"Hikûmet di serî de ji bo berjewendiyên xwe dixebitin"

Tiştên ku der barê pêşniyarên lêkolînê de hatin gotin nêrîn in, ez bi xwe di wê baweriyê de me ku ya di serî de û rasterast bandorê li mirovan dike karesatên xwezayî ne, ji ber ku guherîna avhewayê bi rêveberiya gerdûnî re têkildar e û ev mijar ger dem di semînerê de hebûya dê bandorê lê bikira. Em dikarin bibêjin ku krîza koronayê jî li ser guherîna avhewayê, zêde bûye.

ASMAA FATHÎ
Qahîre- Rewşa jinan li welatên Ereb hema hema wekî hev e. Tevî taybetmendiya hin welatan ku ji ber şerê çekdarî êşê dikşînin jî. Xebata ji bo piştgirîkirina wan hewcedarî bi hewldan, domdarî û dilnermiyê heye ji bo kirina tiştê ku gengaz û berdest di ronahiya şert û mercên xirab û krîzên cîhanî de ku digihîjin astek karesetê. Ev yek jî pêwîstî bi hevgirtin û pêkvejiyanê heye, ji bo hemû rêxistinên ku bi jinan re eleqedar in li çar aliyên cîhanê ku di nava wan de Rêxistina Jinên Ereb jî heye.
Guhertinên hewayê bandoreke mezin li ser jinan û rewşa wan li seranserê cîhanê dike û ji ber vê yekê ew yek ji wan axên krîtîk bû ku ji bo hejmara dawî ya Rêxistina Jinên Ereb weke yek ji qeyranên bi bandor ên sereke hatin arastekirin û di lêkolîna bi sernavê "Krîz û karesatên mezin ên cîhanî û bandora wan li ser jin û zarokên keç li welatên Ereb" de cih negirt. Di çaroveya semînera ku li ser vê lêkolînê hat nîqaşkirin, ajansa me bi Rêvebera Giştî ya Rêxistina Jinên Ereb Fadîa Kiwan re hevdîtinek pêk anî û tê de nêrîna xwe ya li ser vê rexneyê, bandora avhewayê li ser jinan û her wiha weke helwesta hikûmetan li hemberî wan, ji bilî çend mijarên pêwendîdar anî ziman.
Jin li welatên Ereb di krîzên piralî re derbas dibin, hûn bandora krîzan li ser wan çawa dibînin?
Jin di rûbirûbûna qeyranan de yekem kes in, çi di asta rizgarbûna wan û pêşxistina plan û mekanîzmayên malbatê ji bo derbaskirina wan, çi jî ji bo bargiranî û neyîniyên ku ji wan tên.
Dema em li rewşa jinan dinêrin, em dibînin ku rûbirûbûna tundûtûjiyê di heyama pandemiya koronayê de ji berê çend qat zêdetir bûye, ji bilî hejmara windahiyên ku ew rastî wan tên, yek ji wan wekî ku hin ji beşdaran di gotûbêja di semînera "Krîz û karesatên cîhanî û bandora wan li ser jin û zarok keçik ên li welatên Ereb" de bi bîr anîn û gotin ku di dema rûbirûbûna krîzê de yekem mekanîzmayên xizmetên tenduristiyê yên jinan hatine hilweşandin.
Em her gav dixebitin ku piştgirî bidin jinan û hişyariyek peyda bikin ku ji wan re dibe alîkar da  qeyranan derbas bikin, rûbirûyê wan bibin û bi encamên neyînî yên ku bi wan re rûbirû bimînin re mijûl bibin.
Rêxistina Jinên Ereb îsal bi weşanek li ser qeyranan û bandora wan li ser jin û keçên welatên Ereb beşdarî pêşangeha pirtûkan dibe, hûn dikarin behsa beşdarbûna xwe di pêşangehê de bikin û nêrînek li ser vê lêkolînê bînin ziman?
Em girîngî didin hebûna aktîf a her sal di danasîna pirtûkê de ku ew jî kevneşopiyeke  Rêxistina Jinên Ereb bi dilgermî pê dihese û beşdarbûna me di rûniştina 53’emîn de bi riya weşaneke ku behsa bandora qeyran û karesatên cîhanî li ser jin û zarokên keç dike li welatên Ereban derket holê.
