Pirtûka “bingeha dîrokî û siberoja şoreşa jinê” rastiya jinê vedibêje

Pirtûka “bingehê dîrokî û siberoja şoreşa jinê” ya Akademiya Jineolojiyê ya ku encama lêkolîn û analîza sosyolojîk a şoreşa jinê li Rojavayê Kurdistanê ye , li bajarê Qamişlo hat nasîn û îmzekirin.

Qamişlo – Duh li Baxçê Xwendinê yê bajarê Qamişlo – Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Akademiya Jineolojî pirtûka bi navê “bingehê dîrokî û siberoja şoreşa jinê” ku encamê lêkolîn û dahurîna şoreşa jinên Rojavayê Kurdistanê û pirsgirêkên civakî ye, bi amadebûna hemû sasiyên jin, hat nasîn û îmze kirin. Derbarê çêkirin, armanc û naveroka pirtûkê de Endama Akademiya Jineolojî Şervîn Nûdem axivî. 
Naveroka pirtûkê
Şervîn li ser amadekirin û naveroka pirtûkê wiha axivî: “Em îro li bajarê Qamişlo kom bûn ji bo ku em pirtûka “bingehê dîrokî û siberoja şoreşa jinê” ku encamê kar û xebatê Akademiya Jineolojî hat weşandin, em bidin naskirin û bi rengekî fermî em belav bikin. xebatê vê pirtûkê berî sê salan dest pê kir. Di hundirê pirtûkê de me xwest em fêm bikin bingeha Şoreşa jinê ji kîderê dest pê dike, li ser axê çanda newlotîkê bandorek çawa li ser kesayeta jinê da avakirin û di heman demê demê de pirsgirêkên civakî. Her wiha me xwest em derbixin bê bi derxistina Şoreşa kurdistan re, guhertinek bi çi rengî di jinê de çêkir û bi taybet di deh salên dawî de ku di Şoreşa Rojava de jin  roleke çawa leyist. Di dawî de jî me ji jinan pirs kir ku daxwazên wan ji bo pêşerojê çi ne. Lêkolînên vê pirtûkê li tevahî Herêma Cezîrê bi hemû pêkhateyên xwe hatin komkirin, jinên hemû pêkhateyan tevlî vî kar û xebatî bûn. Gelek jinên bi temenê xwe mezin ên Herêma cezîrê bi me re dirûnştin û çîrokên xwe bi me re parve dikirdin ku jiyana xwe ji dest dan û îro ne bi me re ne. Di encamên van lêkolînan de, me dikarîbû sazîbûna Jineolojî li hemû herêman ava bikin û em bi lez çêbikin da ku ew jin neyên wendakirin.”
“Jin bi destê xwe dîroka xwe dinivîse”
Şervîn ball kişand li ser girîngiya nivîsandina jinê ji dîroka xwe bi destê xwe û wiha bi dawî kir: “Pirtûk bi zimanê kurdî hat nivîsandin û di demên pêş de dê bi gelek ziamnan werê wergerandin. 2000 pirtûk hatin çapkirin ku ew jî di dema pêş de ku pêwîst bibe, dê hin pirtûkên din werin çapkirin. Ev pirtûk bi keda gelek kesan e hat çêkirin û bi taybet bi keda jinên Rojava. Mêran dixwestin b i çavkanî û nêrîna xwe dîrokê binivîsin, ji bo wê pêwîstî bi pirtûkeke wiha hebû ku rastiya jinê bi nêrîn û lêkolînên jinê derxin. Çanda dayika xwedawend li Rojavayê Kurdistanê hat rûniştandin ku jinên hemû pêkhateyan bi hev re jiyan dikin. Jin bi destê xwe dîroka xwe dinivîse. Gereke hemû mijar, bêtir bi kûrahî werin lêkolînkirin û ji bo wê jî Jineoljî di herêman de xwe dide avakirin. ev pirtûk, gaveke baş bû ku dîroka jinan bi nêrînan jinan hat nivîsandin û ya girîng ji bo me ev bû.”