“Alikariya lêkolînvanan nayê kirin ku ceribandinên wan têkevin xizmeta civakê”

Xwediya xelata zêr Bijîjk Hêşû Silêman 150 lêkolînên zanînstî di asta navdewletî de amadekiriye rojane di laboratuara xwe de ceribandinên nû çêdike.

BÊRÎVAN KEMAL

Silêmanî- Hêşû Silêman dîplomeya bijîjkî ya veteriner û belgeya master ya Zanîngeha Silêmanî girtiye, li welatê Malizya peyîwera bijîjkî di pileya yekem de bi dest xist û xelata zêr girt. Bijîjk Hêşû niha li Zanîngeha Silêmanî serpereştiyariya xwendevanên ku master dixînin dike, li gel xwendevanên xwe di labaratuara xwe de lêkolînên zanînstî dike. Heta niha nêzî 150 lêkolînên zanîstî di asta navdewletî de çêkiriye, di qadên bijîjka veterînerî û bijîjka giştî û dermansazî de bi rêya lêkolînên xwe yên zanîstî hewil dide çareseriyên nû bibîne.

“Fizyolojiya mişkan ji sedî 90 nêzî ya mirovane”

Bijîjk Hêşû Silêman di derbarê lêkolînên xwe yên zanîstî de ji ajansa me re axivî û got: “Li gel lawiran karkirin hestek gelek xweşe, tişta destpêkê ku rojane dikim xwarin û ava lawiran didimê ji ber ruhê wan jî weke yên min heye û naxwazim lawir tên û birsî bin, ez xwarina wan taybet amade dikim û cihê wana hertim paqij digrim û piştre dest bi ceribandinan dikim. Di labarotaurê  de sê komên lawiran hene koma yekem ji bo zêdekirinê, koma dûem dayîkên ku şir didin em cûda dikin heta ku zarokên wan dibin dû hefte û ya sêyem jî koma zarokane heta dibin 6-8 hefte wê demê ji bo ceribandinan bi kar tînin. Pêwîstiya lawiranan bi çavdêriyê heye û divê pileya germahiyê 25 derce ji bo lawiran temame. Ji bo berhemgirtina her dermanekê li cîhanê de ji bo çareseriya bijîjkî were bi karanîn û ziyanê negihîne mirovan, destpêkê li ser mişkan ceribandin tê kirin ji ber fizyolojiya laşê wan ji sedan 90 nêzî ya mirovane, ger ne wisan be em nikarin dermanên nexweşiyan bibînin.”

“Zanîst qadek rasteqine”

Hêşû Silêman da zanîn ku di cîhanê de rêjeya lêkolînvanên jin ji yên mêran kêmtire û wiha dom kir: “Divê em jin li hemberî  gotina bêhêzin nikarin di qada zanistê de wisan bixebitin ku cihê destê xwe diyar bikin. Ji ber zanîst qadek rasteqine û divê giringî were dayîn û jin têde nabe ku hisa cûdahiyê bikin. Giştî civak bi awayek perwerdekirî daxwaza zanîstê nakin. Tu kes alîkariya me nake, ez ji mamaostayên hevalê xwe re dibêjim werin em ceribandinên zanistî çêbikin, lê belê her ceribandek herî kêm 500 dolar divê  ew ji ji ber ew muçeyên wan yên kêm ku her çend meh carekê muçe werdigrin nikarin ceribandinan bikin û piraniya wan destê xwe ji vî karî kêşane.”

Hêşû Silêman di derbarê xwendina xwe ya li welatê Malizya de wiha got: “Şert û mercên pêwîst ji bo lêkolîneran heye, li welatên derve mamostayên zanîngehê derfet ji bo wan tê avakirin daku bikarin ceribandinan çêbikin hemû pêwistiyên ji bo ceribandin û butçeya û karmendên pispor ji bo wan dabîn tê kirin.  Em encamê lêkolînê xwe radigîhinin minak dema ku me dermanek ji bo nexweşiya şekir dit, lê belê piştre erkê desthilatdar û sermayedar û kompanya ku butçeyek wan ya baş heye dikarin di pêngava zanîstî de bicih bikin, ger alîkarî nekin ew ceribandin li ser refikan dimîne û xelk wê nikaribe jê sûdê bigre.”