Bêhna axê û pîroziya kedê ji zeytûnên Dêrikê tê

Li Dêrikê bi hatina payîzê re berhevkirina zeytûnan dest pê kir. Hilberîner û welatî tevî hemû zehmetiyan kevneşopiya salan didomînin û zeytûnan ji bo zivistanê amade dikin.

EKİN STÊRK  

Mêrdîn – Li navçeya Dêrika Mêrdînê berhevkirina zeytûnan dest pê kir. Darên zeytûnan ên ku bi sedsalan e kokên xwe bera axê dane, bi hatina payîzê re careke din zeytûnên wan ên bi bereket tên berhevkirin. Zeytûnên Dêrikê ku piştî salek bi ked, sebir û hewldanê tên berhevkirin û amadekirin li bazaran cihê xwe gitin. Hilberînerên ku bi tîrêjên rojê re ber bi baxçeyên fêkiyan ve diçin, bi zeytûnên ji şaxan berhev dikin dest bi berhevkirina zeytûnan dikin. Li Dêrikê, zeytûn ne tenê çavkaniya debara jiyanê ne, di heman demê de sembola çanda hilberîna ku nifş bi nifş didome ye.

Şahide Gul a ku baxçeyek wê tune ye, bi kirîna zeytûnan kevneşopiyê didomîne, amadekariyên xwe yên zivistanê bi perçiqandina zeytûnan li ber mala xwe dike.

Amadekirina zeytûnan ked û xebatê dixwaze

Şahide Gul diyar kir ku berhevkirina zeytûnan di payîzê de dest pê dike û wiha domand: "Ez zeytûnan bi xwe dikirim û tînim vê derê, paşê li ber mala xwe dişkînim. Zeytûnên me tune ne lê baxçeyên xizmên min hene. Ew wan berhev dikin û tînin vê derê. Ez ji wan dikirim. Piştî kirînê, wan tînim vê derê û dişkînim. Dema ku zeytûnên min hebin, ez vî karî dikim."

Şahide Gul a ku berê malbata wê xwedî darên zeytûnan bûye wiha pêl dide gotinên xwe: "Gundê me Heremiya ye. Ev zeytûnên gundê Heremiya ne. Dema ku baran dibare û zeytûn digihîjin, em dest bi çinîna wan dikin. Çinîna zeytûnan di payîzê de ye. Niha krîzeke aborî heye û ev yek bandoreke mezin li me dike."

Qonaxên amadekirina zeytûnan

Şahide Gul destnîşan kir ku zeytûn ji berhevkirinê heta gihîştina ser sifreyê di gelek qonaxan re derbas dibin, ev pêvajo pir zehmet e û got: "Çinîna zeytûnan pir dijwar e. Zeytûnên min ên taybet nîn in. Lê heta şikandina wan jî gelek zor e. Di dema berhevkirinê de, qumaşên naylon di bin rezên zeytûnan de datînin. Bi hilkişîna ser derenceyan dest bi çinînê dikin. Ev jî karekî pir dijwar e. Tu kar hêsan nîn e. Piştî ku zeytûn tên berhevkirin, hinek ji wan difroşin û hinek ji wan jî tînin malên xwe da ku bifroşin. Ez jî ji wan dikirim û tînim vê derê da ku wan bişkînim."

Şahide Gul diyar kir ku zeytûnên Dêrikê di warê çand û kedê de cihekî girîng digrin û qonaxên amadekirina zeytûnan wiha vegot: "Pêşî em zeytûnên reş hildibijêrin û derdixin. Piştre wan bi riya parzûnê paqij dikin. Piştî vê yekê, em dest bi perçiqandina wan dikin. Wekî gaveke dawî, em wan dixin nava bîdonên avê da ku bigihîjin. Piştî ku di du yan sê hefteyan de digihîjin, em wan xwê dikin û dixin nava konteynirên piçûk. Yên zêde difroşin li gorî pêdiviyê hinek jî ji xwe re digrin."

Jin xwedî barê giran in

Şahide Gul diyar kir ku ji berhevkirina zeytûnan bigre heta amadekirina wan gelek zehmetî hene û got: "Em dema berhevkirin û perçiqandina zeytûnan gelek zehmetiyan dikşînin. Mînak; ez tenê zeytûnan diperçiqînim. Lê dema perçiqandina wan, pişt û destên mirov pir diêşin. Dûre em encamên wê êşê dikşînin. Ez ji sibehê dest pê dikim, heta êvarê dixebitim. Dûre diçim malê û karên malê dikim. Karê jinan qet bi dawî nabe. Jinan gelek berpirsiyarî dane ser milên xwe. Min pîvanek zeytûn bi heft milyar (Lîreyên Tirkî) kirî, lê ev ji bo me têrê nake. Ji ber ku zeytûn bi awayekî xwezayî tên çandin û em bi xwe çêdikin, ew xwezayîtir in û tama wan xweştir e. Em ji zeytûnên reş zeytê çêdikin û dûre difiroşin. Rûnê zeytê ji bo tenduristiyê pir baş e."