Pirtûk kar li ser çar krîzên mezin dike, di nav de karesatên mezin ên xwezayî û pandemiya korona hene. Ji bilî qeyranên mezin ên aborî yên cîhanî û krîza darayî. Her wiha ronahiyê dide ser qeyrana ku ev demek e didome û cîhana Ereb jê êşê dikşîne.
Me semînerek li dar xist û tê de nûnera Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê Hala Saqir li ser jinên xwedî hewcedariyên taybet û kal û pîran axivî. Her wiha Louay Shabana Rêvebera Herêmî ya Rêxistina Nifûsa Neteweyên Yekgirtî, rewşa penaber û koçberan û rola malbatê gotûbêj kir. Li aliyê din Yemin El-Hemakî, ji Zanîngeha Eyn Şems, beşa krîza aborî nirxand û xwendinek rexneyî li ser têgeha me ya karesatên xwezayî pêşkêş kir û bal kişand ser girîngiya danasîna sernavê li ser guhertinên avhewa yên ku ji wan karesatên xwezayî derdikevin. Her  wiha bandorek neyînî li ser aboriyê jî dike û teqezî li ser hewcedariya pêşbînkirina qeyranan bi rûbirûbûna planên ji bo kêmkirina bandora wan kir.
Dr. Yemin El-Hemakî rexneyek li ser lêkolînê pêşkêş kir û li ser behskirina beşa guherînên avhewayê ji ber girîngiya wê axivî, hûn wê rexneyê çawa dibînin û bandoreke çawa li dîtina we ya qeyranan dike?
Beşdarkirina ji bo kêmkirina encamên guherîna avhewayê û lezbûna wê û her wiha bandorên wê yên li ser asta hewayê li hemû welatan, berpirsiyariyek mezin e. Lê em her wiha zêdebûna karesatên xwezayî û erdhejan û rûdana lehiyan û zuwabûnê di heman demê de dibînin ku bi guherîna avhewayê ve jî girêdayî ne û pêwîstî bi kar û xebateke bi lez heye ji bo dîtina rêveberiyek di ser asta cîhanî de li ser vê mijarê. Ger îradeyên xêrê li hev bicivin û xwedî prestîj û bandorek rastîn bin dê ev yek bihêle ku nêrîn û rênimayan ji bo welatan deynin û wan neçar bikin ku li gorî wan tevbigerin û ji qeyranê derbas bibin.
Guhertina avhewayê yek ji krîzên herî mezin e ku bandorê li tevahiya cîhanê û bi taybetî jinan dike. Nirxandina we li ser rola hikûmetan ji bo hilgirtin û mijûlbûna bi vê krîzê çi ye?
Hikûmet di qada navneteweyî de berjewendiyên xwe diparêzin ne kêm û ne zêde û hemû jî dixwazin di serî de berjewendiyên xwe biparêzin û piştre dest bi nîqaşkirina berjewendiyên giştî dikin. Cidiyeta pêşkêşkirna çareseriyên ku bi berjewendiyên dewletan re bi nakok in em dikarin bêjin ku bi temamî tune ye. 
Em dizanin ku jin di rûbirûbûna krîzan de kesên yekem in û herî zêde jê bi bandor dibin gelo mekanîzma û amûrên herî berbiçav ên ku ew bikaribin pê li ber xwe bidin çi ne?
Rûbirûbûyîn û derbaskirina krîzan bi hewceyî hişmendiyek mezin û şopandineke li gorî reftarên nû yên jinan e nemaze yên ku wekî hevalbendên hawirdorê hatine senifandin ku di kêmkirina wê krîzê de beşdar in.
Her wiha hin rê û rêbaz hene ku dikarin jinan veguherînin rola çalak. Bandora jinan bêhtir li ser zarok, malbat û aliyek mezin ê civakê heye. Ji ber rolek wan a bingehîn di rûbirûbûna krîzan de heye. Her wiha yek ji amûrên ku alîkariya jinan di rûbirûbûna qeyranan de dike ew e ku di xeteriyên mezin ku gerdûnê tehdîd dikin agahdar be û xwedî têgihîştin be.