Jin û zarokên Idlibê ji ber ava bi klor nexweş dikevin

Malbatên koçber li kampên Idlibê ji ber ava ku madeya klorê tê de ye rûbirûyî xeteriya pêketina nexweşiyan tên. Ava ku klor di nav de ye ji aliyê gelek rêxistinan ve ji bo kampê tê şandin lê xetereyên wê nayên zanîn.

Idlib- Tevî ku malbatên koçber ji piştgiriya hejmarek rêxistinên civaka sivîl di aliyê belavkirina ava vexwarinê de sûdê digrin jî lê belê ew ava ku klor zêde tê de ye, gefê li jiyana malbatan dixwe.

Malbata Heyat El-Berî ya 44 salî koçbera ji bajarê Xan Şêxûn li kampên Dêr Hesan dimîne neçar dibe, ava ku rêxistin li wan belav dikin vexwin. Ava ku bêhna klorê jê tê, gelek pirsgirêkên tenduristiyê bi xwe re tîne. Şêniyên kampê ji ber ku nikarin ava vexwarinê bikirin neçar dimînin ava bi klor vedixwin.

Heyat El-Berî got: "Dema em xwe dişûn an jî vê avê vedixwin nîşaneyên rebû û hesasiyetê bi me re derdikevin. Zarokên min ji beriya demekê ve nexweşiyên sing bi wan re çêbûne lê dema ava bi klor vedixwin ev nîşane bi wan re zêdetir dibin. Eger em 5 bermîl ava paqij bikirin pereyê zêde jê re lazim e û hevjînê min jî bi halekî xirab debara jiyana me dike".

Ji ber ava bi klor nexweşiyên çerm çêdibin û por diweşe

Rîm El-Ebdulkerîm a 33 salî jî got: "Ez û hersê zarokên xwe rûbirûbûyî nexweşiyên çerm û zivirbûna por û weşandina wî hatine. Ji ber ku em ava bi klor a li kampên Rohîn tê belavkirin bi kar tînin em nexweş ketin."

Rîm El-Ebdulkerîm di berdewama axaftina xwe de wiha got: "Ji dema em vê avê bi kar tînin ve serê me dixurê, çavên me dişewitin û serê me tijî qaşûl bûne. Ji ber rewşa me ya madî nebaş e em nikarin vê avê bikirin. Hevjînê min di firneyekê de kar dike û bi zorê têra debara me dike."

Jina 70 salî Sibhiya El-Şeme jî ji ber vexwarina vê avê rûbirûyî nexweşiyên mîdeyê hatiye. Sibhiya dibêje: "Piştî ku li kampê bi cih bûm, iltîhaba mîdeyê û iltîhaba kanala mîzê bi min re çêbû. Bijîşkê min ji min re got ava paqij vexwe lê ji ber rewşa xizaniyê ez nikarim bikirim."

‘Dema rêjeya klorê zêde bikeve nava avê dibe sedema penceşêrê û nexweşiyan’

Ji aliyê din ve bijîjk Rezan El-Helaq got: "Ger rêjeyek guncaw di bin serpereştiya pisporan de bikeve nava avê dê bandora wê li tenduristiyê tunebe lê xeterî di lîstina bi rêjeya klorê di avê de ye. Klora di wê avê de ger di bedena mirovan de kom bibe dê bibe sedema penceşêrê, nexweşiyên dil û damarên xwînê jî."

Her wiha diyar kir ku rêjeya zêde ya klorê di avê de dibe sedema neanîna zarokan û rewşên jiberçûnê her wiha bandora neyînî li mekanîzmaya parastina bedenê dike û gelek nexweşiyên din bi xwe re tîne û divê bi rêjeyek kêm were bikaranîn.

Ajansa parastina jîngehê ya Amerîkayê EPA’yê îsbat kir ku yek ji sedemên penceşêra gurçik kolon û cihê mîzê madeya klorê ya di nava ava vexwarinê de ye.