koronayê, şerên çekdarî û pirsgirêkên koçberî û penaberiyê û encamên felaket ên din jî hene. Di dawiyê de, Rêxistina Jinên Ereb, bi riya lêkolîna xwe, li ser komek ji pêşniyaran der barê çawaniya danîna planên aktîf ji bo rûbirûbûna qeyranan rawestiya ku dê di operesyonên piştgirî û rizgariya ji her cure krîzê de her wiha amûrên ku jin bikaribin li ber xwe bidin û bi ser bikevin, tevlibûna hemû koman pêk bîne.
 Hun dikarin ji me re behsa xebatên lêkolînê yên di rêxistinê de û weşanên herî girîng ên ku hûn di van demên dawî de li ser xebitîne bikin?
Der barê modelên weşanên ku di van demên dawî de derketine, di nav de pirtûka jin, huner û medya ku bi riya wê re li ser fikra têkoşîna li dijî şoreşa qalibî ya li dijî jinan û riyên guhertina çandî û civakî hatin nîqaşkirin.
Gelo lêkolîn û weşan bi lêkolînerên Rêxistina Jinên Ereb re sînordar in, an hûn bi hevkarên derveyî çarçoveya wê re hevkariyê dikin?
Rêxistina Jinên Ereb her tim ji bo hevkariyê bi hevkarên din re vekirî ye lê mijar ji aliyê mijara lêkolînê û qada lêkolînê ya ku di amadekrinê de tê xwestin diyar dibe. Li ser vê bingehê rewş tê nirxandin û piştre aliyê ku li ser karê me zêde dibe tê hilbijartin. Weke mînak, em bi hevkariya Rêxistina Xwarin û Çandiniyê ya Neteweyên Yekbûyî "FAO" re di dosyaya çandinî û geşedana gundan de kar dikin û di hin mijaran de em bi rêxistinên din re wekî Rêxistina Pêşxistina Îdarî, Rêxistina Kar û yên din re wek rêxistinên navneteweyî re hevkariyê dikin.
 Her wiha hevkariyek bingehîn bi rêxistina "Jina Nû" re heye di gelek projeyan de wek projeya "kota" ku girêdayî danîna kotayan ji bo jinan e, bi mebesta handana wan ji bo beşdarbûna di siyasetê de.
Tevlibûna jinan di lêkolîn, nivîsandin û afirîneriya giştî de çiqas e
Tişta ku der barê hebûna hejmarî ya jinan de tê behskirin, bi giranî neheqî ye, her çend bi awayekî nisbî diqewime jî bi rastî ji ber kar û erkên piralî yên ku di nav malbatê de, di hebûna jinan de kêmasiyek hejmarî heye lê belê jin amade ne û hebûna xwe di karên afrîneriyê de ferz dikin.
 Rêjeya beşdarbûna jinan di nivîsandin, lêkolîn û warê afirîneriyê de di van salên dawî de pir zêde bûye. Jixwe îsal jî li welatên Ereb çend xelatên edebî yên bi prestîj di asta wêje û wergerê de ku jinan bi dest xistine, hene û em dikarin bêjin ku jin hebûna xwe bi awayekî bi qalîte ferz dikin lê bi jimare li gorî mêran kêmtir in ji ber ku barê giran ê hildigrin ser milên xwe zêde ne.
 Jin li welatên cuda ji ber hemû cureyên şîdetê êşê dikşînin gelo Rêxistina Jinên Ereb bi taybetî bi vê dosyayê re çawa mijûl bû?
Mixabin, tecrubeya nexweşiyê îsbat kiriye ku li seranserê cîhanê rêjeya tundîtûjiyê ya li ser jinan zêde bûye ji ber zextên civakî yên ku di heyamên girtinê de rû didin û encamên wê yên aborî. Bernameyeke mezin ji bo rûbirûbûna tundîtûjiya li ser jinan heye ku rêxistin li ser kar dike bi riya lêkolîn û rahênanên bilindkirina hişyariyê yên ku ji bo kesên pêwendîdar bi danûstandina  bi jinên ku ji tundîtûjiyê rizgar bûne re.