“Çareseriya bingehîn Hevpeymana Civakî ye”

Endama Komîteya Hevpeymana Civakî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê parêzer Beşîra Ismaîl da zanîn di dîrokê de cara yekemîne gel bi vîna xwe li ser hevpeyîmana civakî nîqaş dikin û pêşeroja xwe diyar dikin lewma hevpeymana civakî ya Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê wekî serkeftina dîrokî û pêkanîna mafê hemû pêkhateyên herêmê pênase dike.

Endama Komîteya Hevpeymana Civakî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê parêzer Beşîra Ismaîl da zanîn di dîrokê de cara yekemîne gel bi vîna xwe li ser hevpeyîmana civakî nîqaş dikin û pêşeroja xwe diyar dikin lewma hevpeymana civakî  ya Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê wekî serkeftina dîrokî û pêkanîna mafê hemû pêkhateyên herêmê pênase dike.
RONÎDA HACΠ
Hesekê - 10 sal in gelên Sûriyeyê ji bo jiyana bi rûmet, ji bo welatekî demokratîk bi hezaran qurbanî dan. Ji bo parastina mafên hemû pêkhateyên herêmê û xwedîderketina li siberojê, Rêvberiya Xweser di 15’ê Tîrmeha 2021’ê de komîteyek ji 30 endaman ava kir ku reşnivîsa hevpeymana civakî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê amade bike. Piştre komîte hat berfirehkirin û hejmara endamên ji hemû pêkhateyên herêmê cihê xwe di amadekariyên hevpeyîmanê de girtin bû 158. Endama Komîteya Reşnivîsa Hevpeymana Civakî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê parêzer Beşîra Ismaîl teqez kir ku hevpeyman mafê hemû pêkhate û kêmneteweyên li herêmê misoger dike û wiha got: “Dema dewleta Sûriyê hat avakirin gelek pêkhate hatin paşguhkirin. Mînak gelê Êzidî di tu destûr an jî zagonan de behsa gelê Êzidî ku wekî pêkhateyek ji pêkhateyên Sûriyê ye nedihat kirin. Divê her kes baş bizane ku destûra dewleta qewmî ji bilî şer, kuştin, paşverûtiyê tiştek ji me re nayne.”
 “Hevpeymana Civakî mafên jinan misoger dike”
Beşîra diyar kir ku ji sedî 50 jin beşdarî sazkirina hevpeymana civakî bûne û ev jî gavek dîrokî ye û wiha berdewam kir: “Piştî veguhestina ji pêvajoya koletî ber bi pêvajoya azadiyê ve, jinan bi rêveberiya xwe ya xweser di qadên siyasî û civakî de cih girtin û tevlibûna wan balkêş e. Hebûna jinan di civîneke girîng wekî komîteya sazkirina hevpeymana civakî gavek dîrokî ye û nîşaneya hebûna projeyeke demokratîk li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye. Bi vî rengî mafên hemû jinan dê were parastin. Di11’ê sibatê de Komîteya Hevpeymana Civakî civînek li dar xist. Di civînê de  nûnerên Rêvberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, saziyên civaka sivîl, partiyên siyasî, kesayetên civakî, eşîreyên Ereb, parêzer tevli civîna komîteyê bûn. Nîqaş li ser rewşa aborî, siyasî, civakî û çandî hatin kirin. Civîn 2 rojan domiya, di encamê de bend hatin diyarkirin û wê bi rengê civînan li komînan, meclisên bajar werin nîqaşkirin û li gorî wê pêşniyar an jî rexne hebin dê di civîna pêşiya me de were nîqaşkirin û di ber çavan de were derbaskirin.” 
“Hevpeymana civakî çareseriya krîza Sûriyê ye”
Beşîra bal kişand ser girîngiya hevpeymana civakî û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Di Sûrî de gelek pêkhate dijîn Kurd, Ereb, Suryan, Erman û her wekî din. Lê di destûra Sûriyeyê de behsa tu pêkhateyê nehatiye kirin û pargala xwe ya yekalî dida meşandin û hemû pêkhate hatibûn pêşguhkirin. Lê di Şoreşa rojava de gel bi pergala Neteweya Demokratîk bawer bûn. Ev pergala yekemîn e parastina mafên hemû pêkhateyên herêmê dike. Ji bo xwedîderketina li siberojê komîteyek sazkirina hevpeymana civakî hat çêkirin. Ev hevpeyman rê li pêşiya hemû pêkhatiyan vedike ku li gorî bawerî û zimanê xwe tev bigerin. Bi vî rengî dê bibe çareserî ji krîza Sûriyeyê re.”