“12’ê Adarê serhildana Kurdan a li dijî zordariyê bû”
Fatima Tahir yek ji şahidên serhildana 12’ê Adarê ye bi çavên xwe gelek bûyerên bi êş dîtine têkildarî salvegera 18'e mîn a serhildana Qamişloyê, axivî
ROJ HOZAN
Qamişlo-Di 12’ê Adara sala 2004’an de Tîma Fitiwê ya bajarê Dêrezorê berê xwe da bajarê Qamişlo- Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê da ku bi tîma Cîhad re maça fotbolê bilîze. Di destpêka maçê de temaşevanên tîma Fitiwê û berî derbasî stadyomê bibin poşet û qutiyên xwe yên avê tijî kevir kiribûn û haziriya xwe ji bo şerê Kurdan kiribûn. Rejîma Baas piştgiriya tîma Fitiwê kir û xwest şer di navbera ciwanên Kurd û Ereb de kûr bibe, bi planeke qirêj bi çekan reşandin ciwanên Kurd di encamê de hejmarek ji ciwanên Kurd şehîd bûn. Di roja duyemîn de Kurd rabûn ser piyan da ciwanên xwe yên şehîd oxir bikin, merasîmên oxirkirinê veguherîn serhildana Kurdan li dijî zilim û zordariyê. Rejîma Baasê bi hovîtiyeke mezin bê ser û ber gule berdan kesên merasîmê li wir jî hejmarek ciwanên Kurd birîndar û şehîd bûn. Têkildarî mijarê Fatima Tahir yek ji şahidên serhildana 12’ê Adarê ye bi çavên xwe gelek bûyer dîtine wiha behsa wê rojê dike.
“Cudakariya di navbera netewan de weke planeke demdirêj pêş dixistin”
Fatima Tahir armanca tevliheviya ku rejîma Sûriyeyê di navbera neteweyên herêmê de derxist û encamên wê şîrove kir û wiha dest bi axaftina xwe kir: “Gelek bûyer li bajarê Qamişloyê qewimîn ez bûm şahida wê ya zindî ya bûyerên serhildana 12’ê Adara sala 2004’an. Beriya em bikevin kûrahiya vê mijarê de pêwîst e destpêkê em aliyên dûr ên ku hişt ev serhildan bipejire binirxînin. Tevlihevî û cudahiya di navbera neteweyan de hat çêkirin bi planeke demdirêj bi pêş diket, helbet ev plan jî dewleta Sûriyeyê li ser wê dixebitî ku di herêmê de Kurd û Ereban berde hev. Gelê Kurd û Ereb bi salan e bi hev re jiyane, zewicîne û neslê wan ji hev heye lê tevî wê jî siyaseta rejîmê xwestiye cudahiyê bixe navbera wan û rihê dijminatiyê ava bike da tu carî bi fikir û nêrîna xwe nebin yek. Lê îro di encama projeya wekheviya gelan a demokratîk de heya asteke bilind ev nakokî hatin dûrxistin û guhertinên erênî bi xwe re anî. Li Sûriyeyê mirovên Kurd xerîb dihatin hesibandin û ji mafên xwe hatibûn dûrxistin ji bo wê kîn di dilê civaka Kurd de li hember sîstemê û alîgirên wê bi pêş diket. Ger ne wiha bûya gelê Kurd mirovên aştîxwaz in, ji derdora xwe hez dikin û ne alîgirên şeran e lê sîstema serwer hîşt ku ev nakokî di navbera neteweyên herêmê de bipejire.”
“Mirin ji Dêrezorê ve tê”
Fatima Tahir serhildana 12’ê Adara 2004’an bi bîr xist û wiha bûyera wê rojê anî ziman: “Serhildana 12’ê Adarê Rojeke dîrokî ye ji bo gelê Kurd, roja pejrîna çirûska îradeya Kurd li dijî zilim û zordariyê bû. Di wê rojê de ez şahida gelek bûyeran bûm û me rojên pir zehmetî jiya. Di sibeha 12’ê Adarê de ez bi rê ve diçûm min dît wesayîdên tîma Fitiwê ya Dêrazorê ber bi Qamişloyê ve dihatin, ew nivîsa li ser wesayîdên wan bala min kişand li ser nivîsîbûn ‘mirin ji Dêrezorê ve tê’ min ji birayê xwe pirsî ev çima wisa nivîsîne dixwazin çi peyamê bidin? Bi rastî ez wisa matmayî mam û bi vê nivîsê fikirîm wê îro çi biqewime di hestên min de wisa neyîniyek çêbû. Dema tîma Fitiwê ya Dêrezorê hat ku bi tîma Cîhad a Qamişloyê re bilîze hê li ser riya trênê poşet û qutiyên xwe yên avê tijî kevir kiribûn û wisa derbasî stadyûmê bûn. Di stadyomê de temeşevanên Kurd pir bûn her kesê berê xwe da wir piştgiriya tîma Cîhad a Qamişlo bike, tîma Fitiwê bi temeşevanên xwe re hatibûn şer nehatibûn bilîzin. Temeşevanên Fitiwê xeberên nijadperest ji xortên Kurdan re gotin û bi keviran dest bi şer kirin û lîstik neçû serî. Destpêkê ne şerê çekan bû tenê lêxistin bû dema rejîmê dît xortên Kurdan zora Ereban birin, dest bi reşandina guleyan kirin. Tu çek bi Kurdan re tunebû hemû sivîl bûn di encamê de hejmarek ji ciwanên Kurd şehîd ketin. Her kes bi hewara zarokên xwe ve çû mirov li zarokên xwe digeriyan. Wisa mirov hîs dikir windahiyek çêbûye û xwîna Kurdan li kolanan diherike.”
