Tîma Futbolê ya Jinan a Amedsporê bi ser ket

Tîma Futbolê ya Jinan a Amedsporê li seha xwe Tîma Futbolê ya Jinan a Beşîktaşê 1-0 têk bir.

Navenda Nûçeyan-Di hefteya 7’emîn a Super Lîgê a Futbolê ya Jinan a TFF’ê de Tîma Futbolê ya Jinan a Amedsporê li seha xwe li gel Tîma Futbolê ya Jinan a Beşîktaşê hatin hemberî hev.

Maç li Tesîsa Sporê ya Şaredariya Amedê ku li Semta Seyrantepeya Amedê ye pêk hat. Di beşa ewil de tu tîmekê gol neavêt. Di beşa duyemîn a maçê de Tîma Jinan a Amedsporê di deqîqeya 47’an de ji aliyê lîstikvan Juliate Nana ve golek avêt tîma Beşîktaşê.

Maç bi 1-0 bi dawî bû û tîma Beşîktaşê têk çû.