Bi dermanên xwezayî ji nexweşxan re dibe alternatîf

Gelek kesên nexweş ji bo dermankirinê berê xwe didin tiba xwezayî ango tiba alternatîf. Ji ber ku dizanin, dermanê her tiştî di xwezayê de heye û hewl didin bi riya xwezayê tendurustiya biparêzin.

SÛZAN EBÛ SEÎD

Beyrûd- Tiba xwezayî ya ku xwedî dîrokeke kevnar e; di roja me ya îro de weke alternatîfek ji tiba heyî ango ‘nûjen’ re tê dîtin. Jina Lubnanî Henan Bo Necim, di warê tiba xwezayî de pispor e, bi agahiyên xwe di warê parastin û dermankirina nexweşiyên giran de xizmetê dike.

Henan Bo Necim dema ku 16 salî bûye beşdarî Heyva Sor bûye. Di dema şer de, beşdarî xwendinê bûye her wiha şanoyên dibistanê çêdikirin, gotarên zanistî bi taybet di beşa tiba xwezayî de dinivîsîne û gelek mijarên din.

‘Gumana ji xwarinên amade yên di qutiyan de berê min dan lêpirsînan’

Henan Bo Necim got: "Ez li Kuweytê bûm. Gumana min a der barê xwarinên di qutiyan de hebû ji ber wê dema vegeriyam Lubnanê min berê xwe da erdên ku destwerdana mirovan li wan çênebûye. Her wiha min dest ji xwarinên bi şekir û xwarina çêkirî berda ji bo bikaribim hevsengiyê di navbera xwarina bi tendurust de çêbikim."

‘Kurê min bi toza şîr nexweş ket’

Henan Bo Necim wiha berdewam kir: "Zehmetiya ku cara yekem min dît nexweşiya lawê min bû. Şîrdayîna xwezayî nema têra wî dikir, ji ber wê min toza şîrê bi kar anî. Di encama vê de hesasiyeke xurt û îltihaba mîde pê re çêbû. Piştî hefteyekê ji dermankirina bi madeyên li dij hesasiyetê û yên îltîhab û kortîzonê jî rehet nebû. Em neçar man wî rakirin nexweşxaneyê û îhtîmala rakirina lewzatên wî jî hebû li kêleka wê jî danîna kenalekê di guhên wî de. Min ev yek red kir û biryar da em xwe bispêrin xwarina bi tendurust. Min birinca bejî da lawê xwe paşê bi temamî rehet bû."

‘Bi birinca ku qaşikên wê nehatiye rakirin û nebatan kurê min baş bû’

Henan wiha berdewam kir: "Birinca bejî birinca ku bi temam bi qaşikên xwe hatiye hiştin e. Ji zarok û kesên temenê wan mezin re gelek bi sûd e. Her wiha şîrê amarînêt yan qetîfa û yê qineba Hindistanî jî baş in. Di heman demê de genim û cehê organîk û nebata El-Elfa Elfa. Sîstema xwarinê ya lawê min li ser van nebatan bû.".

Der barê bidestxistina proteînan de jî wiha got: "Ji masiyên selemon ên Norwecê û fasolya el-azokî ev proteîn dikarin werin girtin."

‘Fêkiyên xwezayî ji bo tendirustiyê gelek bi sûd in ji penceşêrê diparêzin’

Der barê fêrbûna tiba xwezayî de Henan Bo Necim got: "Min vê yekê ji bo jiyana rojane weke pêwîstî dît. Min tecrubeyên xwe li ser nebat û fêkiyên xwezayî yên Lubnanê çêkir yek ji wan jî xoxên bejî bû. Bi vê yekê zanîn û tecrubeya min çêbû."

Henan Bo Necim dara libên qerasiye jî çandiye ku cureyek ji xoxên bejî ye. Li ser wê jî dibêje: "Mixabin ev dar zêde nemane. Bi tama xwe ya tirş tên naskirin. Ez şîretan li her kesê dikim ku vê fêkiyê bixwin ji ber parastina bedenê ji penceşêrê dike û ji gelek tiştên din re jî bi sûd e. Ez bang li her kesê dikim ku van daran qut nekin."

