“Xwebûn bingehê pêşektin û biryardana jinê ye”

Xwebûn bingehê têgihiştina jinê ye, divê xwerêvebirin û biryardan bi ruhê jinê be. Ew ruhe di encama xwenasîn û bi cihkirina birdoziya azadiya jinê de ji xwebûnê serîhildaye.

TERZE TEHA

Silêmanî - Hêza xwerêvebirinê û xwedî biryarbûna jinê, ew pirse ku di ragihandinê de behs tê kirin ku timî ji aliyê rêxistinên jinan û çalakvan ev li ser zimane. Ji ber vê yekê rexne li jinên di sektorên cûda de kar dikin kiriye. Taybetî jî jinên ku di aliyê siyasî û hikumî de kar dikin gelek rastî van rexneyan tên. Sedemê sereke ji bo xwedî biryar û xwerêvebirina jinê, xwebûna jinê bûye qonaxa gihiştina li ser cewherê xwe ye. Rêyek ji bo gihandina estetîk û rastî, gihiştina xwebûnê tenê bi rêya azadiyê pêkane. Dema ku azadî nebe wê demê xwebûn jî nabe, ji ber wê pêngava bi cihkirina bîrdoziya azadiya jinê hatiye destpêkirin. Endama Akademiya Jineolojî Nagihan Akarsel di derbarê xwebûna jinê de nirxaninên giring kir.

“Xwebûn nasîna xwe ye”

Nagihan Akarsel diyar kir ku xwebûn nasandina xwe, dîrok, civakî, xwezayî û jingehê digre nava xwe û her wiha bi cihkirina birdoziya azadiya jinê ku birdoziyeke ji pênc xalên bingehîn pêktê û wiha domand: “Her pênc xalên me qala wan kir evin; ya yekem hizirîna azad, duem kar ji bo azadiya fikrî kirin, sêyem pêngava kirdeyî ji bo îdolojiya azadiya jinê, rêxistinbûn û hemahengî ji bo karkirina wê îdeolojiyê, çarem têkoşînkirin, piştî van sê pêngavan divê têkoşîn ji bo pêşxistina fikrê azad hebe. Herî dawî rêxistinbûn û karê îradeya azadiya estetîka jin û îstatîka di aliyê fikir, ruhî û fîzîkî de dirust bike ye.”

“Di derbarê jiyana xwe de bi xwe biriyar dayîn giringe”

Nagihan Akarsel wiha behsa giringiya azadiya jinê kir: “Ger jinek xwedî fikra azad be, dikare di derbarê jinbûna xwe de di berjewendiyê civakê û pêşerojê de biryarê bide. Ger jinek xwe perwerde bike, ew jin dikare xwe bi rêve bibe, dikare civakê bi rêve bibe û pirsgirêkên civakê çareser bike. Ji bo wê jî dema jin xwedî fikrê azad be wê demê pêwîstî bi rêbaza ku bigihe armanc û rêxistina kar û pilanên xwe heye. Ji bo xwebûn û xwedî biryara jinê, divê di dû xalan de kar were kirin. Ya yekem xwebûna jin, duem sîstem ku divê ev her dû xal bi wekehevî û lez rêvebiçe ye. Li ser asta kesî, hîskirin, westan û karkirin, rêxistinbûn û alîkariya hevdû kirin û guherîna zanyariyan jêre pêwîste. Asta pirsgirêka jinê xweperwerdekirin û negihiştina bi xwenasînê, giringînedana bi hizra rewşenbîrî weke pirtuk, muzîk, film û huner evane sedemên giring ên ji bo pêşketina jinê ye.”

“Divê ji zaroktiyê de perwerde li ser bingehê wekheviya zayendî bê dayîn”

 Nagihan Akarsel di derbarê xweperwerdekirina rêxistinan de jî dibêje: “Rêxistinên jinan, sîstema perwerde û perwerdeya malbatê sê navendin ku dikarin jin jê perwerdê bigrin. divê di malbatê de cûdahiya zayendan nebe da ku bixin di mejiyê zarokan de. Minak dema ku keça wan çêdibe bebekek ya pilastik didinê, lê belê dema ku kurê wan çêdibe çekê didin destan. Li ser asta rêxistinan, divê rêxistin bizanin çi divê û dixwazin çibikin. Hewceye vê pirsyarê ji xwe bikin. Divê li beramberî vê desthilata jinê dikuje helwestek çawan danîn, divê bi taybet di ragihandinê de rê li beramberî zayendperestiyê bigrin. Perwerdeya rêxistinan û hemahengî gelek giringe, lê belê têkoşîn rê û çareseriya xwe heye. Divê rêxistin kar bikin pêngava sereke divê jinê perwerde bikin, destpêkê jin divê xwe nas bike piştre jî dikare mêran perwerde bike. Ji bo jin jî bibe xwedî îrade hewceye di hemû qonxan de perwerdeya ruh, fikrê azad û bê tirs bigre.”

“Giringiya xwebûna jinê di biryara wê de ne”

Nagihan Akarsel di derbarê giringiya biryardana xwebûna jinê de jî wiha got: “Hertim divê jin li nasname ya xwe xwedî derkeve û her biryar di destê jinê de be. biryar divê ne tenê di berjewendiyê partî, siyaset, aborî û her aliyekê din de be, divê biryar di berjewendiyê hemwelatî, civak û berjewendiyek ji bo dahata gelan de be. Dema ku jin xwedî biryar be li ser bingehê civakê ji berjewendiyê fikrê mêrsalarî biryar dide cuda li ser berjewendiyê civak, kes, dahat, demokrasî, xweza û jiyan binemayê biryarê dide. Fikrê mêrsalarî tenê biryarê li ser bingehê berjewendiyê kes û bidestanîna madî dide.”