Ji mamostehiya biyolojiyê derbasî mamostehiya zumbayê bû

Hîndekara zumbayê û di heman demê de mamosteya biyolojiyê Duygu Ogan jî destnîşan kir ku yek ne li pêşiya yekê ye lê ew bi eşqeke mezin bi zumbayê ve girêdayî ye û wiha got: “Hêza me heye ku em her tiştî bikin. Ez difikirim ku piştî mirov bi rastî tiştek bixwaze û ji bo wê hewldan bike, bi rengekî dikare bigihîje wê."

PERÎ BAYAV
Îzmîr – Ji bo Duygu zumba, ji karekî yan jî reqsê zêdetir eşq e. Me bi Duygu re hevpeyvînek li ser xebata wê ya di warên cuda de, meraqa wê ya ji bo zumbayê û feydeyên zumbayê ku çalakiya herî populer a van salên dawî ye û jê re hem reqs û hem jî werzîş tê gotin, pêk anî. Berê me Duygu nas nedikir lê dema ku me hev dît, yekser em bi hev re hatin girêdan. Em herdu jinên ku di du qadên cuda de dixebitin û hewl didin bijîn. Em hem li ser aliyên xweş ên vê yekê û hem jî li ser xalên ku me bêzar dikin dipeyivin û em pê dihesin ku em çiqas baş ji hev fam dikin. Duygu her dem dikene, enerjiya wê ya jiyanê wisa bilind e ku ez hîs dikim ew min jî bilind dike. Paşê em dest bi axaftinê dikin ka wê çawa dest bi zumbayê kiriye, werin em bi hev re li çîroka Duygu guhdar bikin.
Hûn dikarin bi kurtasî xwe bidin nasîn? 
Ez 24 salî me. Ez ji dayikbûna xwe vir ve li Îzmîrê dijîm. Mamosteya biyolojiyê me. Heman demê jî mamosteya zumbayê me. Ji bo min mamosteya biyolojiyê di beşa pîşeyê de dîmine. Lê mamostehiya zumbayê awzeriyek e. Herî zêde dema ku ez xwe xirab hîs dikim direvim an jî dema ku ez dixwazim pir kêfxweş bibim hobiyek e.
Tu hem mamosteya biyolojiyê yî, hem jî mamosteya zumbayê yî. Baş e, eleqeya we ya bi zumbayê re çawa dest pê kir? Hûn çawa ketin vî warî?
Mamostehiya biyolojiyê û mamostehiya zumbayê tu carî ji hev re asteng nebû. Ji ber ku mesaiya mamostehiyê wekî seat 5-6 biqede. Mamostehiya zumba jî kareke ku ez tenê saetekê lê dixebitim. Ji ber vê yekê zêdetir piştgirî dan hev. Min zumbayê li salona werzîşê ya ku ez 8 sal berê diçûm dest pê kir. Ew refek bû ku, dema ku ez pêvajoyêk ku xwe pir xirab hîs dikir û neçar bûm ku motîve bibim ketim. Paşê bi eleqeya mamosteya min têkiliyên min xurttir bûn û min fêm kir ku ev kar li gorî min e. Ji ber ku ew kiryarêk pir bi rêkûpêk, pir rîtmîkî û enerjîk e ku ji dil tê ye. Heman demê aktivîtek werzîşê bû. Min bi motîvasyona mamosteya xwe biryar da ku bibim mamosteya zumbayê. Ez di nava sal û nîvekê de bûm mamoste û nêzî pênc sal in mamostehiyê dikim.
Hûn çawa ji mamostehiya biyolojiyê derbasî zumbayê bûn? Ma yek dikeve pêşiya ya din?
