Payîz li gundan demsala amadekariyên zivistanê ye

Dayîka Mekbule Semo ya 62 salî ku li gundê Sakê ya Şaxa Wanê dijî, di demsala payîzê ku amadekariyên zivistanê tên kirin de, kêfxweşiya xwe ya ji ber jiyana gundan û zor û zehmetiyên kedê anî ziman.

Wan – Di her aliyê jiyanê de jinên ku barê herî giran ê peydakirina debara malbatên xwe hildigirin, li gundan bi berpirsyariyên hîn girantir re rû bi rû dimînin. Li gundan, jin bi hev rekirina keda xwe bi çavkaniyên xwezayê re jiyana xwe didomînin. Her ku xweza hêdî hêdî xwe dikşîne qalikê xwe, karê jinan li gundan dest pê dike. Berhevkirina kulîlkan, şîrê çêlekan, çêkirina penêr, mast, rûnê nivîşk, pijandina nan, çandina li baxçe, hemû jî, erkên dikevin ser milê jinan in.

‘Ev nêzîkî 50 sal in şîr difroşim’

Bi hatina payîzê re, jin dest bi amadekariyên xwe yên ji bo zivistanê dikin, dixebitin da ku hinek ji kelûpelên xwe ji bo xwe hilberînin û hinek jî ji bo firotinê. Yek ji van jinên kedkar ên jiyana gund Makbule Semo ya 62 salî ye. Makbule Semo dayîka heşt zarokan e ku li gundê Sakê yê girêdayî navçeya Şax a Wanê dijî û ev 50 sal in şîrfroş e. Gava ku ji bêriya li çiyayên bilind vedigeriya, me ew dît. Wê dema şîrê ku hê nû dotibû ji bo kelandinê amade dikir.

Makbule Semo, diyar kir ku karê gund bi dotina miyan û çinîna gîha dest pê dike. Wê karê xwe wiha vegot: “Dema ku bihar tê, em gîhayê ku em diçînin û penîrê ku em ji şîr çêdikin, difroşin. Belê, karekî pir dijwar e, lê em dahata xwe jê qezenc dikin. Mîh serwet in. Em ji şîrê wan rûn, penîr, mast û nivîşk çêdikin. Ev nêzîkî 50 sal in ez şîrfroş im. Karê gund bi hatina biharê re dest pê dike û dijwartir bibe.”

‘Jin xwedî barê giran in’

Makbule Semo, anî ziman ku kar payîzê naqede û wiha pê de çû: “Payîz jî zehmet e. Karê berhevkirina gûz û hingivîn ji payîzê re maye. Hingivê ku em distînin jî em difroşin. Em bi keda xwe debara xwe dikin. Ji xwe mast û penêrê xwe em ji bo zivistanê amade dikin. Ji ber ku mîh, zivistanê şîr nadin.”

Makbule Semo, ragihand ku zivistan li gundê wan dijwar e û balkişand ser berfa ku li lûtkeyên çiyayan dibare. Dayîka Makbule da zanîn ji ber ku gundê wan li çiyayan e, di rêya xwe ya ber bi bilindahiyan a ji bo şîrê pez de, zehmetiyan dikşînin û wiha domand: “Nêzîkî mehekê şûnde dê karê bêriyê biqede. Piraniya kar, bi hatina zivistanê re diqede. Jiyana gund dijwar e, lê xweş e.”

‘Xwezî kes neçûba bajaran’

Wê destnîşan kir ku ew bi hilberîna berhemên xwe debara xwe dikin, mîna li bajaran ji derve nastînin û got “Xwezî kes neçûba bajaran.” Dayîka Makbule, bi van gotinan kêfxweşiya xwe ya ji ber jiyana li gund nîşan dide. Makbule Semo da zanîn ku ew fêkî û sebzeyên xwe bi xwe diçînin û hewcedariya kirîna her tiştî ya ji derve, ji holê radikin. Makbule Semo rave kir ku barê sereke yê karê gund, dikeve ser milê jinan û wiha bidawî kir: “Bê guman mêr jî dixebitin, lê ne bi qasî me. Dema ku ew diçin çinîna giha, em dîsa jî xwarina wan çêdikin. Jin gelek karan digre ser mile xwe.”