“Kurd li hemberî tiştên diqewimî rabûn serhildanê”
Fatima Tahir behsa roja merasîma şehîdên 12’ê Adarê kir ku veguherî serhildanê û wiha pêde çû: “Roja din bangewazî hat kirin Kurd dakevin qadan da şehîdên xwe bispêrin axê. Bi hezaran mirov li ber mizgefta Qasimo kom bûn yanî wisa dîmenekî bi êş û bi heybet jî bû. Jinên temenê wam mezin bang kirin werin em şehîdên xwe oxir bikin. Merasîmên şehîdan veguherîn serhildanê herikîna mirovan mîna xezeba behre bû di kolanan de. Em gihîştin cem gumrikê rejîmê gule reşandin, xortekî ciwan min ew nas dikir bi min re di meşê de bû li pêşiya çavên min gule lê ket û şehîd bû. Du leşkerên rejîmê li ser motorê gule bêser û ber berdan ser girseya di meşê de, li wir jî gelek mirov birîndar bûn. Bi rastî kêliyên pir bi êş bûn, mirovan deriyên mala xwe ji hev re vekirin û xwedî li hev derketin. Me bi zorê ji destên rejîmê xwe xelas kir. Bi qasî demekê ez hemşîre bûm û min birîndarên 12’ê adarê derman dikirin yanî me erk û berpisyariyeke mezin hilgirt ser milên xwe. Serhildan derbasî hemû herêmên me bûn ji şam û Heleb heya Dêrikê Kurd rabûn ser piyan. Di roja sêyemîn de rejîmê qedexe îlan kir, Kurdên Qamişlo li mala xwe man û bazar girtin. Erebên taxa teyî dikan û milkê Kurdan di bazarê de talan kirin û birin. Em ji bîr nakin bûyerên ku di 12’ê Adarê de bi serê Kurdan qewimîn. “
“Em li ser şopa 12’ê Adarê ber bi şoreşa jinan ve meşiyan”
Fatima Tahir wekhevî û destgirtina gelan bi saya projeya demokratîk di roja me ya îro de bi bîr xist û wiha dawî li gotinên xwe anî: “Ji destpêkê ve kîna gelê Ereb di dilê me de tunebû rejîma Baas wisa kir ku kînek di navbera herdu neteweyan de derbixe û kûr bike. Tecrûbeyeke bi êş bû lê ew yekemîn serhildana Kurdan bû. Di wê rojê de Kurd bûn yek hemû nakokî û partiyên xwe dan alî, heya zilamekî payebilind ê rejîma Sûriyeyê got ‘bi qasî 20 salan min li Qamişlo kar kir û Kurd kirin 20 partî di biryarekê de hemû bûne yek.’ Yanî ez dixwazim bêjim ji berê ve gelê me destekê dide hev û yek e lê mixabin berjewendiyên partiyan di roja îro de ew parçe kirine. Helbet em vê jî bêjin serhildana Kurdan bi saya pêşengiya Tevgera Azadiyê bû ji ber şert û merc pir zehemt bûn vê tevgerê civaka me birêxistin kir. Me dixwest em heqê xwe di vî welatî de bistînin û hebûna gelê Kurd were dîtin. Projeya wekhevî û destgirtina gelan a demokratîk me gelekî di nav gelê xwe de nîqaş kir heya em gihîştin van rojan. Pir malbatên me qebûl nedikirin wê baweriyê bidin neteweya Ereb lê me ev nakokî derbas kirin û em dîsa jiyana wekhev dijîn. Îro me bi hezaran şehîd di ber herêmên Ereban de dane ji ber em Sûriyeya demokratîk dixwazin. Li ser vî esasî em li ser şopa 12’ê Adarê ber bi şoreşa jin ve hatin. Di dawiyê de ez sersaxiyê ji malbatên şehîdan re dixwazim.”