‘Ziman nasname û dîroka gelekî ye’

Rojnamevan Sînor Rehman bal kişand ser êrişên dewleta Tirk ên li ser ziman û çanda Kurdî û got: “Çiqas dagirkirina xaka Kurdistanê ji bo dewleta Tirk girînge, ewqas jî hewldana tunekirina ziman û nasnameya Kurdî dide.”

Silêmanî - Ziman hebûna neteweyî ye. Gelê Kurd jî yek ji wan gelan e ku her dem bi asîmîlasyon û hewldana tunekirinê re rûbirû maye. Dewleta Tirk zimanê Kurdî li welatê xwe qedexe kiriye lê belê vî gelî her dem bi riya ziman û çanda xwe parastina hebûna xwe kiriye.

Ger em behsa başûrê Kurdistanê bikin, em ê bibînin ku di tu serdemê de Kurdî nehatiye qedexekirin lê belê bi navê siyaseta modern, hewl tê dayîn zimanê biyanî bixin pêşiya zimanê Kurdî û nifşê nû beriya zimanê dayikê yê Kurdî fêrî zimanên biyanî bikin.

Rojnamevan Sînor Rehman der barê girîngiya ziman û parastina wê de wiha got: “Ziman mîrat e, exlaq, fikir û çanda civakê ye. Weke Rêber Ocalan dibêje; ‘Ziman bi çandê ve girêdayî ye’, ziman dibe nasnemaya neteweyê. Ger em li dîrokê binêrin em ê bibînin bi berdewamiya dabeşkirina xaka Kurdistanê û damezrandina netew-dewletê re, bi formen cuda, hewl dane Kurdan bi awayekî fizîkî qir bikin û xak û neteweya Kurdî ji holê rakin û ziman jî tune bikin.”

‘Dagirkerî bi riya tunekirina ziman û çandê encam digre’

Sînor Rehman gotinên xwe wiha domand: “Belavkirina zimanê biyanî bi siyasetê ve girêdayî ye. Di bingeh de ziman têgihîştina civakê ye. Mînak niha dagirkeriyek li ser zimanê Kurdî heye. Bêguman ev yek ne tenê li ser ziman e, li ser şêwazê jiyanê ye jî. Ger kesek zimanek din ê biyanî nizanibe kêm tê dîtin, ev jî bi riya teknolojiyê û vekirina zanko û peymangehên zimanê biyanî dike. Bi vî riyê gelek projeyên siyasî li ser gelê Kurd bi pêş bixin. Dewletên dagirker beriya dagirkirina navçeyê, ji bo perçebûn çênebe, hêza nerm bi kar tîne bi riya ziman û çandê hewl dide dagir bike. Çiqas dagirkirina xaka Kurdistanê ji dewleta dagirker a Tirk re girîng e, ewqas jî hewldana tunekirina kesayet, ziman û nasnameya Kurdî dide. Ji ber wê dema ku ez zimanê xwe kêm nebînim û neteweya xwe kêm nebînim ez ê bi zimanê xwe bikaribim dîroka neteweya xwe binasim. Ji bo ger zimanê min ji bo min ne girîng be, ez ê nasnameya Kurd jî nas nekim û nikarim rêxistinek bi hêz rê ve bibim.”

‘Divê jin pêşengiya parastina zimanê Kurdî bikin’

Sînor Rehman di dawiya xaftina xwe de bal kişand li ser girîngiya parastina ziman û wiha got: “Dewletên dagirker gelek ji zimanê Kurdî ditirsin. Di van çend salên dawî de li başûrê Kurdistanê zimanê biyanî zêde bûye, ya ku vê yekê dike dewleta Tirk e. Ji ber wê jî dewleta Tirk hewldana dagirkirin û tunekirinê dide. Ji ber wê girîng e em ji zimanê xwe hez bikin û pê kêfxweş bin. Her wiha divê em zimanê xwe ji zimanê biyanî paqij bikin û ziman bi paqijî û dûrî zayendparêziyê biparêzin û ji êrişên ji derve re dûr bigrin. Ev xebate jî pêwîstî bi hewldana hemû aliyan heye û jin jî di rêza pêşî de parastina zimanê xwe yê Kurdî dikin.”