Hola Rebwa derfetê dide jinan ku afirîneriyên xwe nîqaş bikin
Hola Rebwa derfetê dide jinên Mexribê ku afirîneriyên xwe nîqaş bikin.
HENAN HARET
Mexrib – Xedîca Şakir biryar da mala xwe bike holeke çandî û navê Rebwa lê kir. Îro roj weke hola herî girîng a çand û wêjeyî ye. Tişta balkêş tê de jî ew e ku jinên xwedî ezmûn lê amade dibin. Di atmosfereke malbatî û bi bidawîbûna her mehê re bi hebûna çaya Mexribî û şêraniyê re seroka Komeleya Rebwa ya çand û fikirê Xedîca Şakir jinên Mexribî xwedî ezmûn û astên bilind li mala xwe pêşwazî dike bi armanca ku afrîneriyên wan ên wêjeyî nîqaş bikin û derbarê tecrube û mijarên wan de biaxivin. Xedîca Şakir diyar kir ku navê hola ku damezrandiye ji cihê mala xwe biriye.
‘Wêje nêynika civakê ye’
Xedîca Şakir derbarê armanca Komeleya Rebwa de got: "Komele di asta yekem de hewil dide nivîskarên Mexribî pênase bike û weke jinên tevlî komeleyê dibin jî em hewil didin li rola ku nivîskaran di zengînkirina çanda Mexribî de lîstine binêrin. Em dizanin wêje neynika civakê û wêneya ne yekser a ku rastiya civakan derdixe ye. Mîna van hevdîtinan dê beşdariya jinan di dirêjkirina çanda Mexribî de xuyayî bike. Em bi hola Rebwa serbilind in ji ber gelek beşên jinan ji sektorên cuda pêşwazî dike mîna perwerde û fêrkirinê tenduristî û heta endezyarî jî her wiha jinên xwedî tecrubeyên siyasî û rêveberî jî."
‘Jin xwedî nêrînên giranbuha ne’
Xedîca Şakir destnîşan kir ku ev meh ji bo EL Tîcaniye Fertat hatiye veqetandin. Ew jineke tecrubeya wê di qada perwerde û fêrkirinê de wê kişandiye. Pirtûka xwe ya bi navê "Pour une décentralisation éducative" ji bo nenavendî pirreng derxistiye.
Derbarê beşdariya wê di hola Rebwa de El Tîcaniye Fertat got: "Cudahiya Holê ew e ku jin ji gelek beşan beşdar dibin û xwedî nêrînên giranbuha ne. Ji ber gotin ji wêjevan an jî lêkolînerê re diçe ji bo danûstandin bi nivîskar û beşdaran re çêbibe. Hola Rebwa atmosfereke gelekî xweş e. Cihê wî germbûnekê dide avakirin." El Tîcaniye Fertat kir ku veqetandina demê ji bo xwendina pirtûkên jinan gelekî bi nirx e ji ber nivîsandina jinan xwedî taybetiyeke cuda ye û diyar kir ku wê bi riya pirtûka xwe hewil da balê bikşîne ser pirsgirêkên perwerdeyê.
El Tîcaniye Fertat anî ziman ku wê gelek destkeftiyên erênî di warê perwerdeyê de bidestxistiye û wiha dewam kir: "Motorê sereke yê serkeftina min ji ber ez jin im û herdem ez di mijara binketinê de hişyar bûm ji ber çi binkeftin çêdibe bi jinan ve tê girêdan. Eger jin ne xwedî berpirsyarî bin dê nikaribin rewşan bugherin. Karê min di nava warê fêrbûnê de berxwedan bû. Herdem ez di parastina berjewendiya zarok de hişyar bûm."
‘Sînorên zagonî hene nahêlin jin bigihêjin navendên biryarê’
El Tîcaniye Fertat di dewama axaftina xwe de ev yek teqez kir: "Her me jinek fêr kir me nifş û netewek bi serê xwe fêr kir ji ber fêrbûn di perwerde û jiyana rojane de xwedî girîngiyek e. Jina zana dizane çawa bi zarokên xwe re bide û bistîne û hewil dide nirx û exlaq bi wan re bide avakirin. Jina ne zana bê jiyan e. Nikare biryaran bide û ne jî li xwe baş binêre."
El Tîcaniye Fertat got: "Dema xwendekara jin gihaşt pêvajoya navîn de civak jineke zana bidest dixe ji ber gihaştina jinan bo asta navîn zanebûnê bi wan re çêdike û hezkirina wan ji bo çûyîna zanîngehê dide avakirin. Rêjeya jinan di perwerdeya seretayî de ji sedî 90 e lê belê di astên berpirsyariyê de rêjeya wan ji sedî 60 derbas nake."
El Tîcaniye Fertat di dawiya axaftina xwe de teqez kir ku sînorên zagonî hene nahêlin jin bigihêjin navendên biryarê ji ber divê bi salan bi xwendinê re mijûl bibin paşê dikarin ji bo berpirsyariyan xwe pêşkêş bikin û wiha got: "Rastî ev e ku gelek jin hene berê xwe didin xwendinê, dizewicin û zarokan tînin paşê bi pirjimariya karan rewş ne guncaw dibe berpirsyariyan hilînin. Divê careke din hebûn û beşdariya jinan di navendên biryarê de ber çavan were derbaskirin ji bo rastiyeke baştir ji jinên Mexribê re were peydakirin."