Refîda Hammad li Seîdaya Misirê balet û werzîş anî gel hev
Refîda Hammad a ku li bajarê Asyot ê Miirê ji pêdiviyeke kesane dest bi projeya xwe kir, saloneke werzîşê ya taybet ji bo jinan ligel dibistaneke baletê ji bo zarokan vekir. Tevî gelek astengiyan jî bi ser ket.
Misir – Daxwaza Refîda Hammad bi destpêkirina xebatê ne tenê ji bo dîtina çavkaniyek dahatê bû; dema ku ew li Îskenderiyeyê dijiya, ev ji pêdiviyeke kesane derket. Dema ku keça xwe dibir dersa baletê, li wê derê cih dît ku dersên yogayê ji bo dayîkan pêşkêş bike.
Vê ramanê bala wê kişand, li şûna ku li benda qedandina dersa zaroka xwe bimîne, wê dikaribû demê ji bo werzîşê bikar bîne. Dema ku vegeriya Asyotê, li cihekî geriya ku heman ezmûnan pêşkêş bike lê tiştê lê digeriya nedît. Nemaze ji ber ku gelek salonên werzîşê yên wê demê yan tenê ji bo mêran bûn an jî tenê di demjimêrên diyar de xizmet ji jinan re dikirin.

Ji xewna zarokatiyê ber bi pêkanîna daxwaza xwe ve
Bi vî rengî Refîda Hammad a mezûna Fakulteya Bazirganiyê beşa Ziman û Wêjeya Îngilîzî, dest bi afirandina projeyeke xwe kir ku salona werzîşê ya jinan bi dibistanek baletê ya ji bo zarokan re bike yek.
Di sala 2015’an de, wê bi çavkaniyên sînorkirî dest bi projeya xwe kir; di destpêkê de keçên xwe û keçên hinek hevalên xwe pêşwazî kirin. Li Asyotê fikra balêtê pir nû bû, ji ber ku ev çalakî wê demê li Misira Jorîn ne gelemperî bû. Di destpêk de ev fikir rastî bertekan hat. Hinek kesan ew teşwîq kirin û wekî ezmûneke nû û bêhempa dîtin, hinekên din jî li dijî wê derketin û bawer kirin ku civak dibe baletê wekî celebek reqsê bibîne, ne wekî werzîş û şêweyekî hunerî.

