Nexweşên li Îranê ji ber kêmbûna dermanan gelek zehmetiyan dikşînin

Bijîjkek dermançêker dibêje ku gelek dermanên biyanî êdî nakevin hundir û kompanyayên derman ên Îranî bi xwe derman çêdikin, bi tevahî berhemên navxweyî kêm in û kampanyayên navxweyî di hilberîna dermanan de rastî gelek pirsgirêkan tên.

LARA GOHRÎ

Mehabad – Li gorî Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê, zêdetirî nîv milyar kes nikarin dermanên tendirustiyê bigrin. Li Îranê ji ber dorpêç, xizanî û bihabûna nirxan, rewşa tenduristiyê li gorî salên borî hinek cudatir e. Xelk di warê dabînkirina pêdiviyên xwe yên tenduristiyê de rastî pirsgirêkên cîdî tên. Tunebûna xizmetên derûnî û derûnînasiyan, bihabûna nirx û nebûna gelek dermanan û heta daketina kalîteya dermanên navxweyî, bûye sedem ku tenduristiya xelkê bikeve metirsiyê. Gelek kesên ku nikarin dermanan peyda bikin an dermanên xwe diguherînin yan jî ji bazarên tarî bi nirxek zêde digrin.

‘Peydakirina dermanan gelek zehmet bûye’

Seher Selîmî yê 39 salî çend sal in nexweşiya damaran û depresyonê pê re çêbûye. Der barê rewşên zehmet ên kirîna dermanan de wiha dibêje: “Ev çend sal in nexweşiya depresyonê bi min re çêbûye, piştî ku bihayê dermanan zêde bû, min careke din ew derman dikiriya. Min her dem derman bi awayekî serbest dikirî. Dema ku dermanê min li sûkê nema êdî bijîjk dermanek alternatîf ji bo min nivîsand. Lê zêde navbera min û dermanan tunebû, piştre dema ku ew jî kêm bû, min êdî ji bazara reş a Tahranê ew derman digirt. Bijîjk ji min re psîkoterapî destnîşan kiribû lê ji ber min nikaribû 200 hezar tumenî biçin, piştî du caran min dev ji psîkoterapiyê berda û min xwe bi heban ve girêda lê niha peydakirina derman gelek zehmet bûye.”

‘Li Îranê qeyrana derman zêde heye’

Sara Qadirî ya Zerdeştê û xwendekara civaknasiyê ye, ew di dema xwendekariyê de ji ber gelek dixwend di bin çavdêriya Wezareta Ragihandinê de bû wiha got: “Piştî min lîsans qedand ji min re gotin ji ber ku te zêde xwend tu nikarî xwendina xwe berdewam bikî. Ez jî vegeriyam bajarê xwe û nexweşiya depresyonê bi min re çêbû, ez dereng bi nexweşiya xwe hesiyam û min dereng dest bi dermanan kir. Piştî ku tedawiyê dest pê kir, ez çûm Mihabadê ba derûnasekî û min behsa pirsgirêkên xwe kir, got ez ê ji te re derman binivîsim û tu çalakvanekî siyasî yî tenê çareseriya te koçberî ye. Ez zehf xemgîn bûm û giriyam ji ber ku pereyê min ê  koçberiyê tunebû, min dermankirinê berdewam kir, piştî salekê ez baş bûm lê serêşa min giran bû. Divê min MRI bikişanda lê li Serdeştê tunebû, ez nikaribûm biçim Urmiyeyê ji ber ku pereyê min tunebû. Ez hebên rahakînê dixwim, carna dema ku hebên min xilas dibin, dermanxane bêyî reçete dermanan nadin min ji ber ku ev heb ne qanûnî ne. Ji ber hebên min kêm peyda dibin, ez demeke dirêj li Mihabad û Serdeştê li pey rehakînê digeriyam û min nedît, piştî çend hefteyan min ew di dermanxaneyek de dît, bi rastî jî li Îranê qeyrana derman heye. Tenduristiya nexweşan ber bi metirsiyê ve diçe.

