Hunermenda plastîkî Sara Deqayişiye di tabloyên xwe de dîroka jinan vedijîne

Bi tiliyên xwe yên nerm û nazik, hewl dide ku çîrok û peyamanan di dehan tabloyên hunerî de ragihîne, tevî kêmbûna piştgirî û teşwîqê piştî wê behremendiya xwe zû di cîhana firçe û rengan de hilbijart. Lê wê bi israr hewl da ku jêhatîbûnên xwe bi pêş bixe û kapasîteya xwe îsbat bike bi riya îfadekirina tiştên ku li derdora wê diqewimin.

 
NECWA RAHÎM
Cezayîr- Hunermenda plastîkê Sara Deqayişiye ya ji Tebessayê, di deh saliya xwe de dest bi xêzkirinê kir û cîhanek ji xwe re ji reng û pênûsên sade afirand. Wê gelek dîmen û çîrok di bîra xwe de tomar kir da ku piştî bawernameya xwe ya yekem di beşa arşîv û belgekirinê de bi dest bixe, wan veguherîne tabloyên balkêş ên bi rengên lihevhatî.
Di tabloyên xwe de çîrokê jinan û xwezayê vedibêje
Sara Deqayişiye li ser hunera xwe diyar kir ku ew ji şaristaniyên Romayê yên di nav bajarê kevnar de derbas dibûn, matmayî mabû, ji ber vê yekê wê dîmenên wî xêz kir û karakterên vegotina xwe li ser tabloyan bi cih kir û wiha domand: "Min çîrok, roman û efsaneyên ku bi wê ve girêdayîne veguherand berhemên ku li ser taybetmendiyên jinan disekinin û ji bedewiya wan derdikevin da ku tabloyên min tevliheviyek ji ruhanî, evîn û azadiyê bin. 
Sara Deqayişiye di tabloyên xwe de çîrokên jin û xwezayê vedibêje, nemaze piştî ku di bin bandora çand, dîrok û vîna jinên Afrîkayê de maye. Her wiha pirsgirêkên jinan bi giştî derdixe ber çavan û beşdarî xebatên piştevaniyê dibe ku wêneyek cuda ji wan re bispêre rengên germ û zirav da ku hêz û bilindbûna xwe di bidestxistina daxwazên xwe yên rewa de diyar bike.
Destên wê dev ji firçe û rengan bernedan, wê bi salan xêzkirin û neqşan bi rengên curbecur wekî behremendiyek bi kar anî ji bo ku bi çend hunermendên payebilind re beşdarî çend atolyeyên hunerê bibe da ku jêhatiya xwe mezin bike û ezmûnên hunerî bi hunermendên din re biguhezîne.
Portreyên jinên ku beşdarî şerê Cezayirê bûne xêz kir
Sara Deqayişiye da zanîn ku wê di berhemên xwe de hunera portreyê hilbijartiye ku çîrok û êşên jinan di civakê de bîne ziman. Wê şervanên jin ên ku beşdarî Şoreşa Mezin a Cezayîrê ya di sala 1954 – 1962’yan de bûne, ji bo bîranîna beşdarbûna jinan a bi hezaran sal berê di nav têkoşîn û şeran de xêz kir. Ev yek bi portreya "Xezala bint Ammar", Xediya awira ku di şoreşa Cezayîrê de hêzên dagirker ên Fransî tirsandibû nîşan dide.
Her wiha Xezala bint Ammar ku bi navê "Xezala bint Auras" ji eyaleta Tebessa dihat naskirin, li gorî agahiyên ku li ser wê hatine belavkirin, wê di şoreşê de parastina jin û keçan kiriye û ji bo parastina wan ji destavêtin û destdirêjiyê gelek rêbaz bikar anîne. Û wê demê jê re "parêzvana rûmeta jinên Cezayîr" dihat gotin.
"Oras Al-Namamsha heta nefesa dawî ya jiyana xwe şer dikir"
Der barê portreya Xezala bint Ammar ku tê de hêza jina Cezayîrê, "Oras Al-Namamsha" nîşan da ku dikaribû heta nefesa dawî ya jiyana xwe şer bike, Sara Deqayişiye dibêje: "Ez bi çîroka Xezala Bint Ammar pir bi bandor bûm, min her tim li çîroka wê guhdarî dikir. Min wêneyê wê yê yekane ku ji aliyê wênekêşekî Fransî ve bi navê "Jina Azad, keça çiyayên Aures" hatiye kişandin, dît û wî di bîranînên xwe de li ser wê got: "Ez di jiyana xwe de netirsiyam wekî gava ku min ev wêneyê vê jinê li Aures kişand." Ji ber vê yekê min biryar da ku ez vê tabloyê ji nû ve xêz bikim ku hêz û îrade dide min ku ez berdewam bikim û bi israr biçim da ku bigihîjim tiştên ez dixwazim."
Wê di domandina axaftina xwe de got: "Min hewl da karaktera wê ya tund di parastina jinên din ên gundê wê de di tabloya xwe de bi riya awirên çavên wê ve girê bidim da ku her kesê cesaret bibe nêzî wê bibe bitirsînim."
Di sê salên borî de, Sara Deqayişiye hunera plastic bi kar tîne û beşdarî gelek pêşangehên komî li Cezayîrê û derveyî welat bûye, di nav wan de 12'emîn pêşangeha neteweyî ya Wêneyan li Tebessa û pêşangeha Rengê Gulê li Tirkiyê di sala 2020'de.
Der barê tabloya ku ew ê tê de beşdar bibe di çapa nû ya Salona Wêneyan a Neteweyî de ku dê di Kanûna pêş de were vekirin, ew dibêje: "Min tablo ji reqsa tangoyê girt , tabloyeke ku keçeke ji lingê xwe astengdar e lê astengdariya wê nebû asteng ku ew bigihîje xewna xwe îfade dike.
Di dawiya axaftina xwe de Sara Deqayişiye diyar kir ku fikra wênekişandinê peyamek e ji bo hemû jin û keçên ku dixwazin bi ser bikevin û ji bo bidestxistina paşerojeke baştir xebat û têkoşîna xwe bidomînin.