Li Tûnisê nezanîna tendirustiyê dibe sedema pêşketina nexweşiyan

Pispora zayînê Rîhab El-Bilêdî bal kişand li ser pirsgirêkên tendirustiyê yên jin pê re rû bi rû tên û got ku jinên Tûnisê ji ber ku di warê zanîna tendirustiyê de xwedî agahî nîn in, nexweşî dema digihîje asteke pêş, tê ferqkirin.

NEZÎHE BOSEÎDÎ

Tûnis – Li Tûnisê gelek caran jin rûbirûyî gelek nexweşiyan tên ku dermankirina wan pir buha ye û bandoreke neyînî li ser derûniya wan dike. Gelek nexweşî ji ber kêmbûna hişyariya di warê tenduristiyê de çêdibin û dema digihîjin astekê hem derfetên dermankirinê zehmet dibin hem jî başbûn kêm dibe.

Pispora zayînê Rîhab El-Bilêdî li ser rewşa heyî diyar kir ku gelek nexweşî ji ber nezaniyê çêdibin û got: "Ger nexweşî zû werin tesbîtkirin dê dermankirina wan jî zû were kirin. Em dibînin pêwîstiya jinên Tûnisî bi hişyariya çanda tenduristiyê û girîngiya naskirina hinek nexweşiyan heye. Mînak; penceşêra malzarokê û penceşêra pêsîrê û hinek nexweşiyên zayendî. Ev nexweşî hemû bandorên derûnî û fizîkî li pey xwe dihêlin."

‘Di warê tendirustiyê de ji ber ku zanîn û agahî kêm in nexweşî bi pêş dikevin’

Rîhab El-Bilêdî wiha berdewam kir: "Jin zêde xwedî zanîn û agahiyên pêwîst nîn in ku xwe ji nexweşiyan biparêzin. Her wiha der barê nîşaneyan de jî şiyar nîn in. Ji bo kontrola penceşêra pêsîrê gelek jin nizanin li malê xwe kontrol bikin. Gelek caran nexweşiya wan digihîje qonaxeke gelekî pêşketî heta pê dihesin ji ber wê dibe sedema dermankirina buha û şansa başbûnê kêm dibe."

‘Nexweşiyên fizîkî bi xwe re yên derûnî jî tînin’

Rîhab El-Bilêdî di berdewama axaftinê de wiha got: "Nexweşiya jinan, dema ku digihîje asteke xeternak dihêle ku gelek bandorên neyînî li ser derûnî û rewşa wan a fizîkî çêbibe. Her wiha derûniya wan pir xirab dibe. Ji ber ku jin di jiyana xwe de her dem di nava liv û tevgerê de ne û alîkariyê pêşkêş dikin, dema dikevin rewşeke ku pêwîstiya wan bi alîkariyê çêdibe di warê derûnî de nebaş dibin. Sedema sereke ya derengmayîna teşxîskirina nexweşiyan jî tunebûna çanda tenduristiyê û neçûyîna bijîşkan e.”

Rîhab El-Bilêdî wiha bi dawî kir: "Jin çendî xwedî agahî bin, ewqas derfet heye ku lêkolîn bikin û tenduristiya xwe biparêzin. Nexweşiyên mîna penceşêra pêsîrê yan jî malzarokê bi teşxîskirina zû dikarin werin dermankirin û şansa başbûna ji wan zêdetir e.”