Na yek neket pêşiya yê din lê ger ez mikur werim, esqek min a mezin ji zumbayê re heye. Ji ber ku min ji biçûkatiya xwe de dixwest bibim mamoste, mamostehî jî karek bû ku min jê pir hez dikir. Dema ku ez mamostehiya biyolojiyê dikim, ez wek mamosteyek im û dema ku ez zumba didim fêrkirin, bi tevahî mamosteyek zumbayê me. Li gorî min her du jî hev xwedî dikin. Ji ber ku ya em jê re dibêjin zumba bi rastî cureyek werzîşê ye. Bernameyek xebata fitnessê ye. Ji ber vê yekê, pêwîst e ku zanîna anatomîkî û zanîna adaleyê hebe. Ji ber ku ez mamosteya biyolojiyê me, hinekî zanîna min heye û kêm be ji hin rêzikên xwedîbûnê dizanim. Herî kem ez di beşa teknîkî de baş im. Ji ber vê yekê, ez dikarim bi hêsanî hem ji bo xwe û hem jî ji bo xwendekarên xwe bi kar bînim. Ez dikarim tevgeran li gorî anatomiyê eyar bikim û sererast bikim.
Hûn li ser derketina zumbayê dikarin çi bibêjin?
Derketina zumbayê bi tevahî wekî teseduf pêk hat. Damezrînerê zumbayê Beto Perez, dema ku li salona aerobîkê dersê dide, bi şaşîtî CD’yên ku aîdê dersa aerobîkê ne ji bîr dike. Loma CD’yên muzîka latînî  digre û nûjen dike. Berê xwe dide ku dikare bi awayekî reqs û aerobîkê li hev dike. Paşê vê bi pêş dixe, diçe Emerîkayê û li tevahî cîhanê belav dike.
Zumba ya ku di nav bernameyên reqs-fitness ên herî belav de cih digre, çi ye? Gelo hûn dikarin ji me re hinek qala zumba bikin?
Navê vî yê rast zumba fitness ango bernameyekî hînkarî ya fitnessê ye. Cureya li hev kombûna aktîvîteyên reqs û aerobîk ên berê de heyî ye. Em dikarin weke şêweyê xermanbûyî bifikrin. Ji ber ku ji aliyekî ve, em bêyî pê bihesînin direqisin. Em hewl didin hereketên ku di fitnessê de dubare dike, bi we bidin kirin. Ji aliyekî ve jî hema hema rîtmên hemû reqsên heyî dişxûlînin, van dikin yek û hewl didin vana bikin waneyekî xweş, bi coş û vejenî. Ji ber vê yekê bêyî ku kes ferq bike, dikare bibe xwediyê hemu hereqetên ku di fitnessê de heye û dikare hemu komên adaleyên xwe bişxûlîne. Lê dibêje qey tenê direqise.   
Di zumbaya ku weke tevgerên fitnessê bi koreografiya reqsê pêk anînê jî tê penasekirin de, hînkariyên bi çi awayê hene? 
Ya rast em zumbayê li ser çar rîtmên navend lêkolîn dikin. Merenge, salsa, mambo û bumbiya. Lê em rîtmên din jî bikar tînin, lê bi giranî ev hene. Li gor lezbûn û hêdîbûna van, di serî de eyarkirina rîtmê xwe yê dil pir girîng e. Birêzbûna van jî pir girîng e. Dema ku em van bikar tînin varyasyonên fitness, rê û mil jî bikar tînin. Ger tevgerekî hişk be, bi derbdanên hîn hişktir hewil didin ku hîn bêhtir komên adaleyan bişxulînin. Di hinekan de bêhtir giranî didin tenê yek komekî adale û wisa dişxulin. Bi vê awayê derfetê me yê hemu adaleyan yek bi yek an jî hemuyan bi yek carê de şixûlandinê çênabe. 
Di zumbayê de şêweyên cuda yên ji muzîk û reqsa Latîn îlham digrin, tên şixulandin. Der barê hilbijartina muzîkê ya ku ji bo bi şêwekirin û ton dana laş, hem rîtmên lez hem jî yên hêdî dihewîne, mirov dikare çi bêje?
Weke ku beriya niha jî min got, li gorî vejena rîtim û lêdana van rîtman hemuyan, bikaranîna wan ji bo me pir bi feyde ye. Ji ber ku ya herî hêsan leza dilê me eyar dike. Ji ber ku teqez divê em bi awayekê venêrînê bilind û kêm bikin, guhertina van tonan jî di vê aliyê de pir alîkarî didin me. Herî kêm li gorî muzîkan bi rêz bikin û hem ji bo hîsiyata kesan hem jî di hereketên aktîvîteyên ku em dixwazin de, em dikarin tona xwe eyar bikin. 
