Pêşengeha pirtûkan a pirtûk rehjena jiyanê ye bi dawî bû

Pêşengeha pirtûkan a ji 29’ê Tîrmehê ve li navenda çand û hunerê ya Qamişloyê hatibû vekirin bi belavkirina diyariyan bi dawî bû.

 
Qamişlo-Di 29’ê Tîrmehê de, bi dirûşma "Pirtûk rehjenê jiyanê ye", çalakiyên pêşengeha pirtûkan a şehîd Herekol a 5’emîn li Navenda Çand û Huner a bajarê Qamişlo- Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û bi pêşengtiya Desteya Çandê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hat destpêkirin. Di pêşengehê de, gelek şênî,rewşenbîr,nivîskar û saziyên Civaka Sivîl beşdar bûn. Her wiha di pêşengehê de gelek çalakiyên mîna semîner,îmzekirina pirtûkan û belgefîlma Waşûkanî  hat pêşkêşkirin. Di heman demê de di pêşengehê de 130 hezar pirtûk,12 hezar sernav bi mijarên cuda bi gelek zimanan hatin pêşandan. Pêşengeha ku ji 29'ê Tirmehê de hatiye destpêkirin duh şev bi belavkirina diyariyan bi dawî bû.
"Bi riya pêşengehê danûstandina raman di navbera weşanxaneyan de çêbû"
ûrcan Ebas ku li Pirtûkxaneya Amara de kar dike, derbarê bi dawî kirina pêşengehê de wiha got: "Pêşengeh di  29’ê Tîrmehê de dest pê kir û îro bi dawî dibe. Pêşengeha me bi awayekî baş û bi kelecan bi rêve çû. Gelek mirov ji bo ku pirtûkan bixwînin serdana pêşengehê kirin. Bi vê pêşengehê çanda xwendinê pêş dikeve û armanca me jî ew bû ku çanda mirovan ji xwendinê re zêde bibe. Di vê pêşengehê de pirtûkên cur be cur hatin pêşandan. Her wiha di pêşengehê de gelek pirtûk hatin weşandin û gelek weşanxane gihan hev û danûstandina ramanan di navbera wan de çêbû. Em ê her sal pêşengeha xwe li dar bixin da ku xwendin pêş bikeve."
Dayika şehîd Herekol, Xedîca Xelîl axivî û got: “Ez bi xêrhatina we hemûyan dikim û bi hêvîme ku her sal ev pêşengeh wiha geş be. Me hêvî dikir ku Herekol  jî îro bi me re hazir ba, Kurdistana me jî ava bûya û bi hêvîme ku xwendevanên me bi ser bikevin da ku hûn jî  weke Herekol zîrkek bibin."
Herî dawî nivîskar û kesên ku di pêşengehê de ked dane hatin xelat kirin.