Girîngiya vîtamîna D û bandora kêmbûna wê li ser tenduristiya jinan

Li Îranê ji ber quralên cil û bergan jin nikarin vîtamîna D a ku ji bo laşe mirovan gelekî girînge bigrin. Kêmbûna vîtamîna D di gelek jinan de dibe sedemên gelek nexweşiyan.

SORUŞA AMÎN

Navenda Nûçeyan – Vîtamîna D yek ji vîtamînên bingehîn e pêdiviya bedena mirovan pê heye. Çavkaniya sereke û xwezayî ya vîtamîna D jî roj e. Berevajî vîtamînên din, vîtamîna D ji xwarinan nayê girtin ji ber ku di xwarinan de miqdarên kêm vîtamîna D hene. Ji bo ku hewcedariya bi vîtamîna D, pêdivî heye ku di demên diyar de bedena mirov rojê bibîne. Rojê 20 deqeyan li ber tavê ji sedî 40 çermê bedenê bi tavê, hewcedariya rojane ya vîtamînê pêk tîne. Kêmasiya vîtamîna D pirsgirêkek tenduristiyê ye ku li seranserê cîhanê tê dîtin. Îran jî di nava van welatan de ye. Di 10 salên dawî de kêmbûna vîtamîna D di nav Îraniyan de 6 qat zêde bûye. Li gorî lêkolînan bi sedî 80 jinên Îranê re kêmbûna vîtamîna D heye.

Kêmasiya vîtamîna D bi jinan re ji mêran pirtir e. Kêmasiya giran a vîtamîna D di nava jinên ciwan de 3.5 car û ji mêran 1.5 carî bi jinên ji 45 salî mezintir re zêdetir e. Ji ber vê yekê qanûnên li ser cil û bergên jinan li Îranê girtina çerm tîrêja rojê bi riya ronahiyê sînordar dike. Her wiha ronahiya rojê li gelek malan nade û ger biçe jî tava li pişt camê tu bandorê li kêmbûna vîtamîna D nake.

Kêmbûna vîtamîna D dibe sedema gelek nexweşiyan

Ji ber kêmbûna vîtamîna D girtina kalsiyûmê kêm dibe, xetera şikestina hestî zêde dibe. Ew di zarok û mezinan de dibe sedema pirsgirêkên hestî, di zarokan de raşîtîzm û di mezinan de osteomalazî û osteoporozê çêdike. Kêmbûna vîtamîna D ya navîn û giran jî xeteriyek ji bo nexweşiya kardiyovasku ye. Tê zanîn ku kêmbûna vîtamîn D di 17 cureyên penceşêrê de, di nav de pênçeşêra pêsîr, kolon, nexweşiyên otoîmmune, felc, kêmasiyên zayînê û nexweşiyên parodontal de roleke mezin dilîze. Kesên ku kêmasiya vîtamînê dikşînin, hewce ye ku vîtamîna D wekî derman, rêya devkî bigrin.