Zumba li gorî hemû komên temen, bi taybet hatiye çêkirin. Der barê li gor koman, temen û astan  de vesazkirina waneyên zumbayê de, hûn çi dibêjin? 
Li gor min ev yek pir bimantiq e. Ji ber ku avahiya zîrekî, fîzyolojî, daxwaz û hêza xeyalan a zarokekî tu caran ne weke ya kesekî/ê mezin e. Ji ber vê yekê divê li gorî min zarok û kesên mezin cuda werin bidestgirtin. Jixwe em di zumbayê de şêweyên cuda dibînin. Zumba Kids di navbera 8-12 de ye, Zumba Gold ji bo kesên ku emrê wan 45 û jê zedetir e; ji bo kesên astengdar an jî bi emir mezin, kesên tempoya wan hîn girantir e komên ku em vesaz dikin hene. Bi heman awayê weke ku di zarokan de derdikeve pêş, di kesên emir mezin, astengdar an jî yên dixwazin bi tempoya hêdî bimeşin de jî cûdabûn derdikevin holê. Ya rast bi vê awayê zumba xitabî hemû beşan dike, bi awayekî derfet dide ku her kes bikaribe zumba bike. Bi her awayê hûn dikarin zumba bikin. Astengî nîne. Li ser kursiya astengdaran jî herî kêm hûn dikarin milên xwe, laşê xwe yê jor, serê xwe hereket bikin û bi awayekî zumba bikin. 
Feydeyên pir zêde û cuda yên zumbayê hene. Gelo hûn dikarin hinek qal bikin? 
Ruxmê ku aktîvîteyeke werzîşê ye, ez wisa difikrim ku di warê ruhî de mirovan pir zêde têr dike. Baweriyekê pir mezin ji bo mirovan bi dest dixe. Ji ber ku însan dema dibîne dikare pêk bîne, hîn bêhtir dixwaze bike û hîn bêhtir dibe xwedî baweriya cewherî. Berê tu caran ez nedireqisîm. Li her derê ez jê direviyam. Ez ji xwe bê bawer bûm. Pir zêde nikaribûm biaxivim. Lê niha li herî pêş direqisim. Qet ferq nake, li kolanan jî direqisim. Li gorî min ev yek di warê baweriya cewherî û derûnî de min pir bihêz dike. Her wiha rojên ku ez ne kêfxweş im, piştî waneyê bi awayekî pir kêfxweş dikarim ji sifirê dest bi her tiştî bikim. Weke çavkaniyekê motîvasyonê jî dibînim. Bêguman ji ber ku hînkariyekî fitnessê ye, ji bo şewitandina rûnê laş pir bi bandor e. Bi qasî ku bi xwedîbûna pergalî piştevaniya vê were kirin, cudabûnên pir xweş tê dîtin. Ji ber ku hûn dikarin –di nav waneyekî de- heya 600-700 kaloriyan bişewitînin. 
Ji bo feydeyên fizîkî yên zumbayê hûn dikarin çi bêjin? 
Ji ber ku em hemu komên xwe yên adaleyan didin şixulandin, ya rast di warê fîzyolojîk de jî dihêle ku em dereng pîr bibin. Her wiha ger di jiyana me de bê hereketbûn serwer be, dihêle ku em vê bê hereketbûnê kêmtir bikin, bibin xwedî jiyana hîn bi hereket û xwe vejenî hîs bikin. Dihêle ku em bizanibin ka em ê kîjan komên xwe yên adaleyê çawa bişxulînin. Ji ber ku di zumbayê de mîna bernameyeke reqsê yan jî hînkariya ji rêzê ya fitnessê em nabêjin ku tê viya wisa bikî. Em li bendê disekinin ku hûn venasin. Dema hûn vedinasin, wê demê hûn dikarin bibînin ku ka hûn ê çawa ew komên xwe yên adaleyan bişixulînin. Piştî ku we dît ger hûn hereketên cuda li ser wê koma adaleyan zêde bikin, bi hêsanî hûn dikarin wan bişixulînin.