Li Serdeştê şîrket derman nadin dermanxaneyan

Li Serdeştê kêmaniya xizmetên tibî, herî zêde bandorê li jinan dike û tedawiya xelet rê li ber mirina jinên ducanî vedike. Di dema serhildanên li seranserê Îranê de li Serdeştê ji ber ku şirketan derman nedan dermanxaneyan, gelek derman kêm in.

ROJÎN KADRÎ

Serdeşt- Li bajarê Serdeştê yê Rojhilatê Kurdistanê bijîjkên pispor, dermanxane, laboratuar û di mijarên xizmetên tibî de gelek kêmaniyan dikşînin. Li kêleka wê ji ber zêdebûna maliyeta tedawiyê, di qada tendirustiyê de pirsgirêkên cidî rûdane. Leyla Ahmedî ku li dermanxaneyeke Serdeştê dixebite got: “Êdî hinek derman nayên dîtin û şirket dermanên bingehîn û pêwîst nadin dermanxaneyan.”

Leyla Ahmedî da zanîn ku dermanên hinek nexweşiyên taybet nayê dîtin û got: “Mînak yê rahakin dermanek ku li piraniya dermanxaneyan dihat dîtin e. Hemwelatî dema ku dixwazin derman bikrin neçar dibin li hemû dermanxaneyên bajar bigerin lê nabînin. Li bajarên din ev derman heye lê li Serdeştê rewş berovajî ye. Di dema serhildana Jin Jiyan Azadî de şirketan, serum û bandajan nadin dermanxaneyan.”

‘Xeletiyên tibî jinên ducanî dikujin’

Viyan Hasan zadeh ku li nexweşxaneya Serdeştê perestar e diyar kir ku ji ber xeletiyên tibî jiyana jinan di metirsiyê de ye û got: “Li bajar her sal xeletiyên tibî tê jiyîn. Bi taybetî ev şaşî rê li ber mirina jinên ducanî vedike. Jina bi navê Meryem Merî yek ji van jinan e. Zaroka wê jinê bê dayik hat dinyayê.”

‘Li bajar bijîjkên pispor tune ne’

Jina bi navê Nermîn Mihemedî wiha behsa kêmaniyên xizmeta tendirustiyê kir û got: “Piştî zewacê çend mehan xwîn hat û min xwe baş hîs nekir, ez çûm jinekologa tenê li bajar, sekreter xwest ez piştî mehek din biçim û piştî du rojan xwînhatina min berdewam kir. Ez careke din çûm nexweşxaneyê û sekreter çû gel bijîjk ez birim muayeneyê. Got divê tu ultrasyonê bikşînî. Dema min encama ultrasyona xwe da nîşan û got di rehma te de kîst heye û ne cidî ye. Ger ez li bajarek din bûma ez ê di nava du rojan de emeliyat bûbama, lê belê li Serdeştê ev derfet tune ye. Li bajar têra xwe nexweşxane û pispor tune ne.”