9’emîn Mihricana Zarokan dest pê kir

Bi pêşengiya Tevgera Hîlala Zêrîn di bin dirûşmeya “Bi rihê zarokên şoreşê, em ê azadiya Rêber Apo misoger bikin” 9’emîn Mihricana Zarokan dest pê kir.

Hesekê - Bi dirûşma "Bi rihê zarokên şoreşê, em ê azadiya Rêber Apo misoger bikin" bi pêşengiya Tevgera Hîlala Zêrîn festîvala 8'emîn a zarokan destpê kir. Roja yekemîn a mihricana ku dê du rojan bidome li hola Serdem a taxa Mişêrfê ya bajarê Hesekê hat lidar xistin.

Hola mihrîcanê bi wêneyên ku zaroktiyê nîşan didin hatibû xemilandin. Nûnerên sazî û dezgehên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk û bi sedan zarokên kantona Hesekê beşdarî mihrîcanê bûn. Mihrican bi beşdariya 28 komên şano, govend û stranan tê lidarxistin.

Di roja ewil a mihricanê de piştî deqeyek rêzgirtin, endama Tevgera Hîlala Zêrîn Şînda Hesen axivî û got: “Ev mihrîcan gelek bi wate û nirx e ku zarokên pêşerojê bi çanda xwe ve girêdayî ne û xwedî lê derdikevin. Zarok pêşeroja civakê ne û her zarokek îro di vê festîvalê çanda xwe diparêze û dide nasîn. Bê guman ev gava pîroz bi saya fikir û ramanê Rêber Ocalan hatiye bidestxistin.”

Rêvberiya Tevgera Hîlala Zêrîn a Hesekê Ezîza Hiso jî wiha got: “Zarok ji her pêkhate tevlî mihricanê bûne, bi çand ,ziman û filklorê xwe derdikevin ser dikê û hebûna xwe isbat dikin. Zarok pêşeroja avakirina civakek saxlem in. Îro em dibîin her zarokek parastina çanda xwe dike moral jê digrin ku dê pêşerojek bi çand, ziman û exlaq were avakirin.”

 Mihrîcan piştre bi pêşkêşkirina komên hunerî domiya 10 komên stran, guvendê û şanoyê ji Til Temir, Hesekê, Dirêbêsiyê, Suryanên ji Serêkaniyê derketin ser dikê, tê de folklor, çand û hebûna xwe nîşan dan.

Mihrican dê sibe bi pêşkêşkirina komên din û belavkirina xelatan wê bi dawî bibe.