Li Yemenê şewba sorik: 77 zarok mirin

Sorik a nexweşiyeke ku bi derzîlêdanê dikare were pêşîlêgirtin, li Yemenê di asta şewbê de tê jiyîn. Li welat hejmara kesên tijî nexweşiyêbûne 9 hezar derbas kir.

Navenda Nûçeyan – Li Yemenê ji destpêka sala 2023’an vir ve zêdeyî 9 hezar kes tijî nexweşiya sorikê bûn û 77 zarok jî ji ber vê nexweşiyê jiyana xwe ji dest da.

Neteweyên Yekbûyî (NY) a daneyên li Yemenê parve kir, balkişand ku rewş di astekî xeternak de ye. Di daxuyaniya nivîskî ya ji aliyê Ofîsa Koordînasyona Karên Însanî ya NY’ê ya li Yemenê (OCHA) ve hat dayîn de hat ragihandin ku li welat ji serê salê vir ve bi heman awayî 9 hezar û 418 bûyerên sorikê hatine tespîtkirin. Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Ji destpêka sala 2023'an û vir ve 77 zarok ji ber sorikê jiyana xwe ji dest dan."

Hat diyarkirin ku ji xeynî sorikê, bi bûyerên dîfterî û ji nexweşiyên bi vî rengî mirin jî zêde bûne. Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (DSO) jî di daxuyaniya xwe ya 19’ê Adarê de hişyariya li Yemenê nexweşiyên sorik û felca zarokan belav dibe da. Her wiha li welat ji ber şerê navxweyî û nîşaneyên wê sektora tenduristiyê kêmasiyeke cidî ya alavên tibî dijî.

Li aliyê din li gorî raporên Komîseriya Bilind a Karûbarên Penaberan a NY’ê ji ber şerê navxweyî ji sedî 73’ê gelê Yemenê (nêzîkî 23,4 milyon) xwedî pêdivî ya alîkariyên mirovî ne. Her wiha 4,3 milyon kes jî ji cih û warên xwe hatin koçber kirin.

Sorik çi ye?

Sorik nexweşiyek şewbê ye ku bi taybetî temenê zaroktiyê di her temenî de tê dîtin. Sedema  nexweşiya sorik vîrûsa sorikê ye. Mirov yekane çavkaniya wê ya tê zanîn e. Nexweşî bi rêya nefesê ve derbas dibe û bi ta û rêjk pêş dikeve. Di berdewamiya bi nîşaneyên wek kuxik, şîlbûna poz, bêhalî û sorbûna çavan re jî hebe. Teşhîsa teqez a sorikê bi erêkirina laboratuarê tê danîn. Nexweşî dikarê bi derziyan bê pêşî girtin. Li seranserê cîhanê her roj 380 zarokên nikarîn xwe bigihîn derziyê jiyana xwe ji dest didin. Ji aliyê Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO); tê texmînkirin ku hejmara rast a bûyer û miriyan bi qasî 10-50 carî ji hejmarên hatine ragihandin zêdetir e.