Di nav dorpêçê de bi teniyê birçîbûna li Xezayê xêz dike
Hunermanda Xezayî Ragda Tim Şeyh El-Îd, êşê vediguherîne tuwalê û bi firçeya xwe êşa gelê xwe xêz dike. Ruxmê şer, birçîbûn û windakirina her tiştî jî berhemên xwe mîna şahidên qirkirin û birçîbûnê dibîne.

RAFÎF ÎSLÎM
Xeza – Hunermanda Xezayî Ragda Tim Şeyh El-Îd bi teniya reş a di hundirê qûşxaneya vala ya xwarinê de, birçîbûna ku gelê Xezayê dijî xêz dike. Ruxmê Ragda Tim Şeyh El-Îd, di encama şer de wêneyên xwe, boyaxên xwe û atolyeya xwe ya li Refahê winda kir jî bi tabloyên xwe yên sade peyamên xwe dide.
Êşa gelê xwe xêz dike
Hunermand Ragda Tim Şeyh El-Îd, ji destpêka şerê li Xezayê vir ve tu caran dev ji xêzkirina êşa gelê xwe berneda. Ragda Tim Şeyh El-Îd, koçberiya bi darê zorê, birîndarî, kêmbûna derman û xurek, nexweşî û şert û mercên mirovî yên dijwar xêz dike, ruxmê îdiayên hêzên Îsraîlê yên “alîkarî û xureka têrkêr digihîjin” jî di tabloyên xwe de nîşan dide ku hê birçîbûn xelas nebûye.
Hunermenda ku beriya şer bi riya dîmenên xweza, amûrên muzîkê û portreyan kêfxweşiyê xêz dikir, êdî bi tonên reş ên tarî re hilweşîn, esîran, birîndaran, koçberan, konan, jinên ku her dem digrîn û li her derê qûşxaneyên vala xêz dike. Qûşxaneya tijî ku ji bo zarokan veguheriye daxwazek, bûye sembola tabloyên wê.
‘Şopînerên min hêzê didin’
Ragda Tim Şeyh El-Îd, da zanîn ku devberdana ji karê xwe ne mimkûn e û got: "Her cara ku ez dixwazim tiştek xêz bikim, ev tişt tê bira min; gelo peyamên kesên birçî û qurbanên şer dê kî bigihîjîne?” Ragda Tim Şeyh El-Îd, hemû berhemên xwe li ser medyaya dîjîtal parve dike û piştgiriyek berfireh digre. Ev yek jî hêzê dide ku karê xwe bidomîne.
Hunermend, diyar kir ku bi saya şopînerên xwe cesaretê digre û tîne ziman ku gelek jinên ciwan peyaman dişînin û diyar dikin ku wê mînak digrin. Hunermed da zanîn ku gelek caran şopînerên wê diyar dikin ku kîjan dîmen xêz bike.
‘Ez di tabloyên xwe de êşa gelê xwe xêz dikim’
Ragda Tim Şeyh El-Îd, wiha got: "Du xaniyên min hebûn, yek ji wan mina atolyeya min hatibû amadekirin. Herdû jî di şer de hilweşiyan. Karê ku min dikir debara malbata min bû jî. Lewma ez tenê ne birçî me, ji birçîbûnê westiyam. Bi hezaran jinên li dora min jî di heman rewşê de ne. Lewma ez di tabloyên xwe de êşa gelê xwe xêz dikim, ji ber ku ez jî bi wan re heman êşê dikşînim.”
Ragda Tim Şeyh El-Îd, da zanîn ku malzemeyên wê yên wênesaziyê kêm dibin û wiha axivî: "Îsraîl ketina xurek û dermanan jî asteng dike. Gelo boyax û malzemeyên nû dê çawa bên? Ne mimkun e ku ez malzemeyên nû peyda bikim. Lê ez tu caran dev ji karê xwe bernadim.”
‘Bandora hunerê mezin e’
Ragda Tim Şeyh El-Îd, axaftina xwe wiha domand: “Dema min rojek wêne çêdikir, guleyek li konê ket. Min vê demê mîna ku dest û lingên min hatibin girêdan xwe hîs kir û tabloya min jî nîvî ma. Lê şopînerên min ji min re gotin hêza xwe kom bike û tabloya xwe temam bike.”
Armanca Ragda Tim Şeyh El-Îd a beriya şer ew bû berhemên xwe li derveyî welat bide nasîn û bi qezenckirina bursa hunerê jêhatibûna xwe bi pêş bixe lê êdî armanca wê ya herî mezin xêzkirina kesên rastî birçîbûnê tên e, nexweşên ku nikarin dermanan peyda bikin û jinên ciwan ên xeyalên wan nivçe mane ne.
Ragda Tim Şeyh El-Îd, bi van gotinan bang li hemû hunermendên jin ên li Xezayê dike: "Ez jî daxwazên bernedin. Ragihandin nûçeyan rojanê dide lê huner xwedî bandorek cuda ye.” Ragda Tim Şeyh El-Îd, da zanîn bi riya pirtûkên xêzkirinê yên zarokan û bi karanîna teniyên mayî, wênezasiya xwe didomîne.
Dixwaze mîna hunermend navneteweyî bê naskirin
Xeyala hunermend Ragda Tim Şeyh El-Îd, ew e ku berhemên wê bigihîjin hemû cîhanê û mîna hunermend navneteweyî were naskirin. Ragda Tim Şeyh El-Îd ji şer ditirse; çawa ku şer xeyalên wê yên bi salane rûxand, ditirse ku careke din vê xeyala wê jî hilweşe. Daxwaza herî mezin a hunermend ew e ku şer bi dawî bibe û gelê wê ji van êşan rizgar bibe.