"Çirûska 8'ê Adarê li herêmên dagirkirî hatiye vemirandin"

Rêvebera Meclisa Jinên Sûriyeyê Heyfa Hesen li ser 8'ê Adarê û rewşa jinan di herêmên dagirkirî de axivî û wiha got: “Ev roj ji bo jinan rojeke pîroz e û xwedî wateyek pir cuda ye. Lê di herêmên dagirkirî de kiryarên herî qirêj li ser jinan tê kirin û hewl didin jinan bê rol û sînordar bikin û fikra DAIŞ'ê belav bikin. Jinên ku di herêmên dagirkirî de ne roja 8'ê Adarê ji bo wan tune ye û jiyana wan hatiye tarîkirin."

 
GULNAR ROJ
Heleb- Ji roja ku dewleta tirk Efrîn dagir kir heya roja îro kiryarên hovane û dijmirovî li ser jinan û gelê Efrînê pêk tîne. Li hember vê yekê jî bêdengiyeke navdewletî heye. Dewleta tirk bi dagirkirina Efrîn, Serêkaniyê, Girê Spî, Bab û Cerablûsê aramî û ewlehiya wan herêman têk bir. Herî zêde yên ku zirar ji dagirkeriyê dîtin jin bûn, rastî hemû cureyên îşkenceyê weke qetilkirin, revandin, tecawizkirin û tacîzkirinê hatin. Tevî ku ev kiryarên hovane li pêş çavên cîhanê bi giştî hatin qewimandin jî tu alî dengê xwe nekir û xwe li bêdengiyê danî. 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê ye, ev roj li hemû deveran bi çalakiyên cur be cur tê pîrozkirin. Têkildarî mijarê rêvebera Meclîsa Jinên Sûriyeyê ya bajarê Helebê Heyfa Hesen li ser Roja Jinan a Cîhanê û rewşa jinên li herêmên dagirkîrî ji me re axivî.
 "8'ê Adarê ji bo jinan rojeke pîroz e"
Di destpêka axaftina xwe de Heyfa Hesen 8'ê Adarê li hemû jinên cîhanê pîroz kir û wiha pê de çû: "Ev roj ji bo jinan rojeke pîroz e û xwedî wateyek pir cuda ye. Di vê rojê de çalakiyên cur be cur ji aliyê jinan ve li tevahî cîhanê tên lidarxistin û bi lidarxistina şahiyeke mezin 8'ê Adarê tê pîrozkirin. Ji demên kevnar ve û heya roja îro jin her dem li hemberî zîhniyeta desthilatdar şer dikin. Roja 8'ê Adarê xwedî dîrokek berxwedêr e, di wê rojê de jin ji bo ku mafek ji mafên xwe yên jiyanî bi dest bixin têkoşiyan. Em jî weke rêxistinên jinan li Helebê her sal di 8'ê Adarê de çalakiyên cur be cur li dar dixin da ku wateya vê rojê bi gel bidin zanîn."
"Di herêmên dagirkirî de kiryarên herî qirêj li dijî jinan tên kirin" 
Di berdewamiya axaftina xwe de Heyfa Hesen bal kişand ser rewşa jinan di herêmên dagirkirî de û wiha got: “Sûriye bi giştî di rewşeke pir hesas de ye. Ev demeke dirêj e Sûriye di krîzek de dijî û heya roja îro jî aloziyên wê bi dawî nebûne û berdewam dikin. Êrîş û gef li ser herêmên bi ewle hene û armanc ji êrîşan têkbirina ewlehiyê ye. Ev yek ji aliyê hêzên derve û bi taybet dewleta tirk a dagirker ve tê kirin. Di herêmên dagirkirî de kiryarên herî qirêj li dijî jinan tên kirin. Rewşa herêmên dagirkirî di bin metirsiyeke mezin de ye ger wiha berdewam bike dê bûyerên herî xerab biqewimin. Li wan herêman jin di asta herî jêr de ne û jinên li dijî dewleta tirk û çeteyên wê serî hildidin, tên qetilkirin. Tevî vê yêkê jî jinan berxwedaniyeke mezin dane meşandin."
"Li hêrêmên dagirkirî jiyana ji bo jinan tarî bûye" 
Heyfa Hesen diyar kir ku çirûska 8'ê Adarê di herêmên dagirkirî de hatiye vemirandin û wiha domand: "Di herêmên dagirkirî de jin nikarin bi serbestî 8'ê Adarê pîroz bikin. Em hêvî dikin ku hemû jin bibin yek dest da ku em bikaribin azadiyê misoger bikin. Em ê xebata xwe bênavber bidomînin heya ku em bigihîjin mafên xwe. Hêzên desthilatdar dixwazin îradeya jinan bişkînin û her dem hewl didin me tune bikin. Jin hemû civakê temsîl dikin. Dema ku jin azad bin tê wateya ku civak azad e. Niha jî di herêmên dagirkirî de hewl didin jinan bê rol û sînordar bikin û fikra DAIŞ'ê belav bikin." 
"Bêdengiya li hember van kiryaran sûcekî pir mezin e"
Heyfa Hesen bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî: "Bi navê Meclisa Jinên Sûriyeyê ya bajarê Helebê em bang li hemû sazî û rêxistinên mafên mirovan dikin ku li hember kiryarên dewleta tirk û çeteyên wê bêdeng nemînin û helwestên xwe bidin nîşandan ji ber ku bêdengiya li hember van kiryaran sûcekî pir mezin e. Divê dewleta tirk ji ber van kiryar û binpêkirinên ku di herêmên dagirkirî de pêk tîne bê dadgehkirin. Di heman demê de divê saziyên ku banga mafên jinan dikin bi erka xwe rabin. Bi hezaran jin di herêmên dagirkirî de heya vê kêliyê rastî hemû cureyên tundiyê tên û li hêviya azadî û rizgarkirinê ne."