‘Dilê min bi pîlê dixebite’

Bîta Axapûr 23 salî li bajêra Şinoyê dijî û nexwşiya dil pêre peyda bûye. Der barê  emeliyat û girtina dermanê xwe de got: “Rojekê min hîs kir ku ez nexweş im, dema çûm nexweşxaneyê gotin ji zikmakî ve pirsgirêka dil bi te re heye û tu dereng pê hesiyayî, divê gelekî zû tu bihatayê emeliyatkirin. Bavê min neçar ma maşîneya xwe bifiroşe da ku ez li nexweşxaneyeke baş a Taranê bi destên bijîjkên zana werim emeliyatkirin û niha dilê min bi pîlê dixebite. Piştî emeliyata dil, ez çend cure heban dixwim û bêyî van heban jiyana min dikeve metirsiyê. Destpêkê de min hebên xwe ji dermanxaneyên Heyva Sor digirt lê gav bi gav digotin bila kotaya xwe ji dermanxaneyên Urmiyeyê bigrin. Dermanxaneya Urmiyeyê jî heb bi bihayekî serbest di firotin min û got êdî ev derman neman e. Hebên ku min dikirî bûn sê meh dema wan a xwarinê hebû niha ez bi serbestî ji Taranê heban dikirim û carna ez û malbata xwe ji ber kêmbûna derman ewqas dimînin di bin zextê de hinek caran ez dixwazim bimirim, dê û bavên min çawa be ger tiştek nebe bixwînin jî wê hebên min peyda bikin. Min bazinên xwe jî firotin da ku dermanan bikirim da ku dermanên xwe bi ewle peyda bikim. Lê bi rastî gelek giran e ku mirov bi vê stresê re bijî lê mirov neçar e ji bo bijî têbikoşe.”

‘Di aliyê dabînkirina dermanan de em gelek zoriyan dikşînin’

Leyla Ekberî dermansaz e û li Mihabatê xwediyê dermanxaneyek e der barê rewşa derman û dermankirînê de dibêje: “Gelek ji dermanên biyanî êdî ji derve nayên hundir û kompanyayên dermanî derman li Îranê çêkirine lê ez her dem ji kesên ku tên derman digrin navê bijîjkê biyanî pêşniyar dikim, ji ber min bi xwe bandora wê dîtiye, bi giştî li seranserê welat derman kêm in. Îsal di aliyê dabînkirina dermanên psîkolojîk, antîbiyotîk, dilopên çav, hebên îboprofên, spreya nefesê û astamînîfon sewa zarokan em rastî gelek pirsgirêkan hatin. Li her dermanxaneyê kotaya hinek dermanan heye yan jî di rewşa kêmbûna dermanan de, wek mînak şeş xwînavan didin û em di aliyê dabînkirina dermanan ji bo nexweşan rastî kêmasiyê tên. Ev kêmasî bûn sedem ku ji welatekî wek Tirkiyê xwînavê bînin hundir an jî bihayê dermanên navxweyî zêde bikin. Bihayê dermanan 4, 5 qatan zêde bûye û gelek kesên ku nexweşiyên wan ên taybet hene rastî pirgirêkan tên. Nexweşan berê dikaribûn hinek dermanên taybet bi buhayek kêm peyda bikin, lê niha ew derman nemaye û piraniya wan ger bikarin ji dermanxaneyekê bikirin, neçar in ku ji Tahranê dermanan bikirin, ji ber ku piraniya dermanan ku du sê meh demê wan heye bi buhayên erzan tên firotin, weke din li bazarên reş bi dolaran tên firotin.”

‘Bi qasî ji destên me tê em alîkariya nexweşan dikin’

Fizyoterapîst Derya Mehbûbî der barê nexweşan û mesrefa fîzyoterapiyê de wiha got: “Hinek ji nexweşên ku tên cem me pirsgirêkên wan ên cidî hene û fîzyoterapî li ser wan qedexe ye lê gelek ji wan ji ber ku nikarin mesrefa dermanan dabîn bikin, dermankirinê di nîvê de dihêlin û piştre rewşa wan xirabtir dibe. Gelek kes mesrefên zêde dikin û daxwaza erzaniyê dikin, bi qasî ku ji destên me tê em li nexweşan xwedî derdikevin lê ji ber mesrefa karê me zêde ye, ev çend meh in em rastî pirsgirêkên aborî tên. Fînansekirina mesrefa diranan, kemoterapî, fîzyoterapî, psîkolojî, neştergerî li Îranê ji ber dahat û rewşa qeyranî ya aboriyê wisa zêde ye  piraniya mirovan ji bo bijîn gelek mesrefê dikin.”