Li Mexribê dê gera herî mezin a jinan bi motoran dest pê bike

Şampiyona pêşbirkên motoran a Mexribê Efaf Hemdûn, xwe amade dike ku mezintirîn çalakiya neteweyî ya jinan bide destpêkirin.

HANAN HARITE

Mexrib – Şampiyona pêşbirkên motoran a Mexribê Efaf Hemdûn diyar kir ku ew xwe amade dike mezintirîn çalakiya neteweyî ya jinan bide destpêkirin da ku baweriya serdest a ku motorên mezin tenê ji bo mêran hatine veqetandin, bişkînin.

Efaf Hemdûn da zanîn ku ew endama klûba motoran a Dadas a Federasyona Motoran a Keyaniya Mexribê ye û wiha pê de çû: “Ev deh sal in ez vê werzîşê dikim û motoran diajom. Min werzîşên mekanîkî jî kiriye û beşdarî gelek xwepêşandanên neteweyî bûme. Ji bo fêrkirina ajotina motorên mezin, ez çûm dibistana fêrkirina ajotina motoran û piştî standina ruxseta xwe ya ajotina motorê min motorek ji xwe re kirî û dest bi beşdarbûna xwenîşandanên neteweyî kir. Ji mafê jinan e ku her werzîşê bikin. Werzîş ne tenê ji bo mêran e. Divê dayik rê li ber keçên xwe negirin, dixwazin bila her cure werzîşê bikin. Jin di ajotina erebe, balafir, trên û heta keştiyên mezin de bi ser ketin.”

‘Ajotina motorên mezin hewldan, ezmûn û enerjiyê dixwaze’

Li ser zehmetiyên ku bi wan re rû bi rû maye Efaf Hemdûn wiha got: “Di destpêka hatina xwe ya vî warî de ez rastî gelek zehmetiyan hatim, ji ber ku hejmara jinên vê cureyê werzîşê dikirin pir kêm bû. Yên ku herî zêde ev werzîş dikirin mêr bûn, ji ber vê yekê ez ji aliyê wan ve nedihatim qebûlkirin. Gelek caran ji min re digotin ku cihê te ne ev der e mal e. Ajotina motorên mezin hewldan, ezmûn û enerjiyê dixwaze û ajokar divê qanûna trafîkê baş bizanibin. Ya ku ji min re bû alîkar ev bû ku di temenek piçûk de ez fêrî ajotina erebeyê bibûm. Ya herî dijwar giraniya motorê ye. Giraniya piraniya wesayîdan ji 200 kîloyî dest pê dike. Kontrolkirina motorekî bi vê giraniyê û di heman demê de hevsengî û balkişandina ser rê, dijwar e û hewldanek mezin hewce dike. Lê bi azmûnê ez baş fêr bûm, ajotina motoran jî ji bo min bû kêfeke bêhempa. Dema ku ez motorê diajom, hestek cuda hîs dikim, ez xwe bi tevahî azad hîs dikim.”

‘Jinên Mexribê zwedî şiyan in dikarin di her warî de bixebitin’

Efaf Hemdûn eşkere kir ku ew dixwaze gelek jin jî vê werzîşê bikin û wiha got: “Armanca min ew e ku ez vê baweriyê bişkînim ku motorên mezin tenê ji bo mêran in. Em dixwazin şiyana jinên Mexribê ronî bikin. Jin her çiqas bi mal û malbata xwe re eleqedar bin jî dikarin werzîşê bikin. Di kariyera xwe ya werzişî de, ez tevlî çend komeleyên werzîşê yên jinan bûm. Ez beşdarî çend gerên komî yên motoran bûme. Ez niyet dikim ku di meha Sibata 2023’an de gera herî mezin a motoran a jinan bidim destpêkirin. Her wiha em ê serdanên jinên Mexribê yên ku li gundên dûr û çiyayî dijîn ji bo guhdarîkirina pirsgirêk û derdên wan bikin û piştre alîkariyê bidin wan. Mafê her jinê heye ku di çi şert û mercan de derbas dibe, armancên xwe destnîşan bike û ji bo bidestxistina wan bixebite. Ez naxwazim bibim jina yekem û dawî ya ku însiyatîfên bi vî rengî dike.”