Jinên ciwan ên Lîbyayê ji bo beşdariya werzîşê bang li ciwanan dikin

Gelek malbatên Lîbyayê zarokên xwe fêrî werzîşan dikin ji bo kesayet û karînên wan ên di warê mejî û bedenî de bi pêş bikevin.

HINDIYA Al-ASHEPY

Bingazî – Akademiya Tenisê ya Lîbyayê tenîsê zarokan ji temenê 5 salî ve fêrî vê werzîşê dike weke yekemîn akademiya Lîbyayê ya pispor e di vî warî de.

Akademî zarokên keç û kur bi serpereştiya perwerdekarên pispor fêrî tenîsê dike. Ruba Al-Senussî ji temenê 14 salî ve dest bi lîstika tenîsê kiriye dibêje: “Werzîşa tenîsê ji werzîşên herî baş e ji bo jinan ji ber ku ew bedew e.”

‘Bi werzîşê fêrî parastinê bûm’

Ruba Al-Senussi fêrî rêbaz û zagonên werzîşa tenîsê bûye dibêje: “Di vê werzîşê de ez fêrî êrîş û parastinê bûme li gel zagonên girêdayî wê. Bi werzîşê re ez bêhtir civakî bûm berê ez bi tenê dijiyam li niha dixwazim bikevin nava civakê.”

Lîstikvan Bissan Khaled Al-Abbar vê werzîşê bi riya înternetê û lîstikên naxweyî û navneteweyî dişopandin xwest ew jî bibe lîstikvan û dibêje: “Yekser dema ez hîn bûm derfet heye ez fêrî werzişa tenîsê bibim tevli akademiyê bûm û fêr bûm.” Ew niha piştgiriyê dide hemû zarokên di temenê xwe de ji bo van werzîşan bilîzin ji ber ku mêjî û bedenê bi pêş dixin.

Di 9 saliya xwe de dest bi werzîşê kir

Jana Al-Hounî dema ku li perwerdeyên tenîsê ku birayê wê yê mezin dikir dît jê hez kir. Di wê der barê de dibêje: “Min perwerdeyên birayê xwe didîtin û gav bi gav min dest pê kir bi wî re perwerde bûm. Ji temenê 9 saliyê ve min dest bi perwerdeyên xwe kir, li ser mekanîzmayên şandina topa tenîsê û pêşwazîkirina wê û hêdî hêdî fêrî parastinê bûm. Berê ez nikaribûm bi rakêta tenîsê bigrim lê bi berdewamiya perwerdeyê niha yek ji lîstikvanên herî baş im.”

Banga Jana Al-Hounî ji bo hemû jinên ciwan ew e ku xwe bi pêş bixin û werzîşên cuda li gorî xwe bilîzin bi taybetî piştî ku gelek klûbên werzîşên jinan li Bingazî û hawirdora wê di hemû waran de zêde bûn.