Şaredariya Artemêtê jinan ji nû ve bi axê re dide nasîn

Şaredariya Artemêtê plan dike ku li gelek deverên navçeyê baxçeyên bajarî yên hevbeş ên jinan ava bike. Şaredariya ku baxçeyê xwe yê sêyemîn vekir, hewl dide ku jinan tevlî hilberînê bike û wan ji nû ve bi erdê ve girê bide.

MEMÎHAN HILBÎN ZEYDAN

Wan – Şaredariya Artemêtê ku di bin rêveberiya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan de ye, xebatên xwe yên di warê jinan de didomîne. Baxçeyek bajarî ya nû li yên heyî zêde bûye, armanc dike jinan bi erdê ve girê bide û ji bo wan derfetên kar û aborî biafirîne. Piştî baxçeyên bajarî yên komunal ên jinan ên ku berê li taxên Emînpaşa û Şabaniyeyê hatibûn avakirin, ya sêyemîn li Taxa Şehît Firatê hat avakirin.

 ‘45 jin li sê baxçeyan çandiniyê dikin’

Endama Meclîsa Şaredariya Artemêtê Berîvan Polat Çaglayan diyar kir ku 10 jin dê li baxçe çandiniyê bikin û baxçeyên bajarî yên hevbeş ên jinan dê berdewam bikin. Berîvan bi bîr xist ku di sala 2025’an de dest bi avakirina baxçeyên bajarî kirine û diyar kir ku piştî avakirina baxçeyan wan ji jinan bersivên erênî wergirtine. Berîvan Polat Çaglayan got ku: “Me yekem baxçeyê bajarî li Taxa Eminpaşa ava kir. Nêzîkî 15 jin li baxçeyê çandin. Ji ber ku me bersivên erênî wergirtin, me hewl da ku di sala 2026’an de bi qasî ku ji destê me hat li taxên din jî ava bikin. Pêşî, me ew li taxên Emînpaşa û Şabaniye û dû re jî li Taxa Şehit Firat ava kirin. Bi tevahî 45 jin li baxçeyên bajarî yên li sê taxan çandiniyê dikin.”

Hevgirtina jinan û xebata kolektîf

Berîvan Polat Çaglayan diyar kir ku baxçeyên jinan ne tenê karên aborî peyda dikin, di heman demê de dibin navendên ku hevgirtin û xebata kolektîf lê derdikevin holê. Bêrîvan wiha domand: “Her çend ew tenê wekî beşdariyek aborî were dîtin jî, di bingeh de, hevgirtina jinan û xebata kolektîf jî derdikevin holê. Jinên ku di baxçeyan de dixebitin bi hev re di nav hevgirtinê de ne, pirsgirêkên xwe parve dikin û hewl didin ku wan pirsgirêkan çareser bikin.”

Ji bo firotina berheman qadeke bazarê dê bê vekirin

Berîvan Polat Çaglayan ragihand ku ew plan dikin ku ji bo jinan qadeke bazarê vekin da ku berhemên ku di baxçeyan de tên çandin bifroşin. Derheqê vê mijarê de Bêrîvan ev agahî dan: “Jin dê bikaribin tiştên ku di baxçeyan de çêdikin li qada bazarê veguherînin qezencek aborî. Baxçe ji bo jinan gelek aliyên erênî hene. Me li hin taxan 4 donim û li hinên din 10 donim erd ji bo baxçeyên jinan veqetandiye.”

‘Ji nû ve hevdîtîna jinan a bi axê re’

Berîvan Polat Çaglayan anî ziman ku armanca baxçeyên bajarî ew e ku jinan bi axê ve ji nû ve bidin girêdan. Berîvan nirxandina xwe wiha bidawî kir: “Piştî ku berhemên di baxçeyan de hatine çandin werin berhevkirin, jin dê van berheman di nav xwe de parve bikin. Dûv re berhem dê bi awayê herî guncaw werin bikaranîn. Ji ber zêdebûna bajarvaniyê di salên dawî de, jin ji axê hatine veqetandin. Cihê rastîn ku hilberîn lê çêdibe erd bi xwe ye. Her çend em ji jinan bersivên erênî distînin jî, em ji gelek kesan dibhîzin ku ew bêriya axê dikin. Ew her wiha dibêjin ku bi jinên din re hilberîn ji bo wan baş e. Li gorî bersivên erênî, em ê li taxên din jî baxçeyên bajarî yên hevpar ên jinan ava bikin.”