‘Hem fêkî hem jî kulîlkên dara zerûr ji bo tendirustiyê baş in’

Der barê sûdên dara zerûr de jî got: "Em kulîlkên wê ji bo distîlkirinê berhev dikin. Di dema niha de fêkiyên wê êdî hêdî hêdî digihîjin. Em ê li bende bin heta şîn werin ji bo weke fêkiyeke bejî em bixwin. Li Almanyayê distîla kulîlkên zerûr ji bo dermankirina rehê dil û dextê tên bikaranîn û gelek tiştên din jî."

‘Di strî û pelên hinek daran de jî şîfa heye’

Der barê nebata stiriya deve de jî got: "Mêşên hingiv û kêzika zîra herîr û hinek kêzikên din girîngiya vê cureya nebatên bi sitrî dizanin. Ew ji bo parastina ji penceşêrê bi taybetî penceşêra prostatê tê bikaranîn û ji bo tenduristiya kezebê jî baş e bi taybetî di dema distîlkirina wê de. Mêşên hingiv li ser kulîlkên vê nebatê dijîn û hingivê striya deve berhem didin. Bizrên wê jî tên bikaranîn."

Der barê girîngiya pelên dara sinewberê de jî got: "Piştî tê ziwakirin weke çayê tê vexwarin. Ez xel jî lê zêde dikim heta distewe. Ez weke kesayet beriya xwarinê vedixwim ji ber parastina bedenê ji nexweşiyên giran dike."

‘Nebatên di demsala xwe de şîn dibin divê werin xwarin’

Ji bo nebatên şemre û tiyon jî wiha anî ziman: "Em di dawiya demsala şemre de ne niha. Mirov dikare wê tevli şorbe û hêkan bike. Ez bizrên wê distîl dikim û ji bo vîrusên mîdeyê bi kar tînim. Çi kesê bizrik di rûyê wan de hebe jî dikarin bizrên vê nebatê bikelînin û rûyê xwe pê bişûn. Tiyon jî nebateke bejî ye mêşên hingiv kulîlkên wê di payîzê de weke xwarinê bi kar tînin ji ber di wê demê de kulîlk gelekî kêm in."

Ji bo sûdên nebata kîbar a bejî jî got: "Ev nebat li gelek herêmên Iraqê heye. Tevî girîngiya pel û kulîlkên wê jî lê di aliyê tibê de paşguhkirî ye. Ez vê nebatê ji bo gelek nexweşiyan bi kar tînim."

Henan Bo Necim der barê nebata ferfehîn an jî baqle de jî got: "Ev nebat di bejahiyê de çêdibe di nava tiştên çandî de ye. Yek ji giyayên ku girîngiya wê nayê zanîn e tevî ku sûdên wê gelek in jî ev giya ji bo pîrbûnê pir baş e."

‘Şîrê lawiran bi taybetî kefir pir baş e’

Li ser berhemên lawiran de jî Henan Bo Necim dibêje: “Bila werin bikaranîn. Mastê kefîr ê ez bi stewandina şîrê bizinan çêdikim pir baş e û gelek sûdên wê hene. Weke wexwarinek ji nexweşên li Rûsyayê re tê pêşkêşkirin. Ji bo gelek tiştên di bedenê de bi sûd e."

Henan Bo Necim herî dawî got: "Berhemên min ên van nebatan gelek in lê ne pêkan e ez bi tena xwe kar bikim. Gelek jin hene alîkariya min dikin. Piraniya van jinan ji bo debara alîkariya min dikin. Ez berhemên xwe li hinek bazaran difroşim. Yan ez van berheman difroşim û belav dikim yan jî ez bi riya komeleya "Erda Me" vê yekê dikim."