Li Xezayê ji bo têkoşîna bi xelayê re xurekên pêvek girîng in
Li Xezayê ji ber şerê heyî xela û birçîbûn her diçe zêdetir dibe. Şêniyên Xezayê hewl didin bi xwarinên heyî derman û xurekên pêvek ên saziyên alîkariyê dişînin jiyana xwe bidomînin lê pispor der barê bikaranîna wan de hişyarî dikin.

REFÎF ISLÎM
Xeza – Piştî sê mehan ji amborguya dijwar a li ser Zîvala Xezayê û rêgirtina hêzên Îsraîlî li ser ketina aîlkariyan bêyî ewlehiyê ji bo gihîştina ajansên NY û belavkirina wan, jinên Filistînî ji bo xwe û zarokên xwe serî li zêdekirina pêvekên xurekî didin ku bi riya Ajansa Alîkarî û Kar a Penaberên Filistînî ya Neteweyên Yekbûyî UNRWA’yê tên belavkirin. Ji ber rewşa zehmet a ku tê de ne, jin hişyariya tendirustî ya ku divê berî girtina wan xwarinan were girtin ji bo dûrketina ji xeteriyan, paşguh dikin.
Ji birçîna xwe dispêrin pêvekên xurek
Neîma El-Kefarna û zarokên xwe ji ber birçîbûnê neçarî pêvekên xurekê dibin bêyî ku bizanibin zêdekirina van pêvekan ziyanên wan ên tendirustî li ser bedenê heye bi kar tînin. Neîma El-Kefarna wiha got: "Dema min ji bo xwe û zarokên xwe pêvekên xurek digirtin, tendrustiya min baştir bû. Dikaribûm hemû karên xwe bikim û li zarokan binêrim. Mînak fistiq ji bo her du keçên min jî weke xwarinê bû wan ji birçîbûnê gilî û gazinan nedikir êdî. Ev çend meh in min test nekirine, em nizanin di bedena min de kêmasiyên vîtemînan hene yan na. Me pêvekên xurek ên ku hemû elementan ji A bigre heya zincê dihewîne, digirtin. Ji ber zêdebûna girtina van pêvekan bi keçên min re nexweşiya zikçûyînê çêbû lê min nizanbibû pêvek sedema wê ne."
Naîma El- Kefarna diyar kir ku nîşaneyên kêmbûna xurekê ji ber rawestandina vê pêveka xwarinê li ser wê û herdu keçên wê dest pê kirine û da zanîn ku wêher dem xwe lawaz hîs dikin, serî û guhên wê diêşiyan û nikaribû mesafeyên kurt bimeşe. Keçan wê jî lawaz bûne, ew êdî hez nakin bimeşin an bilîzin, ji ber ku fêm dikin tevgera zêde tê wateya birçîbûna domdar ji ber ku xwarin tune ye ku têra têrbûnê bike.
Zarokên Xezayê bi xela û mirinê re rûbirû ne!
Li gorî daxuyaniyek ji aliyê UNICEF’ê ve hatiye dayîn ger hêzên Îsraîlê dorpêça xwe ya tund a li ser bajêr bidomînin, îhtîmala mirina 14 zarokan di du rojên pêş de pir zêde ye. Ji ber birçîbûna ku li Xezayê belav bûye û rê li ber gihîştina alîkariyên mirovî ya rêxistinên navneteweyî yên ku destûr dane wê li ser sûdmendan belav bikin digre.
'Girtina zêde ya pêvekên xurek nexweşiyan bi xwe re çêdike'
Pisporê Xurekê yê Klînîkî û Fitnesê Îman Sîam da zanîn ku pêvekên xurek komek ji vîtamîn û mîneralan in û wiha axivî: "Hinek ji wan di bedenê de tên hilberandin û yên din jî nikarin di bedenê de werin hilberandin. Ji ber vê ew ji parêzek berfireh, cihêreng û yekgirtî tên girtin. Ger mirov têra xwe xwarinê nexwe ji bo ku vîtamîn û mîneralên pêwist bigre divê rojane hebek ji pêvekên xurek bigre. Divê jin û jinên ciwan rûnê fistiqan li şûna şekir negirin, ji ber ku ev pêvek xwarinek e dikare zarokek ji birçîbûnê rizgar bike. Ew jî li gorî tendirustiya zarok tên dayîn. Girtina zêde ya van pêvekan jî ji bo zarokan nexweşiyan bi xwe re tîne û divê ew di nava xwarinên bingehîn de bên xwarin."
Li gorî hewcedariya bedenê pêvekên xurek tên girtin
Îman Sîam tekez kir ku divê zarok pêvekên xurek ên pêwist bigrin û li gorî tendirustiya wan bin, ji ber ku hinek pêvek hene ne li gorî zarokan û temenê wan in. Divê jin û jinên ciwan tu dermanan negirin heta ku bizanibin hêmanên xurekî yên tê de ne li gorî wan in an na. Her wiha pêwist e her dem testên tibî bên çêkirin da ku mirov bizanibe beden wê hewcedariya xwe bi kîjan vîtemînan heye û nabe ku pêvekên xurek demek dirêj bên xwarin.