‘Ji zarokatiya xwe ve min dixwest derfeta fêrbûna baletê hebûya’
Lê belê têkiliya Refîda Hammad a bi baletê re gelek sal berê dest pê kiribû. Ji zarokatiya xwe ve, wê ji televîzyonê li performansên baletê temaşe dikir û bedewî û xweşikbûna vê hunerê hîs dikir. Refîda li ser vê yekê dibêje ku dema ew zarok bûye li Sohacê, wê dixwest derfeta fêrbûna baletê hebûya û got: “Ev hest yek ji sedeman bû ku ew bi vê ramanê ve girêdayî mam. Min dixwest ji zarokên li Seîda Misirê re derfetek bibînim. Destpêkê proje bi gelek pirsgirêkan re rûbirû ma. Bi taybetî ji ber nebûna mamosteyên baletê yên pispor li Asyotê. Anîna mamosteyan ji Qahîreyê pir dijwar bû, ji ber ku hejmara zarokan di destpêka projeyê de sînorkirî bû. Ji bo çareserkirina vê pirsgirêkê, min dest bi girtina alîkariyê ji xwendekarên jin ên ku li Fakulteya Perwerdeya Bedenî beşa "Performansa Motor û Hunerî" dixwînin kir. Van xwendekaran di bingehên baletê û hinek tevgerên sereke de perwerde dîtin.”
Refîda Hammed dide zanîn ku her daxwaza ji bo dibistanê zêde dibû, hejmara zarokan jî zêdetir dibû, lîsteyek çêdibû û wiha domand: “Ev yek bû sedem ku dibistan li mamosteyekî pispor bigere. Di dawiyê de wan dikaribûn mamosteyek ji Enstîtuya Baletê ya Qahîreyê bibînin ku ew jî li Operaya Qahîreyê dixebitî. Ev yek bû sedema pêşveçûneke girîng di asta perwerdeyê de û alîkariya dabînkirina cil û berg, pêlav û alavên performansê kir. Her wiha rê da zarokan ku bi awayekî profesyoneltir ji bo perwerde û performansan amade bibin.
Ji bilî pirsgirêkên teknîkî, dibistan bi pirsgirêkek din re jî rûbirû ma ku ev yek bi kevneşopî û adetên herêma Seîda Misirê ve girêdayî bû.”
Refîda Hammad rave dike ku pirsa di dema qeydkirina zarokan de her dem tê pirsîn, ne li ser jêhatîbûn û ezmûna mamoste bûye, gelek caran pirsa; "Mamoste mêr e yan jin?" hatiye kirin û destnîşan dike ku hinek malbatan şert danîn ku keçên wan ji aliyê mamosteyek jin ve werin perwerdekirin û di rewşên din de jî ger mamoste mêr bûya, malbatan qeydkirinê red dikir.
Ew bawer dike ku ev yek gumanên hinek malbatên li Seîda Misirê nîşan dide lê tekez dike ku ev nêrîn ne giştî ye û gelek malbatan piştgirî dane însiyatîfê, bi salan bi berdewamî keçên xwe şandine dibistanê.
Di navbera rexneyên civakî û berfirehkirina ceribandinê de
Refîda Hammad dide zanîn ku ezmûna projeyê ji rexneyan bêpar nemaye û dibêje ku bi taybetî li ser medyaya dîjîtal, bi hinek nivîsên têkildarî perwerde yan performansên baletê bi şîroveyên neyînî re rûbirû maye.
Ji bilî dibistana baletê, Refîda Hammad bi riya "Fitness & Gallery" jî dixebite ku çalakiyên werzîşê ji bo jin û zarokan pêşkêş bike. Der barê wna de jî diyar dike ku di nav de perwerdeya giranî, fitness, kardio û yoga hebûye. Her wiha diyar dike ku çalakiyên cihêreng ne tenê bi werzîşê sînordar in; carna çalakiyên vekirî li dar dixin, jin û malbatan hedef digrin û wiha didomîne: “Mînakî pêşandana koleksiyonên cil û bergan, kelûpelên malê, yan cilên zarokan. Ev çalakî di rojên taybetî û pêşwext de tên ragihandin ku navendek werzîşê bi bûyerên balkêş ên ji bo jin û malbatan re dike yek.”

Ji sala 2015’an ve heta niha hejmara salonên werzîşê li Asyotê zêdetir bûye
Ji dema ku dibistan di sala 2015’an de vebûne ve heta niha, hejmara salonên werzîşê li Asyotê zêde bûne û belavbûna wan xuyatir bûye. Nemaze yên ku xizmetê didin jinan. Lê belê Refîda Hammad bawer dike ku projeya wê cuda ye. Ew ne li ser alavên salona werzîşê yên kevneşopî, li ser werzîşên tevgerê, perwerdeya giranî, fitness, kardio û yogayê disekine.
Tevî vê serkeftinê, Refîda Hammad hewl dide dibistana baletê tevahiya salê vekirî bihêle. Her wiha dide zanîn ku balet hê jî li gorî werzîşên din ên mîna jimnastîkê kêmtir populer e, li Seîda Misirê populerbûnek berfireh bi dest dixe û pêşbirk û bûyeran di seranserê salê de dihewîne.
Zêdetirî 12 sal piştî damezrandina wê, Refîda Hammad hê jî li ser projeya xwe dixebite, bi armanca berfirehkirina pratîka baletê di nava zarokan de li Seîda Misirê û veguherandina dibistanê ji çalakiyeke demsalî bo saziyeke ku tevahiya salê dixebite.