Di bin agir û qirkirinê de jinên Xezayê pergalek alternatîf ava dikin

Jinên Filistînî jiyana xwe li Xezayê ji kûrahiya hilweşînê ji nû ve birêxistin dikin. Di nav şerê ku berdewam dike de jinan pergaleke civakî ya alternatîf ava dikin.

NEXEM KERACÊ

Xeza – Ji 7'ê Cotmeha 2023'an vir ve li Şerîda Xezayê nîşaneyên hilweşîna tevahî ya her tiştê ku dewletê temsîl dike derdikevin holê. Dibistan girtî ne, dadgeh felc bûne, polîs tune ne û rêveber nînin. Di vê valahiya kujer de, jinên Filistînî ji ber karesatê neçar namînin, têdikoşin, ne tenê weke mexdûrî yan dilxwaz, weke rêxistin û afirînerên şêwazek jiyana alternatîf ku ji xweliya hilweşînê derdikeve û bi aqilê kolektîf û rêxistina civakî li hemberî kaosê li ber xwe dide.

Jinan di nava konan de waneyên demkî çêkirine, komîteyên jinan weke alternatîfek ji bo dadgehan ava kirine da ku nakokiyên di navbera malbat û kesên koçber de çareser bikin, rêzên av û xwarinê organîze kirine û alîkariya mirovî bi dadwerî belav kirine.

'Di nava şer de pergeleke civakî ya alternatîf ava dikin'

Çalakvan Henan Siyam ku di nava jinên di dema şer de ji bo pêkanîna pêdiviyên bi hezaran jinan navdar e wiha dibêje: "Di demek ku qanûn tune ye, rayedar dev ji berpirsyariyên xwe berdidin û kaos dibe serdestiya yekane, jinên Filistînî weke ku dikarin kaosê bi xwe bi rêxistin bikin, bêhêvîtiyê veguherînin şaneyeke çalakiyê, radibin. Em ne tenê alîkariyê peyda dikin, em konturên pergaleke civakî ya alternatîf ku ji dilê wêrankirinê çêdibe jî ava dikin."

'Însyatîfa me hewcedariyên gel pêk tîne'

Komek rêxistinên jinan însiyatîfên ji bo belavkirina "Çenteyên rûmetê" dan destpêkirin ku di nava wan de pêdiviyên paqijiya kesane ji bo jinan hene. Henan Siyam tekez dike ku jin dikarin çêtirîn hewcedariyên lezgîn ên jinan fam bikin û wiha got: "Dema ku bi dehan jin di odeyek de bêyî tuwalet, pêçên paqijiyê, yan cilên binî dijîn, pirsa yekem ne ewlehî yan xwarin e, rûmet e. Ji ber vê însiyatîfa me ya yekem ew bû ku em vê hewcedariya bingehîn bi cih bînin. Li kêleka piştevaniya derûnî û psîkolojîk me hewl dida ku piştevaniya zagonî jî bidin jinan û di nav nebûna zagon û dewletê de ji wan re bibin parêzvan û mafên wan biparêzin.

Li gorî raporên Ofîsa Neteweyên Yekbûyî ya ji bo Koordînasyona Karûbarên Mirovî (OCHA), ji destpêka şer vir ve li Xezayê zêdetirî milyonek û 900 kes ji cih û warên xwe bûne, di nav wan de zêdetirî 750 hezar jin û jinên ciwan hene.

Sîstemek siyasî ya alternetîf ava dikin

Hanan Siyam diyar kir ku xebata jinan a ku di nîvê şer de derketiye holê divê neyê kêmkirin bo xebata alîkariyê lê divê ew bingeha avahiyek siyasî ya nû be ku bi bingehîn cuda ye ji ber ku ew ji bingeh û pêdiviyên gel hatiye avakirin. Jin wek aktorên çalak beşdar dibin, ne weke mexdûrî. Henan Siyam wiha bi dawî kir: "Em otorîteya kevin ji nû ve bikar naynin, em heman zordestiya mêran çênakin û naxwazin hikûmetên têkçûyî teqlîd bikin. Em şêweyekî din ê siyasetê diceribînin ku ji lênêrîn, rêxistinkirina civakê û mafê jiyanê bê cudakarî derdikeve. Ev prensîb ew in ku me di serdema piştî şer de dikin beşek ji şêweyekî nû yê otorîteyê. Jinên ku di konan de li ber xwe dan, xwarin belav kirin û nakokiyan çareser kirin, xwedî wê hêzê ne ku bibin karsaz û pêşengên civakê."