2 werzîşvanên Îranê di takvandoyê de xelatên zêr û bronz bi dest xistin

Jinên Îranê yên tekvandovan Mebîna Nemetzande û Hastî Mihemedî, di şampiyoniya Tekvando ya Hêviyên Cîhanê de 2 madalyayên yek zêr û yek bronz bi dest xistin.

Navenda Nûçeyan – Şampiyoniya Tekvando ya Hêviyên Cîhanê ku di navbera 12-15’ê Mijdarê de li salona werzîşê ya Moî ya li bajarê Naîrobiyê hat lidarxistin, bi beşdariya 452 tekvandovanên ji 75 welatan bi dawî bû. 

Tîma takvandoyê ya Milî ya jinên Îranê, Mebîna Nemetzade bi qezenckirina madalyaya zêr û Hastî Mihemedî bi qezenckirina madalyaya bronz pêşbazî temam kirin û di rêza çarem de cih girtin. Tirkiye, Başûrê Koreyê û Mexribê di pêşiya tîma mîlî ya jinan a Îranê de cih girtin. Tûnis û Spanya piştî tîma Îranê cih girt.

Mebîna Nemetzade, di tora yekem de ‘Anaamis’ a Mexribê têk bir û piştre ‘Adîba Selîm’ a Elman jî têk bir, gihîşt nîv fînalê. Di nîv fînalê de, werzîşvana Îranê ‘Edî Adacic’ a Sirbistanê têk bir û gihîşt fînalê. Di fînalê de reqîba xwe ya Tirk bi 5-1’ê têk bir û madalya qezenc kir.

Hastî Mihemedî, di têkoşîna xwe ya destpêkê de ‘Roja Rezaeî’ ya Elman bi 2-0 têk bir û piştre ‘Jessîca Lee’ ya ji Haîtî bi 2-1 têk bir. Hastî Mihemedî di fînala çaryekê de ‘Ripoloa’ ya ji Yunanistanê têk bir û gihîşt nîv fînalê. Di vê qonaxê de ‘Emîne el-Dahavî’ ya Mexribê têk bir û madalyaya bronz girt.

Rojan Guderzî, piştî hat beramberî reqîbek xwe yê Îsraîlê, dest ji pêşbaziyê berda.

Sayna Kerîmî, di fînala çaryekê de li hemberî ‘Elîsa Angelova’ ya ji Rusyayê (Di bin ala Federasyona Cîhanê de) têk çû û şansê madalyayê winda kir.